10 ŞÛNWAREN HERÎ KEVN ÊN CÎHANÊ

Gundê Xirabreşkê, Riha © National Geographic
Nivîs: Rauf Erdem

Heleb, Sûriye

Dîroka vî bajarê kevn ê antîk ku xaçerêyeke şaristaniyê ye, digihê heta 8000 salî. Demekê wek gencîneyekê li Rojhilata Navîn dibiriqî. Niha ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê beşek ji bajarê Helebê wêran bûye.

Nîvgirava Burrupê, Awistralya

Murujuga yan jî bi navê xwe yê nûjen Nîvgirava Burrup li bakur-rojavayê Awistralyayê ye. Herêm petroglîfên herî kevn û kêmditî dihewîne. Hinek ji wan bi milyonan zêdetir nîgar tê de hene û temenê wan heta 40 hezar salî diçe.

Petroglîfên Kevn ên li Nîvgirava Burrupê, Awistralya

Kela Hewlêrê, Hewlêr

Di nav cihnişînên domdar ên herî kevn ên cîhanê de ew dîwarên mezin paytextê Hewlêra Herêma Kurdistanê dorpêç dike. Diroka wê heta milenyûma pêncemîn B.Z.(beriya zayînê) diçe. Di sala 2014an de UNESCO’yê ew der xist nava mîrateyên parastî.

Kela Hewlêrê, Hewlêr

Girê Mirazan (Xirabreşk), Riha

Ev der berîya zayîna Îsa di sedsala dehemîn de hatiye avakirin. Li ser kêlên mezin neqşên ajal û hêşînahiyê hene ku wek avakirina jinûve ya bihuştê xuya dike. Gelek kes bawer dikin niha ew perestgeha li çolê demekê îlham daye Bexçeyê Edenê yê ku di Încîlê de jî derbas dibe. Herwiha hin peykerên mirovan jî hatine dîtin.

Gundê Xirabreşkê, Riha © National Geographic

Şikefta El Castillo, Spanya

Wêneyên herî kevn ên tên zanîn di Şikefta El Castilloyê de ne ku ev der li Cantabriaya li bakurê Spanyayê ye. Dîroka wê digihêje 40 hezar salî. Gelek neqşên antîk li ser zinaran hene ku bi “boyaxa ku ji dev derdikeve” hatine çêkirin.

Şikefta El Castillo, Spanya

Şikeftên Lascauxê, Fransa

Zêdetirî 2000 wêneyên hesp, çêlek, pisîk, çivîk û nêçîrvanên mirov ên van ajalan beriya 17 hezar salan hatine çêkirin. Di sala 1940î de li başûr-rojavayê Fransayê hatiye kifşkirin. Şikeft ji bo serdanan girtî ye lêbelê kopiyeke wê hatiye çêkirin ku gel dikare biçe bibîne.

Şikefta Potokê, Slovenya

Mirovên Cro-magnon -mirovên ku wek anatomî modern in- li vê kompleksa şikeftan a navenda Ewropayê wextê xwe derbas kirine. Li gorî lêkolînan mirovên modern ên wê demê van tunelên 7010 mîtroyî yên ji cilsê, wek cihê ritûel an jî cihê nêçîrvanîyê bi kar anîne. Dîroka vir digihêje heta 36 hezar salan.

Jericho (Erîha), Filistîn

Wek parastina bajar dîwarên herî kevn li Erîhayê ne. Arkeologan zêdetirî 20 rêzeşûnwar kifşkirin. Şûnwara herî kevn digihêje heta 11 hezar sal berê. Di pirtûka Tanahê de ev der wek “bajarê darên palmîyeyan” tê binavkirin.

Perestgeha Ġgantijayê, Malta

Perestgeha antîk a Ġgantijayê nêzî salên B.Z. 3600î li Girava Gozo ya Maltayê hatiye avakirin. Di nav avahiyên herî kevn ên neolîtîk de ne. Ev kompleksa 5500 salî yek ji perestgehên herî kevn a cîhanê ye.

Skara Brae, Skoçya

Gundekî kevirîn ê li ser Mainlanda giravên Orkneyê yên Skoçyayê ye. 8 avahiyên ji keviran hatine çêkirin heta niha jî saxlem in. Beriya 5000 salî hatiye avakirin. Bi saya bahozên dijwar ên sala 1850yî banîyên kevirîn, cihê merasîman û heta alavên din jî derketine holê.

Skara Brae, Skoçya

Parzemîn Solutions

Şîrove Bike