10 wêneyên herî baş ên meha Sibatê diyar bûn. Wêneyên ku ji şopînerên me hatine ji aliyê edîtor ve hatine bi rêz kirin. Va ye 10 wêneyên herî baş ên meha sibatê.
![VENICE_ACCADEMIA_Master_18 Wênegirê ku bi rojan li ser wêneyan dixebite Stephen Wilkes vê carê wêneyek ji şikevên li ser çemê navbajêr ê li Venedîkê girtiye. Dibe ku bi rojan an jî çend hefteyan li benda pozîsyona ku divê maye û hemû wêneyên girtî bi hev zeliqandiye. Piştî yekkirina wêneyan li hemberî me wêneyek ji ser hemû pîvanan derdikeve. Wilkes dibêje "tenê yekkirina wan wêneyan jî çend rojên min xwarin." Wêneyê li hemberê me encameke kedê ye. [Wêne: Stephen Wilkes / National Geographic]](https://i0.wp.com/www.parzemin.com/wp-content/uploads/2016/03/VENICE_ACCADEMIA_Master_18.jpg?w=428&h=303&ssl=1)
Wênegirê ku bi rojan li ser wêneyan dixebite Stephen Wilkes vê carê wêneyek ji şikevên li ser çemê navbajêr ê li Venedîkê girtiye. Dibe ku bi rojan an jî çend hefteyan li benda pozîsyona ku divê maye û hemû wêneyên girtî bi hev zeliqandiye. Piştî yekkirina wêneyan li hemberî me wêneyek ji ser hemû pîvanan derdikeve. Wilkes dibêje “tenê yekkirina wan wêneyan jî çend rojên min xwarin.” Wêneyê li hemberê me encameke kedê ye. [Wêne: Stephen Wilkes / National Geographic]
![tumblr_o30a2z7UmV1riijaro1_1280 Kevirên girovir û hilû yên li dora Gola Watsonê ya li Prescotta Arizonayê. Kevir û bergeha li hemberî me hîseke cuda dide ku mirov xwe li cihekî çîrokan dihesibîne. Birûska ku li keviran dikeve bêhtir mane li bergehê bar dike. [Wêne: Michael Wilson / Arîzona]](https://i0.wp.com/www.parzemin.com/wp-content/uploads/2016/03/tumblr_o30a2z7UmV1riijaro1_1280.jpg?w=224&h=149&ssl=1)
Kevirên girovir û hilû yên li dora Gola Watsonê ya li Prescotta Arizonayê. Kevir û bergeha li hemberî me hîseke cuda dide ku mirov xwe li cihekî çîrokan dihesibîne. Birûska ku li keviran dikeve bêhtir mane li bergehê bar dike. [Wêne: Michael Wilson / Arîzona]
![1IMG_2301 Dema em gihîştin wê derê, me got divê ev der ew cih be ku Yezdan jibîr kiribe. Ev der gundekî Ermenan e ku li lûtkeyên zozanên Bêşababê yên ku digihêjin asîmanên bêser û bin, xwe xemilandiye. Dema di heman kamyonê de min guh dida çîroka jina Ermen ku digot ez bêrîvaniyê dikim, di dilê min de çarîneke helbesta Hakan Gunay hebû. Min got, “va ye!” Hêvî ev e. Keştiyek, ne tiştekî din. Keştiyeke ku hewl dide di okyanusa bêser û bin de digel pêlên dijwar û bêyî binavbûnê bi rê ve biçe. Qalikekî gûzan e ku li hember pêlên bêdawîbûnê têdikoşe. Hemû ev e. Keştiyeke kevnare. [Wêne: Sinan Yildiz / National Geographic Kurdî] – Bêşabab / Şirnex](https://i0.wp.com/www.parzemin.com/wp-content/uploads/2016/03/1IMG_2301.jpg?w=224&h=150&ssl=1)
Dema em gihîştin wê derê, me got divê ev der ew cih be ku Yezdan jibîr kiribe. Ev der gundekî Ermenan e ku li lûtkeyên zozanên Bêşababê yên ku digihêjin asîmanên bêser û bin, xwe xemilandiye. Dema di heman kamyonê de min guh dida çîroka jina Ermen ku digot ez bêrîvaniyê dikim, di dilê min de çarîneke helbesta Hakan Gunay hebû. Min got, “va ye!” Hêvî ev e. Keştiyek, ne tiştekî din. Keştiyeke ku hewl dide di okyanusa bêser û bin de digel pêlên dijwar û bêyî binavbûnê bi rê ve biçe. Qalikekî gûzan e ku li hember pêlên bêdawîbûnê têdikoşe. Hemû ev e. Keştiyeke kevnare. [Wêne: Sinan Yildiz / National Geographic Kurdî] – Bêşabab / Şirnex
![4IMG_7946 "Belê ew bû, ew bû ku di her guhdarkirinê de êş û şahiyan ji nû ve vedijand.". Wêneyek ji vê çanda dengbêjiyê ku bi hezaran sal e rabirdûyê vedijîne. Koçerên Çiyayê Kato guh didin dengbêjan. [Wêne: Bilal Seçkin]](https://i0.wp.com/www.parzemin.com/wp-content/uploads/2016/03/4IMG_7946.jpg?w=215&h=143&ssl=1)
“Belê ew bû, ew bû ku di her guhdarkirinê de êş û şahiyan ji nû ve vedijand.”. Wêneyek ji vê çanda dengbêjiyê ku bi hezaran sal e rabirdûyê vedijîne. Koçerên Çiyayê Kato guh didin dengbêjan. [Wêne: Bilal Seçkin]
![MM8422_150510_144 Li Zanîngeha Silêmaniyê çend zilam û keçên ku bi cilên xwe yên herêmî destûryariya xwe ya ji zanîngehê pîroz dikin. National Geographicê derbarê serxwebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo meha Adarê dokûmanteke taybet amade kir. Di dokûmantê de li ser îhtimalên serxwebûnê pêşbîniyên dahatûyê cih digirin. Hûn dikarin gotarê bixwînin: Îngilizî - http://goo.gl/nzt8T0 [Wêne: Yuri Kozyrev, Silêmanî]](https://i0.wp.com/www.parzemin.com/wp-content/uploads/2016/03/MM8422_150510_144.jpg?w=215&h=143&ssl=1)
Li Zanîngeha Silêmaniyê çend zilam û keçên ku bi cilên xwe yên herêmî destûryariya xwe ya ji zanîngehê pîroz dikin. National Geographicê derbarê serxwebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo meha Adarê dokûmanteke taybet amade kir. Di dokûmantê de li ser îhtimalên serxwebûnê pêşbîniyên dahatûyê cih digirin. Hûn dikarin gotarê bixwînin: Îngilizî – http://goo.gl/nzt8T0 [Wêne: Yuri Kozyrev, Silêmanî]
![1Hewlêr Şeveke tarî li Hewlerê bi lambeyan ronî dibe. Paytextê Başûrê Kurdistanê Hewlêr yek ji bajarên girîngtirîn ên Rojhilata Navîn tê zanîn û xwediyê dîrokeke gelek kûr e. Kelhaya bajêr ew avahî ye ku di nav kevntirîn avahiyên cîhanê de cih digire. Ev yek jî destpêka şaristaniyê wek Mezopotamya nîşan dide. Wêne: [Ali Barzanjy / National Geographic YourShot]](https://i0.wp.com/www.parzemin.com/wp-content/uploads/2016/03/1Hewlêr.jpg?w=437&h=290&ssl=1)
Şeveke tarî li Hewlerê bi lambeyan ronî dibe. Paytextê Başûrê Kurdistanê Hewlêr yek ji bajarên girîngtirîn ên Rojhilata Navîn tê zanîn û xwediyê dîrokeke gelek kûr e. Kelhaya bajêr ew avahî ye ku di nav kevntirîn avahiyên cîhanê de cih digire. Ev yek jî destpêka şaristaniyê wek Mezopotamya nîşan dide. Wêne: [Ali Barzanjy / National Geographic YourShot]
![MM8422_150429_00515.adapt Li başûrê Kerkûkê çend Pêşmergeyên di atmosfera şer de piştî operasyonekê voleybol dileyîzin. Beriya du salan rêxistina tundrew DAIŞ'ê bi hêzeke mezin êrîş biribû ser Kerkûkê. Wê demê bajar di bin kontrola hêzên hikûmeta navendî ya Iraqê de bû. Ligel gumana êrîşa DAIŞ'ê hêzên hikûmeta navendî bajar terikandin. piştî terikandinê hêzên Başûrê Kurdistanê yekser li herêmê bi cih bûn û heta niha hêj di destê kurdan de ye. Ligel hêzên Pêşmerge, gelek şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî li herêmê bi cih bûne. [Wêne: Yuri Kozyrev / Kerkûk]](https://i0.wp.com/www.parzemin.com/wp-content/uploads/2016/03/MM8422_150429_00515.adapt_.jpg?w=150&h=113&ssl=1)
Li başûrê Kerkûkê çend Pêşmergeyên di atmosfera şer de piştî operasyonekê voleybol dileyîzin. Beriya du salan rêxistina tundrew DAIŞ’ê bi hêzeke mezin êrîş biribû ser Kerkûkê. Wê demê bajar di bin kontrola hêzên hikûmeta navendî ya Iraqê de bû. Ligel gumana êrîşa DAIŞ’ê hêzên hikûmeta navendî bajar terikandin. piştî terikandinê hêzên Başûrê Kurdistanê yekser li herêmê bi cih bûn û heta niha hêj di destê kurdan de ye. Ligel hêzên Pêşmerge, gelek şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî li herêmê bi cih bûne. [Wêne: Yuri Kozyrev / Kerkûk]