
Çiyayê Agirî an Grîdax an jî Ararat (bi Ermenkî, Մասիս Masîs an Արարատ Ararat) çiyayê herî bilind ê Kurdistanê ye û dikevê sînorê Tirkiye. Bilindiya wî 5137 mîtro ye û bi vê yekê bilindtirîn çiyayê Kurdistanê ye. Serê wî jî hertim bi berf, qeşa û mij e. Li ser wî kovikên volkanîk hene. Çiyayê Agiriyê biçûk ku nêzîkê Agiriyê mezin e, 3896 m bilind e. © Ali Doosti

Ev cureyê margîseyan Labord bi çermê xwe yê biriqî tê zanîn. Ajalê qeşeng xwe li darekî zirav û ziwa girtiye. Ev margîse guherîna rengê xwe ya ji ber pêlêkirinê navdar e. Ango gava li tiştekî bikeve heman kêliyê rengê xwe diguherîne. Guherîna rengan her çiqas wî di nava civatê de cuda bike jî lêbelê ev bertekeke fizyolojiîk ya têkiliyê ye. © Christian Ziegler