Dîroka mirovahiyê, ji beriya zayînê heta piştî zayînê xwediyê rûpelên gelek tarî ye. 100 bûyerên herî xwînrêj û kujende yên 2,500 salan hatine birêzkirin. Bi berhevkariya nivîskar û lêkolîner Matthew White hemû bûyer wek kronolojîk û grafîk hatiye berhevkirin.
Di dinyayê de beriya Şerê Duyem ê Cîhanê bûyerên herî xwînrêj ji aliyê moxolan ve hatine derxistin. Cengîz Xan tenê bûye sedema kuştina 40 milyon kesî. Yek ji xelefên wî Tîmûr kujerê 17 milyon kesî ye. Li gorî agahiyên dîrokî moxolan bi tena serê xwe bi qasî Şerê Duyem ê Cîhanê însan kuştine.
Niha li gorî rêje û rêzeyê 100 bûyerên herî xwînrêj ên dîroka mirovahiyê hene.
LI SER GRAFÎKÊ TÊBINÎ Hejmara kuştiyên ku ji 7 milyonê kêmtir e wek nivîs di binî grafîkê de cih digire. Ji kerema xwe heke navê bûyerê di nav qutiyan de nebe di binê grafîkan de li gorî serdema xwe cih digire.
Heke navê şer û bûyerê hebe ew tê maneya kesên ku têde hatine kuştin, heke navê fermandar û pêşangen hebe ew nîşan dide ku ew kes an bûye sebeb an jî bi xwe daye kuştin.
SERDEMA ANTÎK (B.Z. 500 – P.Z. 476)
Di wê serdemê de dewlemendî çandinî an jî tiştên berbiçav bû. Helbet ji ber vê yekê jî şerên giran çêdibûn. Aliyên ku dixwestin çavkaniyên mezin bi dest bixin li dijî hevdu şerên mezin didan destpêkirin. Lê şerên wê demê bûn sedema tunebûna çandiniyê, xebatkarî û mirina însanan.
![]() |
19. Ragihandin û Hilweşîna Împaratoriya Romayê ya Rojava – 7 Milyon (395 B.Z.-476 B.Z.)
25. Sê Keysertiyên Çînê – 4.1 Milyon (189-280 B.Z.)
28. Şerê Gladyatoran – 3.5 Milyon (264 B.Z.-435 B.Z.)
40. Serdema Sengokuyê – 1.5 Milyon (475 B.Z.-221 B.Z.)
46. Qin Shi Huang Di – 1 Milyon (221 B.Z.-210 B.Z.)
47. Şerê Xulaman ê Romayê – 1 Milyon (134 B.Z.-71 B.Z.)
58. Şerê Duyem ê Punîkê – 0.77 Milyon (218 B.Z.-202 B.Z.)
61. Şerê Galiyan – 0.7 Milyon (58 B.Z.-51 B.Z.)
71. Îskenderê Mezin – 0.5 Milyon (336 B.Z.-325 B.Z.)
83. Şerê Yekem ê Punîkê 0.4 Milyon (264 B.Z.-241 B.Z.)
84. Şerê Sêyem ê Mithridatîk – 0.4 Milyon (73 B.Z.-63 B.Z.)
94. Şerê Romayî û Cihûyan – 0.35 Milyon (66-74, 132-135)
96. Şerê Duyem ê Farisan – 0.3 Milyon (480 B.Z.-479 B.Z.)
97. Şerê Hogiran – 0.3 Milyon (91 B.Z.-88 B.Z.)
SERDEMA NAVÎN 476–1450
Çek, barûd û topavêj di salên 1300î de şêwaza şer guhert. Ev “serdema barûdê” li Asyaya Rojhilat dest pê kir û belavî Ewropayê bû. Di vê serdemê de çekên guleavêj teknolojiya leşkerî û avabûnên polîtîk bi awayekî guhertin.
![]() |
29. Şerê Sedsalan 3.5 Milyon (1337-1453)
30. Seferên Xaçperestan – 3 Milyon (1095-1291)
37. Serhildana Fang Layê – 2 Milyon (1095-1291)
48. Hilbeşîna Mayayan – 1 Milyon (790-909)
49. Seferên Xaçperestan ên Albegiosê – 1 Milyon (1208-1229)
55. Kampanyaya Hulagu Xan – 0.8 Milyon (1255-1260)
59. Şerên Rojava ên Gotîkan – 0.75 Milyon (527-565)
62. Dagirkirina Viyetnamê ya Çînê – 0.7 Milyon (1407-1428)
67. Şerên Goguryeo û Sui – 0.6 Milyon (598, 612)
72. Şerê Bahmani û Vijayanagara – 0.5 Milyon (1366)
SERDEMA RONESANS Û KEŞÎFAN – 1450–1650
Bi pêşxistina teknîka keştiyan û avakirina artêşên mezin rojavayê Ewropayê dest bi lêgerîneke mezin a çavkaniyan kir. Di vê serdemê de ev parzemîn serkêşiya hêzên dinyayê kir. Ligel vê di vê serdemê de lêgerîna dinyayên nû dest pê kir û keşîf hatin kirin.
![]() |
22. Serdema Pirsgirêkan – 5 Milyon (1598-1613) |
31. Şerê Baweriyê yê Fransiyan – 3 Milyon (1562-1598) |
45. Qurbankirina Însanan a Aztekê – 1.2 Milyon (1440-1521) |
54. Şerên Burma-Siamê – 0.9 Milyon (1550-1605) |
73. Şerê Rûs û Tataran – 0.5 Milyon (1570-1572) |
SERDEMA NETEWE-DEWLET Û KOLANYALÎZMÊ – 1650–1914
Di serdema pêşketina pîşesazî û pêkhatina welatên netewe-dewlet de Ewropayiyan li qada dinyayê zêdetir herêm kontrol kirin. Bi taybetî Brîtanyayê bi hêza leşkerî û behrevaniyê serkêşiya vê yekê kir.
Di heyama mêtingeriyê de xaka u herî zêde hat mêtin Efrîqa bû.
![]() |
23. Aurangzeb – 4.6 Milyon (1658-1707)
26. Şerên Napolyon – 4 Milyon (1792-1815)
32. Peterê Mezin – 3 Milyon (1682-1725)
41. Şerê Heft Salan – 1.5 Milyon (1756-1763)
42. Shaka Zulu – 1.5 Milyon (1816-1828)
50. Serhildana Panthayê – 1 Milyon (1855-1873)
57. Dagirkeriya Fransayê ya li ser Alceryayê – 0.78 Milyon (1830-1847)
63. Şerê Xîlafiyeta Spanyayê – 0.7 Milyon (1701-1713)
65. Şerê Navxweyî yê Emerîkayê – 0.69 Milyon (1861-1865)
66. Serhildana Hui – 0.64 Milyon (1862-1873)
68. Şerê Sino-Dzungar – 0.6 Milyon (1755-1757)
74. Şerê Xîlafiyeta Awisturyayê – 0.5 Milyon (1740-1748)
75. Şerê Rûs û Tirkan – 0.5 Milyon (1877-1878)
81. Şerê Tîfaqa Sê Alî – 0.48 Milyon (1864-1870)
82. Şerê Franko û Prûsyayê – 0.43 Milyon (1870-1871)
85. Dagirkeriya Cromwell a Îrlandê – 0.4 Milyon (1649-1652)
86. Serhildana Xulamên Haitî – 0.4 Milyon (1791-1803)
87. Şerê Serxwebûnê yê Meksîkayê – 0.4 Milyon (1810-1821)
90. Şerê Mezin ê Tirkan – 0.38 Milyon (1682-1699)
91. Şerê Mezin ê Bakur – 0.37 Milyon (1700-1721)
92. Şoreşa Kûbayê – 0.36 Milyon (1895-1898)
98. Şerê Qirimê 0.3 Milyon (1854-1856)
SERDEMA MODERN – 1914 – Îro
Di vê serdemê de şerê herî giran ê dîroka mirovahiyê pêk hatiye. Li piştî wî jî gelek şerên û hûr û gir çêbûn. Bi taybetî erên wek gerîlayî û kontrayî di vê heyamê de pêk hat û hê jî berdewam e. Di serdema modern de teknolojiya şer bi awayekî nuwaze bilind bû û îro di destê hemû welatên dinyayê de bi qasî tunekirina dinyayê çek hene.
![]() |
24. Şerê Viyetnamê – 4.2 Milyon (1959-1975)
27. Şerê Duyem ê Kongoyê – 3.8 Milyon (1998-2002)
33. Koreya Bakur – 3 Milyon (ji 1948an ve)
34. Şerê Koreyê – 3 Milyon (1950-1953)
35. Şerê Sûdanê – 2.6 Milyon (ji 1955an ve)
36. Derxistina Elmanan a ji Ewopaya Rojava – 2.1 Milyon (1945-1947)
38. Mengistu Haile (serokê berê yê Etiyopyayê – 2 Milyon (1974-1991)
39. Democratic Kampuchea 1.67 Milyon (1975-1979)
43. Komkujiya Bangladeşê 1.5 Milyon (1971)
44. Şerê Sovyet û Efxanan 1.5 Milyon (1979-1992)
51. Şoreşa Meksîkayê – 1 Milyon (1910-1920)
52. Şerê Biafranê (Nîjerya) – 1 Milyon (1966-1970)
53. Cenosîda Rwandayê – 0.94 Milyon (1994)
56. Şerê Navxweyî yê Mozambîkê – 0.8 Milyon (1975-1992)
60. Şerê Îtalya û Etiyopyayê – 0.75 Milyon (1935-1941)
64. Şerê Îran û Iraqê – 0.7 Milyon (1980-1988)
69. Şerê Alceryayê – 0.52 Milyon (1954-1962)
70. Şerê Navxweyî yê Sûriyeyê – 0.51 Milyon* (2011-heta îro)
76. Perçebûna Hindistanê – 0.5 Milyon (1947)
77. Komkujiyên li Îndonezyayê – 0.5 Milyon** (1965-1966)
78. Şerê Navxweyî yê Angolayê – 0.5 Milyon (1975-1994)
79. Şerê Navxweyî yê Ugandayê – 0.5 Milyon (1979-1986)
80. Aloziya Somaliyê – 0.5 Milyon (1991-heta îro)
88. Şerê Tirk û Grekan – 0.4 Milyon (1919-1922)
89. Şerê Îndoçînê yê Fransayê – 0.39 Milyon (1945-1954)
93. Şerê Navxweyî yê Spanyayê – 0.36 Milyon (1936-1939)
95. Kirdariyên li dijî Iraqê – 0.35 Milyon (1990-2003)
99. Idi Amin – 0.3 Milyon (1971-1979)
100. Saddam Husên 0.3 Milyon (1979-2003)
1a. Di komkujiya Naziyan de 6 milyon Cihû û çendek milyon jî ji kêmneteweyên din însan hatine kuştin.
12a. Derdora milyonekê Ermenên Xiristiyan ji aliyê Rejîma Nû ya Tirkiyeyê ve hatin kuştin.
*HEJMARÊN DAWÎ TÊDE NÎN IN
**HEJMARA MIRIYAN LI GORÎ DANEYÊN DAWÎ HATIN SERERASTKIRIN.
B.Z. (Beriya Zayînê/Îsa)
Parzemîn Solutions