2 GERSTÊRKÊN NÛ YÊN KU DIŞIBIN DINYAYÊ HATIN KIŞFKIRIN

NASA’yê da xuya kirin ku hebûna 3 an 4 gerstêrkên hema hema bi qasî Dinyayê mezin kişfkirine. Tê pêşbînîkirin ji wan 2 gerstêrk ku bi daneyên Teleskopa Keplerê derketine holê dişibin Dinyayê.

Dezgeha Lêkolînên Feza û Asîmanî ya Neteweyî (NASA), da xuya kirin ku li derveyî Pergala Rojê, 3 an 4 gerstêrkên hema hema bi qasî Dinyayê mezin kişfkirine.

Stêrknasên ku di NASA’yê de peywirdar in piştrast kirin ku, di Hêldora Goldilocksê de ku ji bo H2O’ya av çê bibe, ne zêde germ û ne jî zêde sar e û  hebûna 3 an 4 gerstêrkên hema hema bi qasî Dinyayê mezin kişfkirine. Hêldora Goldlocksê ku wekî “Herêma ji bo jiyanê guncav e.” jî tê binavkirin, ji bo wê navbenda ku tîrojên rojê ji bo çêbûna avê û jiyanê bes e tê qebûlkirin.

Stêrknas dibêjin ew gerstêrkên ku hatine dîtin bi ewrên gazê an jî bi cemedê nehatine nixumandin, beravajî wê dibe ku wekî Dinyayê, bi zinar bin û ragihandin ku germahiya gerstêrkan ku ji rojê werdigirin bi qasî wergirtina Dinyayê ye.

Bi dîtina van gerstêrkan hejmara gerstêrkên rojgehê ku jiyan tê de pêkan e, gihiştiye 8  û 9’an

“NÊÇÎRVANÊ GERSTÊRKAN” EW KIFŞ KIRIN.

Extrasolar planets

NASA’yê diyar kir ku her du gerstêrkên di nav kifşkirinên herî dawî de, ji gerstêrkên din zêdetir dişibin Dinyayê. Teleskopa Kepler ku wekî “Nêçîrvanê Gerstêrkan” tê binavkirin, tevî temenê xwe yê ber-qedandinê hêj dişixule û li gorî daneyên ku şandine gerstêrkên dîtî gelek dişibin dinyayê. Herwiha navê wan gerstêrkan jî Kepler-438b û Kepler-442b hatiye dayîn.

Kepler-438b û Kepler-442b ku ji Dinyayê 470 û 1100 saletrêj dûr in. Îxtimaleke mezin dora wan wekî dinyayê bi zinaran hatine alandin. Mezinahiya Kepler-442b’ê ji % 12’an ji Dinyayê zêdetir e, ya Kepler-438b’ê jî bi qasî 1 ji 3’yan e. Ji Navenda Fizîka Asîmanî ya Harvard Smithsonian’ê Guillermo Torres, diyar kir ku her du gerstêrkên di rêgaha stêrkên hûrik ên sor ku ji Rojê biçûktir û sartir de cih digirin

David Kipping’ê ku di tîma lêkolînê de cih digire got, “Em nizanin ku wê her du gerstêrkên ji bo jiyanê guncav be an na lêbelê bi îxtimaleke mezin dê guncav be”.

Par li gorî lêkolînekê hatibû îdiakirin ku gerstêrkên nêzî stêrkên hûrik ên sor, bi bagerên radyoaktîfan re rû bi rû dimînin û heta ku qadên wan ên manyetîk tune bin nayên parastin.

NASA’yê piştrast kir ku Teleskopa Keplerê bi kifşên xwe ên dawî, gerstêrka 1000. ya di pergala Rojê de kifş kiriye. Hejmara gerstêrkên ku di Pergala Rojê de ne, bûn 1000 lêbelê piraniya van gerstêrkên ku bi teleskopê tên dîtin, naşibin Dinyayê.

 Jêder: Kovara Zanko

Şîrove Bike