Li Sbiryayê 2 têjikên şêrê şikeftan ên ku nifşê wan qediyaye bi awayekî li ser xwe û parastî hatin dîtin.
Lêkolîneran di nav tebeqeya cemidî ya axa Sbiryayê de rastî bermayiyên têjikên şêrê şikeftan hatin. Tê pêşbînîkirin ku ev bermayiyên têjikan pir kêm tên dîtin û ev nêzî 12 hezar salan e li wê derê ne. Li gor zanyaran ev şêr bi awayekî bêhempa û fantastîk hatine parastin û ev her du şêr hêj du heftiyî xwe de mirar bûne.
Dr. Albert Protopopovê ji akademiya zanist a Yakutyan di daxuyaniya xwe de ku bi The Siberian Timesê re kiribû, dibêje ev têjikên ku hatine dîtin, celebên herî berbiçav û baş ên şêrên şikeftan in.
Herwiha Protopopov dibêje “hemû parçeyên wan di cih de ne, belav nebûne: Pirça wan, guh û şaneyên wan ên hesas” hemû xuya dibin. Protopopov sedema vê yekê jî wiha vedibêje: piştî ku diya wan derketiye neçîrê, ew di şikeftê de hiştin û piştre îhtimal e ku hezaz çêbûbe û ew di bin axê de mirîbin. Bi vê yekê jî bi awayekî nuwaze hatine parastin. Li ser pirsa “gelo pêkan e ku têjik bên klonkirin?” Protopopov bersiveke wiha dide: ji bo nîqaşkirin û nirxandina vê mijarê hêj zû ye, vê gavê peywira me ya sereke ew e ku em nexşeriya genomên têjikan derxin û li ser wê bixebitin.”
Nifşê şêrê şikeftan ku têjik jî ji vê celebê ne, beriya 12 hezar salan di dawiya “serdema qeşayê” de bi dawî bûbû. Qeydên fosîlan didin nîşan ku şêrê şikeftan ji şêrên niha yên heyî mezintirbûne lê heta niha derbarê bi dawîbûna vî nifşî de nikaribûne tu daxuyaniyê bidin. Îhtimal e ku ev herdu têjikên hatine dîtin derbarê vê mijarê de nîşaneyan bidin.
Çend wêne ji têjikan.
– Ramazan Badem