SERBORIYEKE NIVÎSKAREKÎ: ÇAVDÊRÊN ASÎMANAN

Wêne: Mitch Dobrowner

Di 8’ê Tîrmeha 1927’an de li Vulcana Albertaya Kanadayê bablîsokekê bê haya mirovan bi ser wan de girtibû. Yek ji nivîskarên rojnameya herêmî ya Herald Vulcanê, Genevieve L. Sales wiha nivîsîbû: “mirovên ku li xwaringeh û kûçeyên bajêr kom bûbûn, ji carekê de li aliyê başûrrojava ewrekî gelek ecêb dît.”

Di dema lêkolîna li ser dîmenan de tê xuyakirin ku mirovên di tirêmbêla servekirî de-heta wênegir bi xwe jî- li gor ku dibînin bablîsok tê jî xwe mijûl dikin.

Hinek vê xwe êglekirinê di cihî de nabînin. Lê Sales sedema vê yekê vedibêje: “mirovên li kûçeyan cinawir bi baldariyeke mezin û bê tirs temaşe dikir. Heta ji wan hinek çûn ku wêneyan jî bigirin.

Heke mirov li wê rehetiya wan binêre îhtimaleke mezin e ku piraniya wan beriya niha tiştekî wisa nedîtibû û tu kesî bawer nedikir ku wê bûyereke bi vî rengî, bi tirs û xof biqewime. Ji loma jî ew nereviyabûn û wisa bê xem tevgeriyabûn.

Lê belê divê piştî bûyerê pê hesiyan bê ku çiqas bi sihûd in. Her çiqas qada korling a bajêr tune bûbe û xesar li gelek avahiyan ketibe jî wê rojê tu kes ji ber bahozê ji canê xwe nebûbû.

– Margaret G. Zackowitz

Şîrove Bike