Gelo ew avahiyên ku ji aliyê avahîsaziyê ve di nav nuwazeyên cîhanê de cih digirin lê pir nayên zanîn kîjan in?
Ji bo ku em vê diyar bikin me serî li malpera anketê ya Quorayê da. Va ye bersivên ku hatine…
Mizgefta Mezin Djenneyê‑ Malî: Mizgefta ku di sala 1907an de hatiye çêkirin di cîhanê de avahiya herî mezin e ku ji kerpînçan hatiye avakirin. Mizgeft ku ji Sudanê dest pê bike heya perava Atlantîkê dirêj dibe wek avahîsaziyê herî serkeftî tê dîtin û herwiha di sala 1988’an de hat hilgirtin bo lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên UNESCO’yê. Dîwarên kerpînç ên ku di demsalên zûha de diderizin, her sal di mîhrîcanên biharê de ji aliyê gel ve bi kîlê tên sewaxkirin. Derketokên ji daran ên ku li rûyê avahiyê xûya dibin di vê tamîrê de ji bo îskeleyê tên bikaranîn.
Qesra Parlamentoyê – Romanya: Avahiya herî giran, herî mezin û giranbiha a cîhanê li Bûkreşê ye; lê ev yek pir nayê zanîn. Ev avahiya ku ji 12 qetan pêk tê ji aliyê serkirdeyê berê yê Romanyayê Nikolay Çavuşesku ve di sala 1984an de hatiye çêkirin. 3100 menzelên vê avahiyê hene ku 330 hezar mîtro çarçik erd dagir dike. Li vê avahiya dêw 3,3 milyar Euro pere hatiye xerckirin û li gorî gotinan ji bo çêkirina vê qesrê 30 dêr û Sînegog, 30 jî xanî hatine xerakirin. Xalîçeyên avahiyê di dema çêkirina wê de li hûndir hatine hûnandin û bi vî awayî hatine raxistin.
Kelha Derawarê – Pakistan: Kelha di nîvê çolê de ye, ji 40 bircên wekî çar goşeyan pêk tê. Bircên ku bilindahiya wan 30 mîtro ye, dorhêla wê bi tevahî digihîje 1500 mîtroyî. Tê gotin ku gelek Pakistanî haya xwe bi vê kelheyê tune ye ku li dereke dûr a welêt dikeve.
Chand Baori – Hindistan: Ev avahiya balkêş a li Racasthanê ya ku li devera bakurê rojavayê welêt dimîne bi pêlikan berjêrê nav aveke mezin dibe. Bi pêlikên ku ji 13 qatan pêk tê dadikeve bîra ku 30 mîtro kûrahiya wê heye. Ev bîra ku mirov bi pêlikên sîmetrîk ên ku ji 3500’î pêk tên, dadikeve hundirê wê, di salên 800-900’î de ji aliyê Qralekî Hindî ve hatiye çêkirin.
Pira Mostarê – Bosna Hersek: Pira ku di serdema Osmaniyan de ji aliyê hvahîsaz Hayredînê xwendekarê Mîmar Sînan ve di sala 1566an de hatiye çêkirin, li ser çemê Neretvayê yê ku ji nav bajarê Mostarê re derbas dibe cih digire. Ji bo çêkirina vê pirê 456 kevir hatine bikaranîn. Firehiya wê 4 mîtro ye, 30 mîtro dirêjahiya wê 24 mîtro jî bilindayiya wê heye. Ev pira xweşik yek ji mînakên mîmariya islamê yên li Balkanan ne.

Pira ku di dema şerê Bosnayê ya di sala 1990î de ji aliyê Sirpên Bosnayî û Albaniyan ve hatiye xerakirin, piştî demeke dirêj a şer ji nû ve hate temîrkirin. Herwiha ji çûn û hatinê re hat vekirin. Her çiqas rewşa nû ya vê pirê li gor berê cûda be jî gelê li herêmê ji bo ku xwe biavêjin nav ava qerisî ya çêm vê pira dîrokî bikar tînin.
Bedena Mezin a Hindistanê – Hindistan: Em bawer dikim ku her kesî Bedena Mezin a Çînan bihîstiye, lê pir kêm mirov dizane ku li Hindistanê jî avahiyake ku dişibe Bedena Çînê heye. Piştî Bedena li Çîne dîwarê herî dirêj ê cîhanê ye. Dîwarê ku li Parêzgeha Racasthanê cih digire 36 kîlomîtroyî dirêj e û sitûrahiya wî li hinek deveran digihîje 4,5 mîtroyan. Ev dîwar di sala 1443’an de hatiye lêkirin û di sedsala 19’an de hinekî din jî hatiye dirêjkirin. Bi vê yekê 360 perestgeh jî hatine parastin.
Mizgefta Şêx Lûtfillah – Îran: Ev mizgefta li bajarê Esfahanê yek ji avahiyên bêhempa yên mîmariya serdema Safewiyan e. Mizgeft di navbera salên 1603-19’an di dewra Şah Abbas de hatiye çêkirin. Aliyê vê mizgefta balkêş jî ew e ku mînare û hewşa wê tune ye. Ev mizgeft ji bo jinên xizmetkar ên Şah hatiye avakirin.
– Tekîn Çîçek / National Geographic Kurdî