“AGIRÊ SÎNEMAYA AMÛDÊ” – Samî Ehmed Namî

“AGIRÊ SÎNEMAYA AMÛDÊ”

Dayê, tiştê çû… çû… Ji îro pê de min neêşîne.

Kurê min, pêtiya agirê sînemê di can û cegerê min de ye, derdê kezebê derdekî giran e, kezeb bê fedî û fihêt e, gazinan ji min nekin.

Dayê, ez dizanim pêta agirê dilê te pir dijwar e, ji pêta agirê sînemê hêj dijwartir e. Heqê te ye gazin ji te nebe.

Dayê, birînên min gelek dijwarin, hedana min nayê. Bes e, negrî. Dema tu digrî birînên min dişewitin û dilê min dibuhure. Lew dibêm dayê negrî, bihêle da ku hinek derd û êşên xwe ji bîr bikim.

Kurê min, ruhniya çeşm û dilê dayika pepûk û reben. Kalîn û nalînên te, ber û lalan dihelînin, te ez şêt û dîn û mest sergerdan berdame cîhanê. Aqil û sewda di serê min de nemaye. Gazinan ji min mekin, çi bikim, li min megrin.

Kurê min, tu dibê, dayê megrî! Çawa negrîm, dayê bigorî? Heqê min e ku şev û roj ax û xweliyê li serê xwe werkim. Delalê ber dilê dayê, bihnekê çavê xwe veke, meyzeke û baş binêre. Li dora te hemû xwişk û bira, dotmam û pismam, heval û hogirên te ne û bi sedan pakîz û zerî, xatûn û perî, bi hezaran biyanî kal û ciwan, mamoste û xwendevan… Bi ser we de bi kalîn û nalîn û fermîskên xwînê ji çavên xwe bi comerdî dibarînin. Û herçî dayikê cîhana rojhilat û rojava bi dayika te re bigiryan û şînin.

Çawa negrîm, kurê min? Û tu dibê, dayê tu negrî! Kurê min, ez dê çawa sebir kim, cihê sebrê li cem min nemaye. Nema karim pêta agirê çûn û dûriya te hilgirim. Xwîna dilê dayika te hatiye coş, can û cegerê min û ruhniya çeşm û dilê min.

Piştî ku sînema bû deryak ji derya agir, ji nû ve dengdar û dengbilindên bajêr ketin kolan û cadan, kirin qêrîn û hawar û gotin:

“Ey gelê Amûdê, hawar û sed hawar. Derkevin, agir ket sînemê. Agir ket koza berxan, koza berxên ciwan. Sînema şewitî! Hey hawar e, dijmin talanê me bir, talanê bê his û deng.”

Û bi awaz digotin:

“Hey hawar, ev çi agir û duman e? Ev çi hawar û gazî ne?”

Ê dizanî digot: “Agir kete sînemê, agir kete koza berxan.”

Û yên din bi tirs ta dighan qada agir û didîtin ku agir çiqas dijwar û bê keys e, ji agirê dojehê jî dijwartir e. Ew jî wek ên mayî şaş diman sekenî û temaşayî pêl û pêtên agir dikirin. Ne dizanîn êdî çibikin. Dûr dûr, bi ax û fîxan diçûn û dihatin. Kesî nema êdî kes nas dikir û ne jî êdî deng dihat ji bilî dengê: “Weled lawo!!” û hawara yadê.

Şîn… Şîn… Şîn

Ka şîna ji vê mezintir gelo?

Du tişt bûn ku ez bivê nêve kirim ji bo nivîsandina vê reşbelkê.

Dema min dît ku çîroka agirê sînema Amûdê yek ji serpêhatiyên mezin ên ku di welatê me de çêbûne tê hejmartin, min nexwest ew jî winda bê ser û şop here.

Bi hezaran çîrok û serpêhatî di welatê me de çêbûn û nehatin nivîsandin. Mamoste û pêzanên welatê me guh nedane tiştekî ji wan, çi mezin û çi piçûk.

Mamoste û zanayên welatê xelkê tiştê li welatê wan dibû, piçûk û mezin, bê kêmayî di rûpelên mêjû de didane ber çavên zana û xwendevanên xwe û zana û xwendevanên biyanî bi camêrî û serbilindî, nehiştin tiştek di ser wan re bibore û nenivîsandî bimîn e. Mamoste û zaneyên me, xwediyên xameyên çalak û namîdarên mêjû yên mîna Qdî Ibn Xelekan û Ibn Al-Esîr û Ebû El-Fîda û her wiha ristevan û torevanên me yên ku li cîhanê deng dane, wek mîrê ristevan Ehmed Şewqî, Cemîl El-Zehawî û Me´arûf El-Resafî rabûne. Lê ewan carekê milet û welatê xwe neanîne bîra xwe. Her û her bi navên miletê din xwe dane nîşan û naskirin û ji wan re xebatên hêja û bê hejmar kirine. Milet û welatê wan bê par mane, carekê ji kerema xwe re ne gotine em Kurd in û gelê cîhanê bi gel û welatê xwe agahdar bikin bi wan.

Metelok dibêje: Zilamek û zimanek, ango: Zanakî welat û olperest bi xameya xwe zimanekî mirî ji neyînê aniye heyînê û jîndar kiriye.

Va niha em dibînin ku welatê wî zimanî ketiye rêza welatên cîhanê ên mezin û ji her kesî bê minet bûye, bi mal û dewlet.

Ji wan peyayên fidakar û zana û hinermendên ku zimanê miletê xwe bi xameyên xwe ji mirinê parastine û jîndar kirine, yek jê Ferdosî bû. Lewre zimanê Farisî hindik mabû winda bibe di bin hukmê zorkeran de eger ne ji Ferdosî bûna.

Her wiha zimanê Erebî mîna wan zimanên windabûyî, ew jî bêguman winda dibû, eger ne ji Quran û edebiyata wê bûna. Bi sedan salan di bin destê dewleta Osmanî de ma. Wan dixwest winda bikin, lê nedikarîbûn.

Bi vî rengî, gelek zimanên din di nav pêlên zimanê zorkeran de heliyane û winda bûn. Weharenge Kurd bi zimanê xwe ve bindestiyê gihandibû pileyên dawî ji windabûnê di nav pêlên zimanê biyanî de, ji lewra seydayê tek û tenha, rêberê xîretşînas, pêxemberê rast û durust – Ehmedê Xanî. Derya xîret û dilovanî û mehrevaniya wî hatiye coşê û xwestiye gemiya jîna welatê xwe bighîne bêndera jînê….Bi mêranî û hunermendî daketiye meydana xebatê. Bi destekî zengilê jîna welat girtiye û hejandiye û bi destê din xameya çalak girtiye û kiriye qir û gazî.

Roja dawî piştî şewata sînemê çûm Amûdê. li wê derê li ber belediyê xortekî xwenda û dilbirîn pêrgî min bû û rojbaş da min. Çavên wî ji hêstir û fermîskan weke du pilan sor bibûn. Ji min re got:

“Seyda, ma qey wijdan e ev serpêhatiya mezin weke serpêhatiya demên bûrî bê nivîsandin di ser me re bibore, ma ne şerm û fihêt e?”

Tenê ez hinekî sekinîm û di bersiva xwe de min got:

“Da ez binerim, ezbenî.”

Dema vegeriyam malê, wê şevê ez gelek di gotina wî xortî de fikirîm û min xwe berpirsiyar kir û got:

“Eger ez daxwaza vî xortî pêk neynim, bêguman ez gunehkar im, çiqas li gorî min barekî giran e jî.”

Dawî min xwest ku çend rûpelan bi vê serpêhatiyê reş bikim.

Ev tişt bûn ku ez bivê nevê kirim ji bo nivîsandina vê çîrokê û bi navê “Agirê Sînema Amûdê” pêşkêşî xwuşk û birayên xwe yên xwendevan û xoşewîst û xîretşînas bikim.

Çi kesê li bingehê çîroka agirê sînema Amûdê agahdar be, bêguman ew ê ji ber alîkariya gelê Amûdê serê xwe ji wan re nizim bike.

Çimkî her tim alîkarî bi mal tê kirin. Lê wan alîkarî bi can û mal kirin.

Bila dîsa her kes bizane ku gelê Amûdê bi zendan pola ala comerdiyê li gumbita banê gerdûnê dan çikandin.

Hûn ên mayî sax bin.

Ên çûyî spartî dilovanî û mehrevaniya Yezdanê pak bin.

Dîsa hêvîdar im ji Yezdanê pak û dilovan ku şadî û xweşiyê bike rêzan û rêber û hevrî û heval ji bo gelê Amûdê. Şevên wan roj bin û rojên wan cejn bin û heta hetayê cejn û seyran û sersal û newroz li wan pîroz bin.

Samî Ehmed Namî –  Di roja 18-11-2000´an de, li Stockholmê di bîranîna şewata sînema Amûdê de hate xwendin.

Jêder: amude.net

Şîrove Bike