AIDS ÇI YE Û ÇAWA PÊK TÊ?

Şahîtiya Swazilanda ku çaraliyê wê bej e, welatekî Başûrê Afrîkayê ye  û bi dimenên bedew bal dikişîne ser xwe. Lê paş wan dimenên xweş xemgîniyek rasteqîn xwe veşartiye. Ew jî AIDS e. Li Swazilandê, temena asayî yên kesayetan, pirr li paş cîhanê maye. Ew jî 33 sal in !

28swazi-a1-650

Temena hêviya jiyana mirovan, li vî welatî bi tenê 33 sal in. Li Swazilandê ji sedî di 42 kesan de ev nexweşî heye. Zarokên ku sewî mane, bi tena serê xwe jiyana xwe didomînin. Mixabin naçin dibistanê. Li vî welatî hejmara zaroken ku dimirin, yên ku tên dinyayê zêdetir in. Ji ber vê sedemê kesek nizane ka wê çi bibe.

Ev welat, alîkariya navnetewiyê dixwaze. Rewşa Swazilandê li ber çavan e û hevîya wan jî pirr hindik e. Heke welatiyên Swazilandê bi aboriya xwezayê ya parastinê xwe pêşve bibin, wê ji bo zarokên xwe pêşerojek baş bi dest bixin. Afrîkaya Başûr, cîhanê xistiye nav tirs û xofê.

>LI GOR PÊŞBÎNÎYÊN RÊXISTINA TENDURISTIYÊ YA DINYAYÊ (WHO), di sala 2005an de 3,1 mîlyon kes, ji ber nexweşiya AIDSyê mirine.

>HER SAL – 4.1 miyon kesên din jî bi vîrûsa HIVê dikevin.

>DI GELEMPERIYA DINYAYÊ HIV – mirovên pozîtîf, ji sedî 60î wan li Efrîkayê di bin Sehrayê de dijîn.

>HIV, vîrûseke wisa ye ku êrîşê li ser spîgilorika (leukocyte) ku laşê me diparêzin dike. (spîgilorik; di nav xwînê de cih digire, şaneyeke spî ye û parêzvanê laşê me ye)

Nexweşiya AIDSê di salên navbera 1980 an de derketiye holê û nayê dermankirin. Êrêşî pergala jêbexşê dike û wê qels û jar dixe.

Êrêşî pergala jêbexşî dike û dikevin nava şaneyên parastinê û li wir zêde dibin. Elametên nexweşiyê bi gelemperî çend salan şûn de, dema ku pergala jêbexşî qels dibe derdikeve holê. Piştî ew tiştan jî bi pêketina nexweşiyên şewbê û enfeksîyonan zêdetir dibe.

VÎRÛS bi xwînê, bi sperman û bi avzêya têkiliya zayendî derbasî mirovan dibe.

Ji ber ku hêj çareseriyek karîger nehatiye dîtin û dermankirin tenê elametên ku dê derkevin holê bi derengiyê dixe, parastina bi rê û rêbazan, di van nexweşiyan de zêdetir girîng e, wek “têkiliya zayendî” ya bi kondomê ve parastî. Mirov, bi vî şiklî xwe diparêze û nahêle vîrûs derbasî laşê wan bibe, ya herî baş jî ev rêbaz e.

530155673

Ango, divê bêyî Kondom ango prezervatîf têkiliyeke zayendî neyê kirin.

Çavkanî: Kovara Zanko – Hejmara 1’em

Şîrove Bike