Qutequta dilê me zêdetir dibe, laşê me xwê dide û hin horman çêdibin ku ew her derên mirov germ dike. Ev hin delîlên biyolojîk ên evîndariyê ne.
Evîndarî ji bo mirovan ewqas girîng dibe ku di warê çand û hunerê de li ser gelek evîndariyên serkeftî û binketî berhem hatine pêşxistin. Evîndarî bi her awayî mirov dike berhemdar.
Lêbelê dema evîna ajalan were lêkolîn dê xuya bike ku ew beriya mirovan derketiye holê. Him jî bi sedemeke xirab.
Evîndarî ango dildariya ku îro em pê dizanin bi pevşabûn û seksê dest pê kir. Seks jî wek rêbaza veguhastina nifşan a bo dahatûyê dest pê kiribû.
Ji bo hezkirinê diviya mejiyek hebe û bikaribe hestan vebêje. Ango ji bo pêkhatina mejî jî diviya ji destpêka jiyanê çend milyar sal derbas bibin.
Li gor teoriya peresînê beriya 60 milyon salan prîmatên ewil derketine holê û bi peresîna bi milyon salan mejiyê hinekan mezin bûye û mirovên nûjen ên îro pêk hatine.
Lê pirsgirêkek hebû. Her ku mejî mezin dibû gihîştina zarokan jî diviya zûtir pêk bihata. Ger wisa nebe dê serê zarokan nikaribe ji kanala zayînê derkeve.
Ji ber vê yekê gorîl, şempanze û mirov divê heta ku pitikên wan bigihijîe wan xwedî bikin. Ew dema dirêj a zaroktiyê jî hin rîsk bi xwe re tîne.
Ji bo pevşabûnê bi zanebûn zarokên xwe dikujin
Îro ji bo gelek prîmatan zarok heta ku ji şîr hate birîn ew nikarin bi hev şa bibin. ji bo ku nêr xwe bigihîne dayikê diviya zarokê xwe bikuje. Ji ber vê yekê di gorîl, maymûn û delfînan de ew tişt gelek caran dibe.
Ji Zanîngeha UCL’ê ya Londonê Kit Opie û tîma wî li ser vê mijarê derbas bûn û gihîştin encameke sosret. Li gor Opie jji 3 prîmatan yek xwedî yek hevserî/ê bû û ew dibû asteng ku bi zanebûn pitik were kuştin.
Tîma ku li ser xwedîkirina pitikan û pevçabûnan lêkolîn dike hin delîl bi dest xistin. Li gor wan daneyan ‘nexwestiya kuştina pitikan’ bûye sebeb ku ew 20 milyon sal in yekhevserî heye.
Jîndarên din ji xwe rêbazên din dîtin, ji ber vê yekê hewce nedibû ew xwedî hevserekî/ê tenê bibin. Bo nimune; şempanze û bonobo ji bo ku xetereya mirina pitikê ji hol rakin eletexmîn dikevin têkiliyê. Yên nêr jî nikarin bizanin bê kîjan pitik ji wî ye û wê pitikê nakuje.
Di jîndarên herî hestiyar de nêr zêdetir alîkariya xwedîkirina pitikê dikin û ew jî rê li ber vedike ku jîndar heta dawiya temenê xwe bi yekhevserî derbas bike.
Pispor pê guman dikin ku hevser heta mirinê girêdayî hev dibin û ew jî li mejî guherînên girîng pêk tîne.
Opie dibêje ew dibe ku bibe çirûskeke destpêka peresîna mirovahiyê. Dibe ku gava nêr di xwedîkirina pitikan de bûne alîkar, mirovahî bi pêş ve çûye û mejî li gor prîmatên din bêhtir mezin bûye.
Xwedîkirina pitikan a nêran
Herwiha tê dîtin ku li hin beşên mejî yên ku bi evîndariyê re eleqedar in guherîn di demên nêz de pêk hatine. Ango evîndariya biyolojîk ji me re ewqas ne dûr e.
Tê gumankirin ku evîndarî bi aliyê xwe yê herî razber li herêma “angular gyrus” a mejî cih digire. Wek tê zanîn ev devera mejî ji bo ziman girîng e û bi taybetî di mirov û meymûnan de.
Ji ber ku di şempanze û meymûnan de MR’a mejî nehatiye kirin nayê zanîn ku di hestên wan de ev dever bê çiqas girîng e.
Hin kes bawer dikin ku ji ber ku ew pêvajoya hestiyarî tê bidestxistin evîndariya romantîk derdikeve holê. Binavkirina û wesfandina dildariyê gelek dijwar e lê norolog behsa gelek pêvajoyên li pey hev dikin.
Yek ji wan jî daxwaza pevşabûnê ye. Gava dildar destê xwe bigihîne wê/î kesî/ê hin hormonên kêfxweşiyê pêk tên. Ew kêfxweşî jî daxwaza têkiliyê çêdike.
Asta duyem dildariya romantîk e. Di vê heyamê de hormonên dopamîn ve oksîtosîn çêdibin û mirov bi hev ve tên girêdan.
Ango di asta daxwaza pevşabûnê de zewqa zêde evîndariyê pêk tîne û yên daxwaz neke jî nikare bi ihtîrasî hez jê bigire. Di evîna ewil de pevşabûn deriyek bo hezkirinê vedike, di ya duyem de jî hes û hezkirina romantîk dildariyeke xort ava dike.
Piştî destpêkirina pêvajoyê mirov di dayina hin biryaran de lawaz dikeve. Ev heyam jî heyama “dînîtiya ji ber evîndariyê ye.” Kesê/a ku bibe evîndar pê hîs dike ku dinya li dora wê/î dizivire û ji ber hestên xwe newêre aliyên xirab yên dildarê/a xwe bibîne.
Evîndarî û bestandina zêde li dû xwe aloziyê jî tîne. Evîndar nikare aş bibe û dikeve asta bêsebriyê. Ew pêvajo piştî demekê dike paronayak.
Li gor pisporan ew hest jî rasterast girêdayî genetîka mirovan e û ji peresînê heta niha gelek kiras li xwe kirine.
Zanyar li ser vê mijarê hevpar difikirin ku evîndarî li mejî tevî guherînên razber, guherînên şanber lê yên ‘neberbiçav’ jî pêk tîne.
Pispor dibêjin evîndariya navbera du kesan ji ber zayîn, wextên xweş, pevşabûn û rewşên dijwar derketiye holê.
Lêbelê piştî ku armanc bi pêk tê, êdî peywendiya evîndaran ewqas biparonayî nabe. Piştî çend mehan “mehên xweş û hingîvê” diqede û hevalbendiya peywendîdar dest pê dike.
Hormona belaya serê mirovan
Ligel aşbûna evîndariyê hormonên rêjeya serotonîn û dopamînê dadikeve xwarê. Lê nêzîkahî bi asta oksîtosînê dewam dike. Lê ger hormona oksîtosînê jî bê daxistin dê evîndariya du kesan jî bi dawî bibe. Ew asta oksîtosînê jî gelek caran ligel demê bi dawî dibe.
Ango têkiliya domdar a du destgirtiyan ne ji ber dopamînê ye, lê çiqas kêm be jî ew di rêjeyekê de dimîne.
Teoriyek din jî heye dibêje evîn û dildarî ji ber peywendiya zarok û dayikê peresîn derbas kiriye û heta roja me ya îro hatiye. Ji ber ku di evîndariya romantîk te daxwaz heman nebe jî hestên parastin û xwedîderketinê di heman radeyê de ye.
Ji ber ku him mirov, him jî ajal gava ji hezkiriyên xwe veqetin dikevin nav hesteke kûr. Ji ber vê jî ji bo ku êş û keser tunebe hewcedariya bihevrebûnê peyda dibe. Lê her carê encam li gor dilê mirovan naçe, veqetîn pêk tê, dil dişikî û êş û keser ligel şikestineke mezin li dor mirovan digere.
Tê gumankirin ew hest xwediyê binyateke peresînê ye.
Ango pergala lîmbîk a di mejî de ji bo heyama evîndariyê roleke mezin dileyîze. Tê gumankirin ev pergal tevî mirovan ligel gelek jîndaran jî heye.
Bi kurtasî evîn bi hezeran sal in heye, her serdem bi rûyekî din bi kirasekî din pêk hatiye. Lêbelê herî dawî li bal mirovan ew hest bêhtir xort bûye û bûye sedema şerên dinyayê jî.
Evîndarî dikare şerekî mezin jî bide destpêkirin, aştiyeke xort jî pêk bîne.
Pispor herî dawî wisa xalek li evîndariyê dixin. “Ger evîn nebûya mirovahî nedihat vê astê, bêyî hezkirin em çênedibûn.”
– Cûneyt Ewrareş / Twitter @cuneytewrares
EVRIM:PERESAN/WERAR, NOROLOG:TÛRENAS, SEX:GAN,ANALIZ:DAHÛRAN