APPLE DEMJIMÊRÊN XWE YÊN ZÎREK DA NASÎN

Şîrketa Apple a Emerîkî piştî bendewariya 4-5 salan demjimêrên xwe yên zîrek derxist holê.

Navê demjimêrê Apple Watch e. Kesên bikarhêner dikarin bi riya Apple Watch’a xwe li bazarê pêdiviyên xwe bikirin. Herwiha demjimêr çavdêriya rewşa tenduristiya bikarhêner dike.

19

Rayedarên Şîrketê diyar kirin ku hilberîna demjimêrê li ser daxwaza alîgirên wan û bi armanca nîşandana hêza şîrketê bûye.

Biryara di demjimêra zîrek de gelek programên komputerê û pêtiviyên teknîkî yên rojane werin bicih kirin. Bi wê armancê jî şîrketên weke BMW, Facebook, Kontnintel Holdîngê jî mijûlî bicihkirina programên xwe di demjimêra Applê de ne.

Nirxê demjimêrê ji 349 dolarê destpêdike lê pirsgirêka ku tê texmînkirin di bikaranîna demjimêrê de derkeve holê, ewe ku bi şarjê dixebite û şarxa wê jî bi tenê têra 5 demjimêran dike.

Çavkanî: Hawarnet.net – Zanist û Teknolojî

Şîrove Bike