Nivîs: | Parzemîn | Wêne: | NatGeo / Alamy |
ARJANTÎN: ÇEMÊ IGUAZU’YÊ
Dinya nûwazeyên sîrûştiya ku beşek ji mîrateyeke mirovahiyê ne, herikîna bi mîlyonan mîtrokûp li vejenê dinêrin. Mirov ji xwe re dibêje ku, ev av ji wan re mîna ava heyatê ye, jixwe naqede û hizir dikin ku ev av qet xilas nabe. Lê ev bawerî teqez ne rast e!.
Rûyê erdê ji sedî 70 av e. Me vê îstatîstîkê, di zaroktiya xwe de hinbûye. Tiştê ku em nizanin jî; ji van avan tenê ji sedî 3 ava vexwarinê ye. Ango em tenê dikarin 3 ji sedê vexwin. Berî ku em xetereyan û kutahiyan bisinifînin, em binêrin ka di derbarê çemekî nûwaze ya sirûştî de û di pergalên avê de gelo çi dizanin. Gelo haya me ji wan heye an na? Herwekî ku daristan hewayê dinyayê paqij dikin, herwisa dibe ku çem jî rehên dinyayê bin. Heke rehek asê bibe, jîyana hemû cureyan dikeve xetereyê û çerxa sirûştî bi awayekî negatîv bi dawî dibe.

ZIWAHÎ
Mirov, di zeyîkirina avan de rêbazên wisa destberedayî bi kar tîne ku, êdî ji ber wan tevgerên xelet, gelek çem hatine asta ziwabûnê. Besterûbara[1] hinekan diguherin, hinek jî bi bendavan têne girtin. Yek jî xetereya qirêjî û gemariyê heye. Li gorî zanyaran ji sedî 90ê hemû çemên ser rûyê erdê bi heman xetereyê re rûbirû ne. Li ser rûyê dinyayê ji 5 kesan, yek kes nikare ava paqij bi dest bixe û nikare vexwe. Yek ji sedema mirina jîndaran bêavî ye.
HEMÛ JÎNDAR HEWCEDARÊ AVÊ NE

Çemê Iguazuya bêhempa ya Arjantînê, li ser sînorê welêt ya Paragûay û Brazîlê ye. Sûlava ku bi çem re hemnav e jî têra vegotina hêza avê dike û hewce nake ku êdî em biaxifin. Ava ku ji vê sûlavê diherike, tenê ji sedî 1, ji ava vexwarinê pêk tê. Li dûv vê hêza ecêp û vê delaliya mestdar de, rastiyeke ecêb heye. Ew ji ew e ku gelek çemên dinyayê di xetereyê de ne. Bireha[2] kêmzêde ya Sûlava Iguazuyê di çirkê de milyonek û 400 hezar lître ye. Di demsala taviyan[3] de jî bireh heta 6 milyon lîtreyan derdikeve. Ev pîvan, ev yek tê vê manê; gava hemû welatiyên welêt di heman demê de bi ava bendavê serê bîşon.
Iguazu xeteke faya jeolojik a beriya 200 hezar salan e ku 2.5 km dirêj dibe û bûye sedema 275 heb sûlavan ango ji ber vê fayê bi sedan sûlav hatine dinê. Ji van sûlava a herî mezin û navdar, Avtenga Şeytanê ya ku bi bilandahiya xwe digihêje 70 mîtroyan.
Di hemû sûlavan de, leza herikîna avê ji 20 km’yan tu carî zêdetir nabe. Hêza sûlavan di rastiya xwe de xemginiyekî dijwar dihewîne. Ew jî, gelek çem hene ku, nikarin ava xwe zelal bigihînin behrên bi heybet.
TALÛKEYÊN HERÎ GIRÎNG
Ji bo çandiniyê ji çeman av gelek zêde tê kişandin. Çem berî ku bigihêje behrê jixwe ziwa dibe. Gelek çem hene ku bi vî awayî ziwa bûne. Pirsgirêk tenê ne kêmbûna ava çeman e. Di nava van avan de talûkeyên din jî hene. Di gelek çem û rûbaran de, tevî masiyên somon ên ku li cobarê we de jî dijîn,hema bibêjin qet masî nemane.
Di nav ava çeman de celebên ajalan yên cur bi cur tune ye, lewra ji zû de ye çem tên lewitandin. Ku di çeman de kêmbûna cûrbcûrî ya bîyolojî hebe, ev nîşan dide xebateke ne çewt heye. Di çeman de divê destûr nedin xebitîna nerast, lewra di pergalê de kêmbûneke biçûk, dê pêşî tesîreke neyênî li ser mirovan bike. Çem av dide erdê me û bi anîna xilteyan[4] axa me bi bereket dikin. Ji bo çandiniya av ji bo mirovan qadên baş ên çandinê jî, tîne.
Jiyana ku ji çeman tê û nîşaneya zêdeyî ye, em dikarin qadên jiyanê û bajarên ku li ber çeman hatine sazkirin mînak bidin. Misra li ser Çemê Nîlê, wekî Parîs, Qahîre û Londonê.
Çem, bi taybetî xwediyê qadên ekopergaleke ne yên ku xweş tên sererast kirinin.
Heke çavkaniya gemariyê were kifşkirin û piştre jî bê paqijkirin, hemû çem di bingeha xwe de gengaz e ku pergala wan a hîmî bê xelaskirin.
> Ji bo ku em bizanin ka ev av, çawa rasterast tesîr li cûrbicûriya biyolojîk a çeman dike, heke em li çend endustriyên ku av lê tên bikaranîn, bînin bîra we.
Li herêma Iguazuyê Parka Neteweyî Iguazuyê heye, ew park him ya Arjantîn him jî ya Brazîlê ye. Ev parka ku ji bo cûrbicûriya ekolojik roleke girîng digire, di sala 1934an de hatiye sazkirin û hemû xweşikiyên Arjantînê têde hene. Faûneya parkê ya ku 550 km2 qada wê heye, jî xwediyê gelek renginiyan e. Di nava parkê de çemê Iguazuyê derbas dibe. Di parken ku li herêma Iguazuyê hene, 400 hezar cûreyên çûkan hene û her wiha nêzî 2 hezar jî cûreyên gihayan li wê derê şîn dibin.
PERAVA ÇEMÊ IGUAZUYÊ
Xunavên ku ji ser sûlava Iguazuyê ber bi parkê ve diçin û dibin ewrên dilopik, baran û germahiya dûvdirêj, li herêmê rêjeya hêwiyê ji sedî 90 zêde dike. Daristana ku bêhn distîne jî oksîjena hewayê kêm dike û her sal, serî hektarê 100 ton av vedixwe. Çem ji bo cûrbicûriya biyolojik a dinyayê peywireke gelek zehmet hildide ser milên xwe. Lewra peravên çeman li herêmê dibin derdorên zêde hêwî. Di çeman de ji bo ku gelek cûreyên zindî bijîn, cih û war çêdibin. Organîzmayê zindî ku li cihên din nikarin pêşvebiçin, tenê dikarin li peravên çeman bijîn.
CUREYÊN LI IGUAZUYÊ
Bi sûlavên bêhempa yên li hawirdorê, di nav cûreyên ajalan de yên ku li herêma Iguazu hene, tîmsehên pir taybet û çûkên şivanxapînok[5] yên ku bi tevgerên xwe wek xapînok tên nasîn pir in.
TÎMSEHÊN IGUAZUYÊ
Tîmseh di zanîstiya bîyolojîyê de nîşaneya rêkûpêkbûna ekosîstema çeman e. Heke Tîmseh baş bin, nexwe çem û hawirdor jî baş e. Heke hejmara Tîmsehan kêm be, divê bê fikirîn ku gelo ka pirsgirêk çi ye?
Li çemê Iguazuyê û hawirdora wê çavdêrîkirina veguhestinan gelek girîng e. Lewra bi xêra van çavdêriyan, derûdor jî bi qasî tîmsehan tên kontrol kirin. Dema hejmara tîmsehan kêm dibe, tê fehmkirin ku hejmara nêçîrvan û nezan zêde bûne û demildest tevdigerin.
Li derdora çemê Iguazuyê tîmseh di xetereyê de ne. Xetere jî ew e ku tîmseh bi hêsanî ji daristanê tên avêtin. Nêçîra tîmsehan çawa ku tê zanîn hêsantir e. Tîmsehên di Iguazuyê de ji bo ku çivîk, ajalên biçûk ên guhandar[6], qalikdar[7] û kûsiyan bigirin, xwe cihên ku şînahî lê zêde ne, pir vedişêrin.
Tîmsehên nêr ên gihîştî dibe ku heta 90 kîlo giran û 2 mîtro û nîv dirêj bibin.
Tîmsehên mê, 20-60 hêkan di hêlînê de ya ku li ber avê çêkirine, dikin û 90 rojan çavên xwe li ser digerînin. Derketina timsahan a ji hêkan gelek balkêş e. Lewra ji bo ku hemû ferxik di heman demê de ji qalikan derkevin û bi hev re xwe bavêjin avê, tîmseha dayîk dengekî derdixe. Hemû ferxik li ba hev in, bi vî awayî xwarina meymûn, qumqumok û çivîkan gelek zor dibin.
Peresîna[8] tîmsehên li Iguazuyê ji aliyê lêkolîneran ve bi awayekî dirust tê şopandin. Tîmsehên ku tê girtin “bejna wan tê pîvan” û piştî hejmartina wan serbest tê berdan. Bi rastî hewceyê gotinêye ku em bibêjin, di mirina û tunebuna tîmsehande “mirov” roleke mezin dileyîze.
Nêçîrvanên bazirgan, tîmsehan ji bo çerm û goştê wan bifroşin, dikujin.
ÇÛKÊN SÛLAVAN
Cûreyek çûkên ku di herêma Iguazuyê de hene, yek ji wan jî çûkên sûlavan e. Her sal bi hezaran çûkên sûlavan ên gihiştî tên Iguazuyê. Di navbera qelşên hevrezan[9] de hêlîna xwe çêdikin û li pişta avê hêk dikin. Ev yek çûkên taybet baş diparêze, lê belê bedeleke wê jî heye. Ji bo çûkan perdeya ava ku bi fişar tê derbaz dibe zehf zor e. Çûkên sersûlavan mecbûr in vê derbazbûnê hînbibin. Heke av li wan bikeve, ji ber fişara avê dibe ku bimirin. Li herêma Iguazuyê gelek çûkên sûlavan di ceribandina ewil de can dane. Gelek çûkên ku bi vî awayî mirine hatine raportkirin.
AVA ÇEM ŞÎLO BÛ
Erdên çandiniyî bi taybetî di salên 80yan de belav bû. Ji bo ku gelek cihên çandiniyê vekin, dest bi tûnekirina daristanan kirin. Ji ber tunekirina daristanan, dema baran dibare ax dibe û herî hêdî hêdî tevlî avê ku kombûne dibe. Ji ber vê yekê êdî avê çeman ne zelal in. Cûreyên ajalan ku di ava zelal de dijîn, qedrê jiyana wan kete xetereyê.
IGUAZU Û TÛRÎST
Her sal bi milyonan turîst tên serdana parka Iguazuyê. Di dinyayê de cihê herî zêde tê ziyaretkirin yek ji wan jî Iguazu tê zanîn. Diravên ku ev turîst bi xwe re tînin, dibe ku bi kêrî parastina Iguazu û cûreyên xweyî malê bibe. Çawa ku em her tim dibînin, tenê ji sedî yek diravên ku turîst xerc dikin, ji bo parkê tên bikaranîn. Heke ev pereyên ku bi milyonên turîst li pey xwe berdidin baş bên bikaranîn û ji vê diravî ku ji sedî rojekê baş ji bo parastinê were veqetandin, wê gavê ev serdan bi wate dibin.
[1] Kanal / cih – cihok / river-bed
[2] Debî / [en: Volumetric flow rate] / di dereke rûbarê de di saniyeyê de qewareya herikîna avê.
[3] Demsala barana guj.
[4] Xilte, bermahiyên ku kêrê tiştekî nayên (di vê hevokê de wek erênî ye – aluvion axa multî-mîneral ya kêrdar)
[5] Cureyek ji çûkan e, “ebabîl”
[6] Ajalên bi guhan ango bimemik.
[7] Ajalên bi qalik, kêvjal û kêzik hwd.
[8] Evolution.
[9] Kendal, zinar.
Parzemîn Solutions