AVA KU RENG DIDE GERSTÊRKA ME: OKYANÛS ÇAWA ÇÊBÛN?

Ewrên li okyanûsan
Nivîs: Menazîr Aslan Wêne: Alamy

Dema em ji fezayê berê xwe bidin Erdê, em ê bibînin ku ji sedî 70yê wê ji okyanûsan pêk tê. Kûrahiya okyanûsan kêm-zêde 3700 mîtroyî ye. Gelo ev ava ku parzemînan derdixe holê, atmosferê pêk tîne û çavkaniya jiyana me ye ji ku derê derketiye û çawa pêk hatiye?

Niha li okyanûsan, ji hûtan bigirin heta bakteriyan gelek cureyên jîndaran hene. Okyanûs hêmanên sereke yên ekolojî, kişwerî û şertên hewayê yên gerstêrka me ne. Ew ba û bahozan radikin, ewran derdixin holê yan jî qeşayê didin girtin û bi ava binê behran cemseran didin avakirin.

Lê ev okyanûs di destpêka çêbûna rûerdê de tunebûn. Ava ku çavkaniya her tiştî ye, beriya 4 û nîv milyar salî û gava dinya ava bû li ser rûerdê tunebû. Piştî dinya pêk hat wek madeya qeşagirtî ji fezayê hat erdê. Wî çaxî gerstêrka me ji ber ku lê her gav çiyayê agirîn diteqiyan bi axa xwe hişk û ziwa bû.

Pêkhatina hîdrojen û oksîjenê

Molekûla avê ji du atomên hîdrojen û molekûleke oksîjenê pêk tê û li gerdûnê duyem hêmana herî zêde ye.

Molekûla avê

Hîdrojen piştî Teqîna Mezin derketiye holê. Beriya 13,7 milyar salî gerdûn bi vê teqînê pêk hat. Di dema wê teqînê de enerjî wek radyasyon û partîkûl tîr bû û bû hêman.

Piştî Teqîna Mezin di nava her 3 deqeyên ewil de elektronên nû çêbûn û proton hedî hedî hevdu kişandin. Hemû hîdrojena li ser gerdûnê vê kêliyê çêbû û wek atoma herî berbelav heya îro hat.

Atoma oksîjenê jî piştî bi milyonan salî derketiye holê. Dema gerdûn berfireh dibû ewrên hîdrojenê jî hatin bal, bi hev tîr bûn û helyûm pêk hat. Stêrkên ewil heta ku -hîdrojena bingeha wan- xilas bibe bi milyonan salan şewitîn. Di vê heyamê de stêrk têk çûn û helyûma wan gihişte hev.

Nebula

Dema fûzyon ji gelek qonaxan derbas bû, ev stêrkên ewil ji helyumê bigirin heta hesinê gelek elementên giran pêk anîn. Di dawiyê de ji ber ku rakêşiya (erdkêşî) wan têra gihandina atomên giran nekir stêrd teqiyan û temirîn.

Di encama vê teqînê de ewrên karbon, neon, sûlfûr, sodyûm, argon, klor û ya herî girîng jî atomên oksîjenê derketin holê.

Beriya 5 milyar salî, atomên hîdrojen û oksîjenê ku bingehên molekûlên avê ne, di nav nebulayan[1] de difiriyan. Ji ber pêketina gazên hîdrojenê yên di nav nebuleyê de Tav pêk hat.

Rasthatineke Jiyanî

Ev nebula jî dûrî rakêşiya Tavê, di nav molekûl, atom, karbon, silîkon û tozên din ên elementan de digeriya. Ev malekûlên avê gava rastî hîdrojen û oksîjenê hatin pêk hatin.

Ev heyam hedî hedî derbas bû. Hin atom beriya wextê xwe, hinek jî bi derengî hevdu girtin. Kêm caran jî atomên oksîjen û hîdrojenê di heman demê de têra xwe digihan hev û diketin pêkhatineke kîmyewî.

Hemû libên tozê ji vê merheleya sed-hezar salan derbas bûne û tebeqeya qeşayê ya li derdora xwe mezin kirine. Wextê Pergala Tavê gihişt umrê xwe yê milyonek salî toza karbon û silîkonê bi qeşayê hatibû dorpêçkirin.

Ev parçeyên tozê hingî gihane hev pêşî bûn kevir, piştre bûn zinar, meteor û di dawiyê de jî bûn gerstêrk. Yanî hemû perçeyên di Pergala Tavê de beriya bi milyonan salan bi xêra tozên stêrkên teqiyayî pêk hatine.

Heta domayiya milyon salên pêşî grovereke ji lat û qeşayê pêk tê li derdora tavê digeriya. Piştî 20 milyon salî Dinyaya niha ku em lê ne û gerstêrkên li derdora me pêk hatin. Beriya 4 û nîv milyar salî li Dinyayê lav, magma û zinarên heliyayî hebûn û tu nîşaneyeke jiyanê nebû.

Bi hezaran salan baran barî

Ji wan zinaran yek jê ewqas mezin bû ku perçeyekî ji Dinyayê bi xwe re bir û Heyva me ye ku niha li derdora Erdê digere pêk anî. Li Dinyayê jî ji ber rizîbûna elementên radyoaktîf germahiyeke kujende çêdibû.

Ava li ser ruyê erdê hema hema ji ber zinar û perçeyên qeşayê yên ku jê pêkdihat çêbûbû. Lê ji ber ku hêj atmosfer çênebûbû ev molekûlên avê dikeliyan û wek hilmî difiriyan fezayê.

Di vê navberê de ji ber bûyerên jeolojîk ji gerstêrkê av dipijiqiya. Elementên giran ên wek hesinê ber bi navenda gerstêrkê diherîkin û dendika hesin û mantoya niha ya Dinyayê pêk anîn. Manto her ku sar bibe av û hêmanên hêlm derdiketin ser rûyê erdê. Kela ava germ jî ji çiyayên etûnî dipijiqî.

2 teyr li ser sîpanên (çiyayên qeşayî) daniştine.

Bi vê yekê beriya 500 milyon salî atmosfera Dinyayê hat ser hemdê xwe û germa wê jî bi rêkûpêk bû. Hilma derdikeve derve cemidî û di dawiya vê de baran barî. Ev baran jî bi hezaran salan dewam kir.

Ligel vê li ser rûyê erdê têra xwe av kom bûbû. Lê gerstêrk hêj germ bû û ava heyî têra çêbûna okyanûyan nedikir.

Bi hezaran dûvstêrk li dinyayê ketin

Kratereke Cemedê Avê (ESA, Mars, 2005)

Okyanûsên me ji gelek perçe û cihên cuda pêk hatine. Di heyama baranê de her gav meteor û dûvstêrk li gerstêrkên di Pergala Tavê de dixistin. Em dikarin şopên lêxistinê li ser rûyê Heyvê jî bibînin.

Niha em nizanin çend tişt li Dinyayê ketine û çiqasî av barkirine Dinyayê. Lê ev bombebaran beriya avabûna Dinyayê ji 4 û nîv milyar salî, heta beriya 3,8 milyar salî devam kiriye.  Piştî ku ev heyam bi dawî bû edî li Dinyayê okyanûs çêbûn.

Em hêj nizanin ku dûvstêrk û meteor ji ku hatine

Venûs

Lê ji bo berdewamiya okyanûsan hewce bû ku Tav têra xwe ji Dinyayê dûr be. Dinya heke li cihê Venûsê be wê av zûwa bibe, li cihê Marsê be wê av qeşayê bigire.

Lê Dinya piştî milyarek salî, bi atmosfera xwe ya nûwaze, bi cihê xwe yê lêhatî yê li Pergala Tavê û jîngeheke rêkûpêk heta îro okyanûsên xwe parastine.

Parzemîn Solutions

 

[1] Nebula – Ewrên ku ji bermayiyên stêrkan pêk tê.

Şîrove Bike