AVÊN JÊRZEMÎN AN GERMAV

Wekî tê zanîn, ji ava berf, baran û qeşayê ve qismek tevlî çeman qismek jî tevlî bin erdê dibin. Ava ku bi riya derz, qelş û çalan dadikeve bin erdê, di zag û şikeftên binerdê de kom dibin û avên bin erdê pêktînin. Avên bin erdê, li gor kûrahiya xwe, an sar an jî germ in. Ên ku ji rûyê erdê û ji magmayê dûr in sar û yên ku nêzî magmayê ne germ in.

Tu av, di bin erdê de herûher namîne; piştî ku bi têra xwe kom dibe û ditepise, zorê dide derdora xwe û ji deverên qels çeperên xwe diqelişîne û bi riya van qelşan dihere û derdikeve rûyê erdê. Bi taybetî avên germ û kelekel, di warê zext û çewsandinê de hêj zêdetir xwedîbandor in. Keldûmana ku ji van avan dertê, zorê dide qalikê erdê û ji bo derketina rûyê erdê li derfetan digere.

Nîgarek di derbarê pêkhatina avên germ û qonaxên vê yekê

RRR

(Agirdang, tebaxa magmayê ye ku di zikê gerstêrka me de ye)

Avên sar; wekî ku me destnîşan kir heke derfetek suriştî bibîne, jixwe derdikeve, na heke nebine jî bi riya çalvekirin û bîrkolandinê ava wê tê bidestxistin. Lê avên germ, ji xweber û ji xwedayî ve dertên rûyê erdê. Ev derhatin, bi 3 awayî dibe; heke tebeqeya avê li ser pişta magmayê (agirdank) be û di rewşeke keldûmanî de be, bi awayekî pijiqandî û bi dirûvekî keldûmanî dertê; na heke li ser bingeheke volkanîk (agirpêj) ya bi tevger be û bi tevgera volkanê car caran ligel kelekelê, keldûmana xwe jî zêde be, wê çaxê bi şêwazekî keldûmanî hildipijiqe. Ev pijiqîn, carna bi qasê 50-100 mîtroyan bilind dibe. Awayekî 3emîn jî derketineke asayî û wek dizîna aveke rewa ye.

Bi saya helandina ava germ, kilsa ku ji bin erdê û ji zinarên kilsîn hatiye herişandin, li pêplikên Pamûkkaleyê herwek girseyên pembû dixuyin.

Avên germ, li her der û deverê xuya nabin; ji bo peydabûn û pêkhatina wan, divê hinek zirûf û mercên siruştî hebin. Yek ji van, divê ew herêm cihûwarê erdhêjê be; ya duyem divê li wê herêmê xet û xeterêkên erdhêjê derbas bin. Ev cih û war jî bi piranî deverên şikestî û brîndar ên rûzemîn in. Ango bi tepisandin û çewsandina enerjiya bin erdê, ji qalikên zemîn qismên tenik û qels diqelişin û ji van qelşên zemînî an volkan dertên an jî li seranserê van qelşên rûzemînî erdhêj diqewimin. Ji bo vê yekê li serê cîhanê xêzik û xetîlên germavan, bi deverên volkanîk û erdhêjî ve serbiser û hevşop in.

 Yek ji germika keldûmanê; bi mîtroyan keldûman hildikişe jor.

Ev bilindbûn û pijiqîna keldûmanê, bi saya germahiya zêde û kelekela ava jêrzemîna li ser magmayê pêktê.

Di zimanê kurdî de (kurmancî û dimilkî), ji wan cihan re“Germav” tê gotin ku li wan deran ava germ derdikeve û ew av ji bo tenduristiyê tê bikaranîn. Car caran jî bi navê “Germik” an “Germûk” tên binavkirin. Li Kurdistanê li devera Agiriyê germava Diyadînê, li devera Amedê germava Germûkê, li devera Çewlikê germava Germûkê, li devera Dihê ya Sêrtê germava Hestayê, li devera Dêrsimê germava navendê û yên Mêzgir û Harikê, li devera Semsûrê germava Germûk ya li Besniyê, li devera Rûhayê germava Qereliyê û herwiha… dema em vedikolin diyar dibe ku ev germav, bi tevayî li ser xeterêza erdhêjê ye.

Avên germavan ji ber ku ji kûrahiya erdê dertê û bi çavkaniyên xwe nêzî magmayê ne, saledem germahiya wan naguhere û tim wekî xwe ne. Herwiha ji ber ava germ, di riya derhatinê de gellek mîneral û xwiyên siruştî ligel xwe derdixe rûyê erdê. Ev yek, ji bo gellek nexweşiyên der û hundir ên mirovan derman û wesîleya dermankirinê ne. Ji ber vê yekê, ji avên germ ên xwedayî re, di heman wextê de “avên şîfadar” tê gotin.

Bi saya pergalên lûleyî, bidestxistina enerjiya keldûmanî (Jeotermalî)

 Germav, tenê ne ji bo tenduristî û nojdariyê tê bikar anîn; di heman wextê de, di germkirina avahî û serbanan de, di hilberîna enerjiyê de û bi vî rengî di gellek waran de tête bikaranîn.

Xwedê hez ke, di hêjmara pêş me de, em dê li ser “Germava Germûkê” an “Çêrmûg/Şamkuş”ê rawestin.

Jêder: Kovara Zanko

Şîroveyek

  1. Ma nivîsa bê nivîskar dibe gelo?

    Bala min kişand; nivîskarê vê nivîsê kî ye, çima naxuye?

Şîrove Bike