Dîmen: Sinan Yildiz | Jêderk: Wikipedia Kurdî |
Anî bajarekî dîrokî yê li Qersê ye û paytexta kevnar a Şedadî û xanedana Bagratuniyan e. Bi sedan sal in bêkes e wêran bûye.
Bajarê Anî îro dikeve ser sînorên Ermenistan û Tirkiyeyê û bilindahiya bajêr 1338 mîtro e. Li dora wê newaleke kûr heye e û cemê Axûryanê yê ku sînora du welatan destnîşan dide, ji kêlekê ve derbas dibe. Anî ji bajarê Qersê qasî 42 km dûr e û li basûr-rojhilatê bajêr disekine.
Ji xeynî katedral û dêrên bêhempa, mizgefta Menuçehr jî li Anî peyda ye.
Anî di cavkaniyên ji sedsala 5’mîn de wekî war û kelheke Ermenî derbas dibe. Di sala 763’an de kete destê Bagratîdên Ermen û di sedsala 10’mîn de wergeriya yek ji bajarên herî girîng ên herêmê. Qralê Aşot III ê Bagratûnî ku ji 951’an heta 977’an desthilatdariyê dikir, Anî di sala 961’an de weke paytexta qraliyeta xwe hilbijart. Gava bajar di sala 1045’an de derbasî Bîzansiyan bû, Anî ya ku dikeve ser riya hivrîşîmê bi navê “Bajarê hezar û yek dêran” bi nav û deng bû û gelheya wê 100 hezaran derbas dikir.
Di roja 16’ê tebaxa 1064’an de Anî ji aliyê Selçûkiyan ve hat bidestxistin û kete bin hikma îslamiyan. Siltan Alp-Arslan bajêr di sala 1072’an de da Şedadiyan. Şedadiyên ku xanedaneke kurd a li Gence û Diwînê bûn li Anî serdestî dikirin heya ku bajar di sedsala 12’mîn de kete nav qraliyeta Gurciyan û bi vî awayî ji nû ve kete destê Xirîstiyanan.
Ji sala 1125’an heta 1209’an ve çend caran ser derket û Anî di sala 1239’an de kete bin destê moxolan. Di sala 1319’an de – Anî êdî ji aliyê Aq Qoyunlu û Qara Qoyunluyan ve dihat rêvebirîn – erdhejeke pir giran pêk hat û pirraniya bermahiyên dîrokî zerar dîtin. Ji sedsala 14’emîn pê ve êdî gelheya bajêr her ku çû kêmtir bû. Ji sala 1534’an pê ve Anî kete nav sînorên împaratoriya Osmaniyan û ji 1878’an heta 1917’an herêmeke împaratoriya Rûsî bû.
Di salên 1892/1893’an û 1904-1917’an oryentalîstê Rûsî Nikolai Jakovlewîc Marr cara ewil lêkolînên arkeolojîk pêk anî.
National Geographic Kurdî