BAJARÊ PAQIJ, EWLE Û ÇALAK: TOKYO

Kesên ku li Tokyoyê dijîn, ji bo vî bajarî dibêjin “pir-rû” Li cihanê yek ji bajarê herî têr û çalak e. Di heman demê de ji bo biyaniyan jî cihekî xweş e.

Tokyoyiyên ku hînî biyaniyan bûne, li hemberî turîstan gelek bi sebr in û alîkariya wan dikin.

Pispor dibêjin, Tokyoyî ji bo Olîmpiyatên sala 2020î êdî hîn bêtir giringiyê didin hînbûna zimanê Îngilîzî.

Daily Life At Japan's Tsukiji Market

Tokyo paytextekî herî bi ewle yê Cîhanê ye. Wek mînak dema muşterî li Starbucksê cih vediqetînin cizdanê xwe li ser maseyê dihêlin.

Mirovên li wir, him ji qadên taybet yên însanan û mahremiyatên wan re rêzdar in him jî qadên raya giştî paqij digirin.

Helbet ev taybetmendî tenê bi serê xwe nayên wateya ku ev bajar mirovan aciz dike. Kevneşopiya kafeyan, klûb û bar bi taybetî li navenda bajêr berbelav in.

DIVÊ LI KU DERÊ BÊ MAYÎN?

Ji kesên ku dê li Tokyoyê bi cih bibin, navenda bajêr tê pêşniyazkirin.

Akihabara - Mecca Of Electronics

Rawestgehên dawîn ên trênan  him nêzîkî behr û cihên şinahî ne him jî çûnûhatina ji bo wan deran rihet e; loma mirov dikare li wan deran jî bijî.

Niştecihên Tokyoyê hay jê hene ku avahîsaziya bajêr  pir ne balkêş e.

Him xaniyên şexsî him jî avahiyên bilind divê li hember hezazê zexm bin.

Ji ber vê yekê jî ji xweşikahiya avahiyan bêtir bikaranîna wan ya hêsan û qahîmbûna wan giring e.

Lê carna di nava hin avahiyan de ku ji derve wek asayî xuya dikin hin surprîz jî derdikevin pêşberî mirovan.

JAPAN-WEATHER-AUTUMN

Mînak wek ku di nav avahiyên ofîsên kar de xwaringeheke xweşik derdikeve pêşberî mirovan.

DIVÊ MIROV BIÇE KU DERÊ?

Tokyo bi saya devera xwe ya navendî gelek guncav e ku mirov biçe herêmên din ên Japonyayê.

Germav, ji bo betlaneya dawiya hefteyê dibe ku cihên xweş bin.

Boxes of sake gift sets are displayed at the Mitsukoshi department during a sales promotion to kick off the summer gift sales in Tokyo on May 28, 2014. Japan's department stores open special large floors during the summer gift season and the average of per-customer spending is 23,000 yen (230 USD), the Mitsukoshi said. AFP PHOTO/YOSHIKAZU TSUNO (Photo credit should read YOSHIKAZU TSUNO/AFP/Getty Images)

Menzereya Çiyayê Fujî ya herêma hakona ku 100 kîlomîtroyî li Başûrê Tokyoyê ye ji bo geşt û gere navendeke giring e.

Herêma Okutmayê jî bi daristan û kanyonên xwe navdar e.

JAPAN-WEATHER-SNOW

Cihên balafirgehên nêzî Tokyoyê jî gelekî baş in. Lewra mirov dikare bi balafiran di nav 4 saetan de biçe Taywan, Seûl û Şanghayê.

GELO TOKYO BAJAREKÎ BIHA YE?

Tokyo wek bajarekî biha tê zanîn.

Di Endeksa Debara Jiyanê ya Mercerê de di sala 2012an de bû yekemin û di sala 2014an de bû heştemîn.

TOKYO, JAPAN - MARCH 13: Shibuya is famous for its scramble crossing, it is located in front of the Shibuya Station Hachiko exit. Shibuya Station and surroundings will be undergoing major redevelopment over the coming years. Tokyu Toyoko Line Shibuya Station will be relocated underground and will join the Fukutoshin Line in March 2013. (Photo by Keith Tsuji/Getty Images)

Lê belê tê gotin, heke mirov xwe ji tiştên wek penîr, şarap û yogayê dûr bixe ku ev yek wek tiştên “luks” ên Ewropayî tên hesibandin, Tokyo li gor gelek bajarên Ewropayê erzantir e.

– Edîbe Boga / National Geographic Kurdî

Şîrove Bike