Economist Intelligence Unit (EIU) lîsteya 5 bajarên herî ewle yên cîhanê eşkere kir û derbarê van bajaran de fikrên niştecihên ji wir wergirtin.
Osaka
Tokyo wek bajarê herî ewle yê cîhanê tê zanîn. Lê ew aramiya ku li seranserê Japonyayê heye, li Osakayê jî heman e. Mirov bêyî ku tevdîr bistîne an jî biparêze dikare amûrên xwe li derve bihêle.
Mirov dikarin heta nîvê şevê bigerin. Jin dikarin li cihên ku zêde kes naçin wir pir rehet bigerin. Li bajêr bazirganî serdest e û gelê wir xwîngerm e û ji sohbetê pir hez dike.
Amsterdam
Amsterdama ku serjimara wê ji milyonekê kêmtir e, li gor bajarên ku ketine lîsteya EIU’yê biçûktir e. Gelê bajêr gelek rehet e. Jiyana wan di nav liv û tevgerdariyê de derbas nabe. Jiyana wan bi teşqeleyê derbas nabe.
Lê ji ber ku bajêr li ser avê hatiye avakirin ne mimkûn e ku mirov ji xwe re xaniyekî rast peyda bike. Gelê bajêr, yên biyanî hişyar dikin û dibêjin: “Dema hûn goga tenîsê bidin aliyekî xaniyê, ew gog bi xwe hereket dike û ber bi aliyê din ve diçe.”
Sydney
Sydney bajarê herî mezin ê Awistralyayê ye. Lê ji bo ku ew kevneşopiya taxê hêj heye welatî xwe di nav ewlehiyê de hîs dikin. Kesên ku li heman taxê rûdinin girîngiyê didin hevdu.
Ji bo ku riyên peyayan bên zêdekirin 15 milyon dolar dê bê xerckirin. Bi vî awayî tê xwestin ku welatî zêdetir bimeşin.
Singapur
Ev bajarê Asyaya başûrê rojhilat pir girîngiyê dide sepandina qanûnan. Ev yek jî rehetiyê dide gel û gel xwe di nav ewlehiyê de hîs dike.
Li bajêr rewşeke aram û tena heye û tu tawîz nayê dayîn ku derbarê ol û netewan de henek jî bên kirin. Ev jî jiyana li bajêr xweştir dike.
Stokholm
Ji bo ku pir li bakur dimîne hin avantajên wê hene. Wek mînak rojên dirêj ên havînê. Ev rewş ewlehiyê jî dide bajêr. Li Stockholmê gelek parkên biqelîte hene. Ji bo vê yekê bo zarok gihandinê wek bajarekî îdeal tê dîtin.
Swêdî teknolojî di serî de ji bo gelek tiştên nû fireh in û ji bo van welatiyên wir wek xwedî tarzekê tên dîtin.
– Bariş Ozdemir