BASKÊN AV-NEKÊŞ ANGO AV JÊ DERBAS NABE

1-backyard-butterflies-10-12-0911

Per û baskên perperûkan[1] ne tenê bo firînê ne. Li alîyekî din av jî, ji wan nabihûre. Herwiha per û baskên perperûkan ewqas ciyawaze ku, hin endezyarên navneteweyî niha li ser dixebitin ku, mîna taybetmendiyên per û baskên perperûkan cureyeke cuda ya firokeyan çêkin.

Av, firîna balafiran asteng dike. Ne tenê av, cemed û qeras jî, ji wê xirabtir e. Per û baskên perperûkan ên ku xwar û mar xwediyê hilûbûna mûmê ne. Ew taybetiya baskên wan, dilop û rêtina avê 40 caran zêdetir hildipekîne. Bi rastî taybetmendiyek pir hêja û bêhempa ye. Xwedê Teala, piçûktirîn hunera xwe ya bêhember li ser baskên perperûkan pêk înandiye. 

Her kêlî û bêhn pir girîng e. Krîpa Varanasî yê ku li Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusettsê (MIT) xebatên xwe dike, diyar dike ku “Heke em dema hevketinê ya avê kurt bikin wê rû û hilûtî wê bêhtir ziwa bibe.”

varanasi

Ev projekte tiştekî tîne bîra mirov, seyehata bi balafiran her ku diçe zêde dibe û di sala 2013an de li Amerîkayê ji ber astengiyên sir û seqeman gelek dermanên kîmyewî dihate bikaranîn û heke projekt pêk bê û ew dibe ku ji bo wan balafiran jî bê şuxulandin.

Em hêvî dikin ku ew yek pêk bê, ku heke pêk were her sektor dikare ji wan sûd werbigire.

 

 

 

[1] Perperûk / pinpinik / pepûle / baperik

Çavkanî: Kovara Zanko – Hejmara 1’em

Şîrove Bike