National Geographic baştirîn wêneyên ajalan ên sala 2016’an eşkere kirin. Piraniya wêneyên ku hatine vebijartin ji dosye û xebatên din ên di bin fona National Geographic de ne. Wêneyên ji jiyana kovî yek ji beşa baştirîn wêneyan e.
Wêne: Charlie Hamilton James, National Geographic | Hirçekî boz qijikên termxur ji ser termê bîzonê mirar diqewirîne. Parka Neteweyî ya Grand Tetonê
Wêne: Brent Stirton, National Geographic | Gorîlekî piştezîv (silverback) yê ku ji malbata Mepuwaya 22 endamî ye, ji nav jungle’an derdikeve û çavên xwe li tîma venêrînê digerîne. Ev park ji bo parastina gorîlên çiyayî bi awayekî serkeftî tê parastin.
Wêne: Charlie Hamilton James, National Geographic | Bîzon û #elk (gakoviyên Kanadayê) zivistana sar li heman wargehê parve dikin. Li Wargeha Elkan a Neteweyî ya li nêzî #Jackson’a #Wyoming’ê.
Wêne: Ami Vitale, National Geographic | Ye Ye pandayeke mezin a 16 salî ye, xwe di nav parka parastî ya Rezerva Siruştî ya Wolongê dirêj kiriye. Navê wê ji karektera hevpar ya têkiliyên du gelên Çîn û Japon tê ku hogiriya her du neteweyan temsîl dike.
Wêne: Thomas p. Peschak, National Geographic | Hejmarek kûsî (kîsel) ji ber germehiya #Aldabra’yê ya li giravên #Seychelles (Şeyşelan) xwe sipartine bin şînahiyekê.
Wêne: Joel Sartore, National Geographic Photo Ark | Jûjiyekî birazîl ji kameraya wênegirê zoom-gir Joel Sartore forsek girtina wêneyan daye.
Wêne: Joe Riis, National Geographic | Koça ewil ya xezalan ku ber bi qada havînî ya li başûrrojhilatê Yellewstoneê cih digire.
Wêne: Brent Stirton, National Geographic | Ev kerkedan (Yekşax) li çewlîga John Hume ya li Efrîqaya Başûr diçêrin. Şaxê wan yê piraniyan hatine birîn, berovajiyê diranên fîlan şaxê kerkedanan dîsa bi xwe digehe.
Wêne: Brent Stirton, National Geographic | Nêçîrvanên bazirgan ji bo ku vî kerkedanî bikujin tifingeke bêdeng bi kar anîne. Nêçîrvan bi awayekî derzagonî ketine nava Parka Hluhluwelmfolozi ya Efrîqaya Başûr. Nêçîrvan wek endamê gundekî nêzîkê parkê dikevin nav gundan û ji wir jî derbasê parkê dibin. Ji bo ku şaxê wî jê bikin bi awayekî erjeng ajalî dikujin. Wêne: Ji wan kerkedanên reş (yekşaxên reş) îro tenê 5 hezar heb mane.
Wêne: Charlie Hamilton James, National Geographic | Ji nikulê sîsolekê (keçelok) #Rüppell’ê dirinde dilop xwîn dadikeve xwarê ku Rüppel bi awayekî hov nêçîrê xwe perçe kiriye. Ji ber ku serê xwe xistiye nav cendekê nêçîrê xwe stû û seriyê wî tev bûye xwîn.
Wêne: Aaron Huey, National Geographic | “Bear Jam” an jî trafîka ji ber hirçan. Hirçekî boz ku zarokên xwe hildane gel xwe li ser riya 92 mîlî ya Denaliyê rê girtiye. Wesayîtên li dû hirç li bendê ne ku hirç derbas bibin, ji ber ku ev der di havînan de tenê 5 roj ji wesayîtên taybet re vekîrî ne.
Wêne: Joel Sartore, National Geographic Photo Ark | Pengolîneke têjik ê Efrîqayê ku bedenê wê wek darên spî te rabûye ser pişta diya xwe.
Wêne: Tim Laman, National Geographic
Wêne: Charlie Hamilton James, National Geographic
Wêne: Charlie Hamilton James, National Geographic
Wêne: David Liittschwager, National Geographic
Wêne: Tim Laman, National Geographic
Wêne: Joe Riis, National Geographic | Di koça pronghornan (antîlobên Emerîkayê) de wêneyek ji teyrekê ku li ser şaxê pranghornê siwar bûye.
Wêne: Ronan Donovan, National Geographic