Du roviyên ku heta kuştinê şer dikin ji aliyê wênegir Dos Gutoski ve xelata jiyana kovî wergirt. Di wêneyî de xuya dike ku roviyekî sorik, roviyekî cemserê kuştiye û wî li gel xwe digerîne. Vê demê wênegirê amator Gutoski wan dixe nava objektîfê.
Gutoski ji BBC’yê re axivî û got “Yekem wêneyê herî baş e ku min girtiye. Bi taybetî sîmetreiyên li serî, li laş û li dûvê, weca wî her tişt nîşan dide”.
Li parka neetweyî ya Wapuskê jiyana du roviyan rastî hev tên. Bi taybetî roviyên sorik ên mezintir gava roviyên cemserê dibînin yekser êrîş dibin ser. Ev wêne jî wek yekem wêneyê vê rewşa hov e.
Di wêneyê yekemînê kategoriya bin avê Michael Awê Awistiyayî de ku li Afrîkaya Başûr girtiye, tê dîtin ku hûtek nêçîra sardalyayan dike.
Ev xebata Britta Jaschinkiyê Alman di beşa nûçegihanê wênegir de bû yekemîn. Ev pisîkên mezin ku diran û neynokên wan hatine kêşandin, li Parka Heft Stêrk a li herêma Guilina Çînê pêşandanekê dikin. Britta navê wêneyî daniye “Pisîkên Neçar.”
Ondrej Pelanek bi vê xebata xwe xelata Wênegirê Jiyana Hov a Ciwan a salê stand.
Amir Ben-Dovê Israîlî di beşa “Çûkan” de bû yekem. Ben-Dov ji bo ku bikaribe wêneyê van bazên lingsor bikêşe pênc rojên xwe dane û vî wêneyî jî di pênc deqeyên dawî yên roja pêncan de giritiye.
Di wêneyê Pere Solarê Spanyol de li keraxên Parka Bahia de Cadiz tê dîtin ku kevzên avê diteqin. Park li herêma Endulusê cih digire.
Wênegirê Îngilîzî Richard Peters bi wêneyekî din ê roviyan beşdarî pêşbaziyê bû. Peters navê wêneyî daniye “Meşvanê Siyê.”
“Çîroka du roviyan”: Don Gutoskî wêneyekî hovîtiya ajalan digire. Yek celeb, du cure; encam kuştin û serfirazî.
Wêneyê Edwin Giesbersê Holendî di beşa “Marîjok û Afirendeyên Amfîbî” de bû yekem.
Jonathan Jagotê Fransî wêneyê van sîsarkên gevez li Girava Lencois a Brezilyaya Bakurê Rojhilat girtiye. Jagot di beşa temena 15 û 17 salî de bû yekemîn.
Juan Tapiayê Spanyol bi vî wêneyî di beşa “Çavdêriyê” de bû yekemîn. Di wêneyê bergeh de xuya dike ku hechecikên çolteran ji tuvaleke çiritî dikevin depoyeke li Almeirayê.