BEDENPARÊZIYA FIZÎKÎ DIKARE DNA’YA ME JÎ BIGUHERÎNE

Zanyarên Swêdî dibêjin wan ispat kiriye ku bedenparêziya fizîkî ne tenê tenduristiya me her wiha genetîka me jî vediguherîne.

Zanyar ji zûde dizanin ku hin parêzî an bandora maddeyên kîmyewî dikare kodên genan biguhere û ji laş sînyalên kîmyewî werbigire.

Lê belê tiştek derbarî bandora bedenparêziya fizîkî nedihat zanîn.

Lêkolîna Swêdî derxist holê ku bedenparêziya fizîkî dikare bandora xwe li ser DNA’yê bike. DNA tim wekî “ Bingeha jiyanê” tê binavkirin. DNA agahiyên genetîk dişîne şaneyên laş.

Ev lêkolîn projeyeke zanyarên Enstitûya Karolinska ya Stockholmê bû. Zanyaran 23 jin û mêrên tenduristiya wan baş vehewand û  ji wan xwest ku hefteyê çend caran tenê bi nigekî û li ser heman bisîklêtî ji bo 3 mehan bixebitin.

Zanyaran paşê DNA’yên şaneyên masûlkeyên her du lingan wergirt û dan ber hev. Û dîtin ku DNA’yên lingê çalak bi awayekî berbiçav hatiye guherîn. Gelek gen ji ber enerjî, însûlîn û ragirtin an êşa masûlkeyan hatibû guherîn.

Zanyaran got bi vê xebatê derket holê ku bedenparêziya bi pergal bandorê li genên xerabûye dike û gengaze ku rê li ber tenduristiyek baştir veke, her wiha zanyaran ev yek jî gotin ku dê di pêşerojê de lêkolînê were kirin ku herî dawî çiqas guhertin çêbûye, ger hin kes dev ji vê xebatê berde.

 

Şîrove Bike