Keçikeke bedew ji Myanmarê

“BEDEWÎ DI AWIRAN DE VEŞARTIYE”

Wênegira Romanî Mihaela Noroc geşt û gerên xwe yên ji bo wêneyên jinan didomîne. Noroc di wênegiriya xwe de giringiyê dide ser keç û jinan û dikeve nav bedewiya veşartî. Ji bo Norocê bedewî “di awiran de” veşartiye.

“Jin û keç armanca hemûyan bedewiyek e. Lêbelê haya wan jê tune ku ew bedewî di awiran de veşartiye. Bedewî ne fizîk e, bedewî nêrîn e. Tenê çavên we dikare vê bedewiya we vebêje” – Mihaela Noroc

Noroc bi 10 wêneyan nexşeya delaliyê derxistiye. Li gor rêbaza xwe wêneyên delalan girtiye û bal kişandiye ser wan spehîbûna veşartî. Noroc wiha dibêje “Tu jineke nebedew tune ye, awirên nedelal hene”.

Li ser malpera Sputnîk Kurdî berdewamiya nivîsê wiha diçe.

Wênegir Mihaela Noroc li gelek bajarên dinyayê geriya û bi sedan wêneyên jinan kişandin. Projeya Noroc a bi navê ‘nexşeya delaliyê’ encameke balkêş da. Noroc li ser vê projeya xwe wiha got: ‘Ez li gelek parzemînan geriyam. Li Brazîl, Kolombiya, Îran, Tîbet, Myanmar, Amazon, Oxford, New York, Sydney geriyam û min gelek wêne kişandin. Ez bi derfetên gelek kêm li 37 welatan geriyam û bi gelek çandan re rû bi rû bûm.’

‘Delalî di wan çavan de ye ku dinêre’

Noroc: ‘Delalî ne pere û esl û makyaj e. Delalî xwebûyîn e. Delalî di wan çavan de ye ku dinêre.’

Wêne: © Mihaela Noroc  / National Geographic Kurdî © 2015

 

Şîrove Bike