BER MIRINÊ BÛN, ÇAWA BÛ EM NIZANIN LÊ, DÎSA JÎ DI WARÊ TEKNOLOJIYÊ DE CIHÊ XWE GIRTIN

MIRINA TEKNOLOJIYAN

TEKNOLOJÎ BI LEZEKE WISA DIÇE KU, ÊDÎ KESEK NIKARE LI PÊŞ SEKÎNE. NIHA ME XWEST KU EM ERÊNÎ Û NEYÎNIYÊN TEKLOJIYÊ NÎŞANÎ WE BIDIN. 6 TEKNOLOJÎ HEBÛN, HINDIK MABÛN JI HOLÊ RABIN, LÊ BI RASTHATÎ DÎSA BÛN PÊŞENG.

Berî demekî nêz hin teknolojî hebûn, êdî hindik mabû ji holê rabin. Ew teknolojiyên ku ber-mirinê, niha bi saya hin şîrketan, cihê xwe yên girîng digirin.

Dem û wext, di hilberîn û pêşandana teknolojiyan de ew tişt gelek girîng in. Divê tiştên ecêb û balkêş, her wiha kêrhatî bê hilberandin. Gava ku ew şêwaz di teknolojiyê de tunebe, çi xêra pêşxistin û firotinê tune ye. Ango yên ku wisa bike, wê temenê wan kurt bibe, çimkî, di teknolojiyê de bext tune.

Ev nîşandaye ku; bextreşî û bextgeşî di teknolijiyê de cîh nagire.

Hinek tişt pêş dikevin û dibin bêhempa, ew tişt ne ber bextê ye. Ber kêrhatinê ye.

Niha em berê xwe bidin, şeş teknolojiyên ber mirinê, ew tişt ne bi bextê, bi kêrhatinê jiyana xwe domandine.

Penûsa Ekranan: Demekî li ser PDAyan dihate bikaranîn. Teknolojîzanê hêja Steve Jobs li dijî wan teknolojiyan radibû û nedixwest ku bila bên bikaranîn. Demekê ew pênûs ber mirinê bû, hindik mabû nifşên nû ji wan agahdar nebiba.  Lê Samsungê çavhêrs bi rêzeya Note’ê vê penûsê bi bîr anî. Piştre Microsoft bi tableta Surfaceyê û li ser hinek kompîturan penûsa ekranan bi kar anî.

3000473-inline-inline-1-samsung-galaxy-note-pad

3D: Dîmenên 3 Alî ango 3 buût. Ev teknolojî demekî mir, dîsa rabû, cardin dîsa hindik mabû bimire. Lê niha hemû televîzyon, konsolên lîstokê û di telefonan de cihê xwe yê girîng girtiye. Lêbelê dibe ku wek berê disa ber bi berzebûnê ve biçe, ji ber ku em binêrin dîrokê em ê bibînin ku mirina vê pir nêz e.

3D-movie-without-glasses

IBM: Ji Kompanyayên mezintirîn yên cîhanê, IBM di serdema 19910an de, di pêşbaziya teknolojî-çêkerê de têk çûbû. Şîrket di şerê teknolojiyê de bi milyar dolaran pere ji dest çûbû. Şîrket di sala 1993yan de ji hinek şirîkan veqetiya. Ji ber vê yekê,  şîrket projeyên xwe yên wek OS/2yê bi dawî kir. Di 1993yan de şîrket topa xwe diavêt û diavêt, lêbelê têk neçû, çi bû çi nebû em nizanin lê şîrket niha bûye ji serdestên cîhanê.

IBM

Windows Phone: Piştî sala 2007an, Windows hewl da ku telefonên hişmend derxe lêbelê di heman salê de rêzeya yekem ya iPhone ê derketibû. Windows bi şêweyekî desktop nekarî bikeve bazarê, ji ber ku wê demê iPhone hebû û Apple hemû hêza xwe dabû ser telefonên hişmed. Lêbelê dûvre di sala 2013an de Windows para Nokiayê kirî û dest bi xebatên telefonan kir. Axir ew xebat û ked, bi serket û Windows Phone jî, di hilberên telefonan de bûye xwedî deng.

windows-phone-WP_Brd_Blu_v_rgb

Çarenûsa Tabletan: Apple di sala 1980yan de Tableteke bi navê Newton dabû nasandin. Ev yek, bi serneket. Hêviyên Apple ê şikestin. Vê carê Microsoft jî hewl da tabletek bide nasîn lêbelê ji rewşa Apple ê xirabtir bû. Di sala 2000an de tabletên PC zêde nedihatin bikaranîn. Kijan şîrket xwest hilberîne, lêbelê di difingê wan de hat. Êdî hêviya çêkirina tabletê ji holê rabibû. Piştî sal 2004an telefonên hişmend derketin bazarê, hingê daxwaza tabletan jî zêde bû. Bi saya vê Tablet roj bi roj zêdetir bûn.

Samsung-Smart-Pc-Pro-XE700T1C-H04TR-Tablet-PC2

Apple: Berê 15 salan hindik mabû ber bi mirinê ve biçe. Lê niha Apple bûye ji yekem şîrketên mezintirîn yên Cîhanê. Bi pêşengiya Steve Jobs şîrket her ku çû, pêşve çû. Steve Jobsê rehmetî, şîrketa Apple ê kir yekemîn. Bi saya vê dibe ku temenê Apple ê dirêj bibe, lê dîsa dibe ku rewş biguhere.

apple-inc_00339573

 

Çavkanî: Kovara Zanko

Şîrove Bike