Kulekên Ferîşteyan – Tirkiye: Ev zinarên balkêş ên li Kapadokyayê, beriya bi milyonan salan ji ariyên çiyayên agirîn çêbûne ku bi ba û baranê rastî erozyonê hatine. Ev kulekên ku em îro wan dibînin, kevirên bazaltê ne, ji ber ku hişktir in lewma rastî erozyonê nehatine.
Kendava Ha Langê – Vîetnam: Li vê kendavê 1600 heb girav hene û li zêdetirî van giravan însan najîn. Kevirên kalkerê ên seyr, ji kêşe-vekêşên 500 milyon salan pêk hatine.
Çavê Sahrayê – Morîtanya : Eşkêlên van giloveran bi qasî 50 km ne û navê wê yê fermî Avbûna Richatê ye. Berê însanan digot qey meteor qelibîne li Çolistana Sahrayê, lê dûvre hat fêmkirin ku niçikên zinaran mehiyane û ev çav çêbûne.
Qula Mezin û Şîn – Belîze: Ev qul ji ber kumişîna di bin behrê de çêbûye û kûrahiya wê 125 mîtro, firehiya wê jî 320 mîtro ye. Ev ciyê ku ji bo noqavan balkêş e, parçeyekî ji resîfa seta Belîzeyê ye. Tê gotin ku di çaxeke dawîn ya sîpanan de çêbûye.
Zinarên Moerakî – Zelanda Nû: Ev zinarên gilover ku dişibin qalikên kûsiyên mezin, li qeraxên Koekoheyê ne. Ev avayiyên ku beriya bi 60 milyon salan di xilteyên binê behrê de çêbûne, ji karbonata ku li derûdora bûjeneke navendî pêk hatine. Wek durrên li derdora hebeke xîzê.
Zhangye Danxia – Çîn: Ev girên ku bi rengê keskesorê ne, weke ku ji wêneyekî firiyabin. Avayiyên Danxiayê ku li eyaleta Gansûyê ya li Çînê ye, bermayiyên bi milyon salan ên xîzê ne.
Daristana Zinaran – Çîn: Ev çiyayên bi diruvê jilêtê ku bilindahiya wan zêdetirî 10 merteyê ne, ji aliyê UNESCOyê ve di lîsteya mîrateyên cîhanê de ne. Ev zinarên ku 270 milyon sal berê çêbûne, demekê di bin behrê de bûne. Kevirên qûmê û kevirên cisê derketine ser behrê û piştî ku erozyon çêbûye ev şeklên seyr derketine holê.
Newala Heyvê – Arjantîn: Ev herêma ku diruvê zemîna heyvê dide, esas ciyê fosilê ye. Ev tebeqeyên ku ji bermayiyên beriya 250 milyon salan çêbûne, di hundirê xwe de ji xeynî dînozor, masî, marîjokan herwiha 100 celeb fosîlên gihayan dihundirîne.
Zinarê Pêlan – Awistralya: Bilindahiya vî zinarî 14 mîtro û firehiya wî jî 110 mîtro ye. Li rojhilatê Awistralyayê li Parka Siruştî ya Hydenê ye û beriya 2,7 milyar salan çêbûye û parçeyekî bakurîn ê ji granîta mezin e. Tê hesibandin ku, ava di ser granîtê re diherike ev şikl daye vî zinarî.
Girên Çoxleteyê – Filipînan: Ev girên ku li eyaleta Boholê ne û ji kevirên cilsê pêk hatine, bi qasî 1500 heb in. Di demsalên tavîn de bi çîmenan nixumandî ne, lê belê di demsalên zewa de tên vî halî.
Neqeba Dêw – Îrlandaya Bakur: Ev stûnên dêw ên bi şeşgoşeyî, ji bazalta reş pêk tên. Bi giştî bi qasî 40 hezar heb in û beriya 50-60 milyon salan ji teqînên çîyayên agirîn çêbûne.
Parka Neteweyî ya Kanyona Bryceê – Utah, Emerîka: Çermsorên Paiutoyê, ji van heyiyan re, ku diruvê kulekên ferîşteyan ên li Platoya Coloradoyê dixin, wek “zinarên sor ên ku dişibin zilamê ku li ser kanyona tasîn li ser piya ye” binav dikin. Ev kulekên ferîşteyan ku hinên ji wan bi qasî avahiyeke dehqatî ne, ji ava cemidî a derzên zinaran çêbûne, ku ev derz ji ber tortûyan in.
Kendalên Vermîllîonê – Arîzona, Emerîka: Ev herêma ku ji kanyonên kûr û ji kortalên rep çêbûye, ji bo mirovên ku ji meşê hez dike ciyekî bêhempa ye. Ev heyiyên li Platoya Coloradoyê, rengê xwe yê sorîn ji kevirên xîzê digirin. Di nava rojê de ev reng diguherin.
Şikefta Krîstal – Meksîka: Ev heyiyên dêwîn ên wek şûran, ji kevirên gêçê ne. Ev der şikefteke 300 mîtro li binê erdê ye. Ji aliyê du birayên ku li zêr û zîvan digeriyan hatiye kifşkirin. Tê hesibandin ku ev heyî ji ber germbûn û sarbûna ava li kûrahiyê pêk hatiye ku ev ji aliyê kevirên cilsê ve dewlemend e. Ev av ji aliyê magmayê ve germ û sar dibe. Dîsa wilo tê zanîn ku ev krîstal 500 hezar salî ne.
Xeta Fayê ya San Andreas – California, Emerîka: Ev heyiya 1300 km bilind, derzeke mezin a serzemînê ye. Beriya 30 milyon salan sêlikên tektonîk ên Pasîfîk û Emerîkaya Bakur qelibîne hev û ev xet çêbûye. Tê gumankirin ku li ser van xetan di salên pêş me de zelzeleyeke mezin çêbe.
– Ronya Bewran
Bi rastî dîmenên pir xwesk in