Nivîs: Deb Hopewell / BBC Travel | Wêne: Joseph Eid / Getty | Werger: Bariş Ozdemir |
Wênegirê Libnanî Joseph Eid dîmenên bajarê kevnare yê Palmyrayê yên beriya dagirkirin û piştî dagirkirina DAIŞ’ê girtin û dan ber hev.
Artêşa Sûriyeyê di dawiya meha Adarê de bi piştgiriya hêzên asîmanî yên Rûsyayê bajarê kevnare yê Palmyrayê ku deh meh bûn di destê DAIŞ’ê de ye rizgar kir.
Wêneyê sala 2014’an ê Perestgeha Baalê û rewşa îro. Wêne: Joseph Eid / Getty
Palmyra ne bi tenê ji bo Sûriyeyê ji bo dîroka mirovahiyê jî wek yek ji qadên arkeolojîk ên herî girîng tê dîtin.
Dagirkirina bajêr bi xwe re komkujiyeke li ser 300 kesî jî anî. Rêxistina DAIŞ’ê di dagirkirinê de 300 kes qetl kirin. Gelo piştî dagirkeriyê çi ma?
Beriya dagirkirin û piştî dagirkirina DAIŞ’ê wêneyek ji Kembera Serfraziyê. Wêne: Joseph Eid / Getty
Piştî rizgariya Palmyrayê yek ji kesên ku ewilî çûn wir xebatkarê ajansa AFP’ê wênegirê Libnanî Joseph Eid bû.
Eid di sala 2014’an de jî çûbû serdana Palmyrayê ku di nav lîsteya Mîratên Cîhanê ya UNESCO’yê de cih digire.
Eid dibêje; “Dema ez du sal berê çûm min hewl da ku wêneyê her tiştî bigirim û bikim belge. Di nav min de hîseke ewqas xirab hebû ku min digot qet êdî mirovên li cîhanê dê nikaribin wan berhemên xweşik bibînin.”
Rewşa berê û rewşa niha ya Baal Şamînê. Wêne: Joseph Eid / Getty
Hêj ji ser salekê derbas nebû hemû tirsên Eid rast derketin. Palmyra deriyên xwe ji bo dagirkeriyê vekir û rêxistinê dest bi komkujiya berheman kir.
“Wêneyên ku min girtibûn ji bo min wek gencîneyekê bûn qey, lewra piştî wêneyên min Palmyra êdî ne wekî berê bû.”
Temaşekirina nûçeyên dagirkirina Palmyrayê ya ji aliyê DAIŞ’ê ve, ji bo Eid êşeke mezin bû. Dema artêşa Sûriyeyê nêzîkî bajêr bûye, Eid çûye serî li vîzeyê daye û wêneyên xwe yên sala 2014’an jî dane çapê.
Li aliyekî din ve wêneyê Perestgeha Baalê. Wêne: Joseph Eid / Getty
Eid di 31’ê Adarê de ket Palmyrayê û bi wêneyên kevn ên di destê xwe de û rewşa nû ya bermayiyan da ber hev.
Di wêneyên berê de ev berhema kevnare ku pir baş hatiye parastin, bêhempa xuya dikin. Ev wêneyên nû jî nakokiyên di navbera rewşa berê û ya nû de nîşan didin.
Stûnên riya Decumanus Maximus ku ji aliyê rojhilat ber bi rojava ve diçe hêj li ser xwe ne. Wêne: Joseph Eid / Getty
Di nav yek ji van wêneyan de rewşa sala 2014’an a Perestgeha Baal Şamina 2 hezar salî xuya dike. Lê di wêneyekî din de ku piştî du salan hatiye girtin, ji xeynî bermayiyan tu tişt xuya nake.
Di wêneyekî din de jî tê dîtin ku ji xeynî têketina deriyê Perestgeha Baalê, tu tişt li ser xwe nemaye.
Ji Kembera Serfiraziyê wêneyê Kelha Palmyrayê. Wêne: Joseph Eid / Getty
Li Kembera Serfiraziyê ya li Palmyrayê êdî kembera berê tune ye. Portreyên neqişandî yên kevirîn ên ku li dîwarê Mûzeyê dihatin pêşandan jî hatine xirakirin.
Hin kes wisa bawer dikin, tevî xirakirin û talanan îhtimal heye ku bermayiyên Palmyrayê dîsa bên restorekirin.
Îro Îngilistan, Emerîka û Awistralya jî tê de gelek welat ji ber şerê li Sûriyeyê pêşniyaz nakin ku welatiyên wan ji bo gerê biçin wir.
Portreyên ku li keviran hatibûn neqişandin ji ser dîwarê mûzexaneyê hatine rakirin. Wêne: Joseph Eid / Getty
Lê hêj hêvî heye ku rojek were û kesên ku biçin serdana Palmyrayê ew dîmenên bêhempa dîsa bibînin.
Rêveberiya Berhemên Kevnare a Sûriyeyê bawer dike ku cihê şanoyê yê Romanan, riya Decumanus Maximus a bistûn û kelh jî di nav de, ji sedî 80’yî Palmyrayê hatiye parastin.
Li Mûzexaneya Palmyrayê peykereke ku hatiye serjêkirin û perçekirin. Wêne: Joseph Eid / Getty
Pispor dibêjin dibe ku bi teknolojiya nû piraniya Palmyrayê ji nû ve bê çêkirin.
Eid jî dibêje ku divê Sûriye di mijara restorasyonê de baldar be.
Eid dibêje; “Ji aliyekî ve bi restorekirinê dibe ku mirov bizane ka ev berhem demekê dişibiyan çi, lê ji aliyê din ev şopên ku li ser wan in nîşan didin ku ev bajêr di vê demê de şahidiya çi kiriye.”
Gelek cihên mûzexaneya Palmyrayê hatine tarûmarkirin. Wêne: Joseph Eid / Getty
National Geographic Kurdî – Bariş Ozdemir