Ji her deverên Çemê Mekongê bendav bilind dibin. Dibe ku welatiyên Başûr-Rojhilatê Asyayê pêwîstiya ceyranê dikişînin. Lêbelê ligel bendavan, hewcedariya wan bi masî û çeltûkan jî heye.

Pumee Boontom her çiqas li Bakurê Taylandê bijî jî di televîzyonê de rewşa hewaya Çînê temaşe dike. Ji ber ku bahoz û bayê ku li Başûrê Çînê diqewime dê bibe sedema ava zêde û dibe ku gundên derdor di bin avê de bimînin. Pêwîstiya hikûmeta Çînê heye ku welatên berjerê çemî ne hişyar bike. Lê Boontom piştî azmûnên xwe fêhm dike ku an hişyarî dereng tê dayîn an jî tu caran nayê kirin.
Boontom dibêje ku “Beriya bendavê, av li gorî demsalê hedî hedî bilind dibû. Lê niha ji nişka ve bilind û nizm dibe. Ger ku em bahozan ne şopînin em nizanin dê kengî biguhere.”
Boontom, mixtarê vî gundê Ban Pak Ingê ye ku riyên wî bêasfalt, avahiyên wî wek îbadetxaneya Budistan e û li rojavayê Mekongê ye. Boontom, beriya 20 salan, wek cîranên xwe debara xwe bi girtina masiyan dikir. Lêbelê rêveberiya Çînê li jorê çem, pêşî yek, piştre 2, di dawiyê de jî 7 bendav ava kirine û gundiyên Ban Pak Ingê bûne şahidên guhertina Mekongê. Di asta avê de guhertina kêm û zêdebûnê dibe sedema koç û zêdebûna masiyan. Gundiyan saziyên hilberinê parastine lê, li wan deran edî wek berê masî nagirin.
Boontom jî wek gelek masîgiran dev ji karê xwe berdaye û keleka xwe firotiye. Niha jî dest bi çandina fasulî, garis û tûtinê kiriye. Ev kar li gorî bexta mirovan dimeşe, li aliyê din jî gundî riya debara xwe jî baş nizanin. Herwiha ji ber lêmiştê[1] karê wan ji zanebûna wan zehmettir e. Di sala 2008’an de hin malên li gund heta qata duyemîn di bin avê de mabûn û îbadetxane jî di bin avê de mabû.

Ban Pak Ing, ji bo pêşeroja gundên nezî Mekongê mînakek e. Li Çînê 5 bendavên din tên avakirin. Li Kamboçya û Laosê jî herêmên ku nezî çemê Mekongê ne, planên avakirina 11 bendavên bilind tê kirin an jî hinek ji wan hatine qedandin. Ya ewil li ser Mekonga jêr e. Ev bendavên ku tên avakirin dibe ku bibe sedema koçberî û tengasiya hilberîna masiyan. Tê texmînkirin ku di encama avakirina bendavan de pirsgirêkên peydakirina xurekan derkeve. Piraniya wan mirovan jî li gundên wek Ban Pak Ingê dijîn. Ceyrana ku di bendavên Mekonga jêr de tê hilberîn dê li navendên Tayland û Wîetnamê bên bikaranîn. Li gorî nirxandina aktîvîstê Tayî û Senatorê berê Kraisak Choonhavan “Bendavên li Mekanga Jêr bobelateke mezin e”
Di navbera bendava ku dê Laosê bê avakirin û Ban Pak Ingê de 60 kîlomîtro dûrahî heye. Gund, di navbera lehiya ji bakur û rezervuara ji başûr de bimîne. Boontomê 50 salî dibêje ku “ez ne ji bo xwe, ji bo nifşê nû di metirsiyê de me. Û wiha vedibêje “Çavên xwe bigirin û xeyal bikin. Tiştên ku dê werin serê me bifirkirin.”
Mekong li platoya Tîbetê derdikeve, ji Çîn, Myanmar, Tayland, Laos, Kamboçya û Wîetnamê derbas dibe. Çema Mekongê 4 hezar û 200 kîlomîtro rê diçe û dirije Behra Çînê ya Başûr. Mekong, li Başûrê Rojhilatê Asyayê çemê herî dirêj e û bi vê yekê li tevahiya Asyayê jî di rêza 7’mîn de ye. Herwiha li Cîhanê jî li rûyê erdê deverê herî zêde xwedî masî ye. Ev taybetî ji bo welatiyên ku li peravê dimînin girîng e. Li Cîhanê gelên herî zêdê ku neçîrtiya masiyên ava şîrîn dikin, gelên Kamboçyayî û Laosî ne. Li perava çem masî û xurek di heman asta pêdiviyan de ne. Masî ji bo gelê vê derê xurekên sereke ne.
Mekong tim bala kaşifan kişandiye. Kaşifên berê ji bo riyekê ji Behra Başûrê Çînê heta Rojavayê Çînê ya bazirganiyê bibînin ji Ewropayê rê diketin. Mekong ne tenê bala kaşifan, bala avakerên bendavê jî dikîşine. Di sala 1960’an de Emerîka dixwest ku li Wîetnemê pêşiya komînîzmê bigire û li herêmê ji bo pêşketina aboriyê bendavên hîdrosantral ava bike. Lêbelê tu caran ev plan pêk nehatin. Li herêmê şer derketin. Û li çemê Mekongê di sala 1990’an de bendava ewil ji aliyê Çînê ve hat avakirin ango ne ji aliyê başûr rojhilatê Asyayê.
Li welatên başûr rojhilatê Asyayê, rewşa welêt bi îzafî aram e û aborî jî ber bi başbûne ve diçe. Lêbelê li Kamboçyayê ji 3 paran parek, li Laosayê jî 3 paran 2 par ceyranê bikartînin û ceyran jî gelekî biha ye. Ya din jî di serjimarê de zêdebûn heye û ew daxwaza ceyranê zêdetir bike. Di sala 2013’an de ji aliyê Ajansa Enerjiya Navneteweyî ve analiz hate kirin. Li gorî vê yekê di 20 salên pêşerojê de daxwaz dê %80 zêde bibe. Ji bo herêmê hewcedariya ceyranê heye. Heke bixwazin germahiya kurewî kêm bikin, divê ev enerjî hindik bibe sedema karbonê. Hidrosantrala Mekongê edî ji berê zêdetir bala mirovan dikşîne.
“Çîn di xebatên xirakirin û avakirina bendavên Mekongê de ne mecbûr e desturê ji cîranên xwe bixwaze.”
Komîsyona Çemê Mekongê, avahî û xebatên Mekonga jêr kontrol dike. Ajansa Pêşketina Navnetweyî, bi 4 dewletên endam û komîsyona ku hatiye ava kirin, ji bo aramî, aştî û berjewendiya herêm û çemê kar bi rêve dibe.
Çîn bi temamî ne endamê komîsyone ye. Çîn ji bo xebatên xwe yên Mekonga Jor bi dewletên nezî Mekonga Jêr naşêwire. Di encamê lihevkirinê de welatên endam xwestin ku vê encamê bi gera şikefê pîroz bikin. Ava çem bendava Çînê ya ku nû hatibû avakirin tijî kiribû. Av ji bo şikefê zêde bilind bû. Di encamê de geştûgera wan hate betal kirin.
Laosa ku gelek sal in ji pêşketina Cîhanê dur e, di demên dawî de dîsa bala saziyan kişand. Laos niha bi hêza avê ceyranê difiroşe Tayland û wek cîranên din. Hedefa Laosê ew e ku bibe “Akuya Asyayê ya Başûr Rojhilat”. Rayedarên Taylandê, piştî neqebûliya bi salan, di sala 2012’an de fînanskirina Bendava Xayaburi ji aliyê Taylandê ve hate qebul kirin. Laosê li cihekî helandî xebatên avakirina bendavê qebûl kir.
Dema ku bendava Xayaburi hat kutakirin dê bigihîje 32 mîtro bilindayî û 800 mîtro dirêjahiyê. Di sala 2013’an de ez çûme serdana herêmê û min peravên çemî dîtîn. Di perava bendavê de bi xîz û berikên ku di avakirina bendavê de hatine bikaranîn, min dîtin. Vînç di derdorê îavahiyê de digerin. Karkerên ku kask danîne serê xwe bi teqemeniyê kaşên çêm, bi çîmentoyê tijî dikin.

Welatiyên ku li hemberî çem rûdinin, ev 3 sal in di bin dengê teqînan de ne. Ji bo ku biçin gundên nû, amadekariya çûyina jorê çemî dikin. Di nav wan de hin kes xweşbînî ne. Ji bo ku ji bendava mezin birevin û derbasî mala xwe ya nû bibin bê sebrin. Hêviya ev e ku disa karê xwe yê mesîgiriyê bidomînin.
Heta 2012’an li qada bendavê gundeki din jî hebû. Di sala 2013’an jî welatiyên li gund çûne avahiyên ku ji depîn hatinê çekirin. Li wir edî xweşbînî tune ye. Xwediyê bendavan ji bo ku xweyî xaniyan ji malên wan derxe soza piştgiriyê dabû gundiyan. Lê ne pere hatiye dayîn ne jî soz hêj ne hatine cih. Jinikek xwedî du zarok wiha dibêjê, “Berê li gund me zêde pere qezenc nedikir, lêbelê birinca ku me çedikir, dixwar. Hûn dikarin li vir gelek pereyan qezenc bikin, lê ji bo debara xwe bikin divê hûn zêdetir xerc bikin.
Bendava Xayaburiyê, jiyana mirovên li derdora bendavê serobino dike. Bendav di vê çarçoveyê de mînakeke ewil e. Laos, guh neda pêşniyazên di bin sponsoriya MNK’ê de û Xayaburi ava kir. Bi vî awayî pêşî li projeyên bendavên li dû hevdu vekir. Hinek ji van ji bo Mekongê gefên mezin in. Navenda Mekongê, navenda masiyan e. Gola bi navê Tonle Sapê li Kamboçyayê ye tê bibêjî pişikek e û xwe bi zengelûrê ve girtiye. Tonle Sop, di demsalên bi baran de mezin dibe, demsalên hişkahî de piçûk dibe. Dema ku mezintirîn bû fireh dibe û dema ku ji nava wê li wê bê nêrîn, dişibe behrê.
Tonle Sap bi ava xwe ya ‘herî û bi kêşe û vekêşên xwe yên guherbarî ve dişibe saziyeke masiyan. Di saziyê de masiyên ku ji aliyê stûrbûnê ve qasî tiliyekê, masiyên pisîkî yên bi 290 kîloyî û bi sedan masî yên di navbera van her du cureyan de hene. Ev der bi bereket e. Bi sedan malên ku di avê de diçin di vê golê de hene. Kesên li wê derê debara xwe bi vî awayî dikin. Her çiqas li herêmê zordarî û qirejî hebe jî di Tonle Sap’ê de hê jî masî hene. Dema ku av nizm dibe, masîgir û jin bi selikên bambû ve masiyan digirin. Li Tonle Sapê masiyên ku ji hêlîna xwe derdikevin li hemberî herike diçin gelek cihên dur û hin masî heta Laosê jî koç dikin.
Di nav cihên masiyan de mezintir xetereyek jî li Tonle Sanê an jî Sesanê yanî li Başûrê Kamboçyayê xwe nîşan dide. Sesan li Wîetnamê derdikeve ser erdê û xwe digihîjîne 50 mîtro nêzî Mekongê ku Don Saongê dê li wir ava bibe. Gundê Vern Houyê hema jorê cihê bendavê ye. Li vir veguhastin bi tenê bi motoran ve pêkan e. Piraniya niştecihan li vir mezin bûne. Piraniya wan ewil bi zimanê Laocayê ve diaxivin. Ez ji hin jinan vê pirse dikim. Bendav ji bo we tê çi wateyê? Ew jî wiha dibersivînin: “Ji bo me tê wateya mirinê”. Ez ji rojnamegerê ciwan dipirsim ku ew li paytext Phnom Penhê dixebite, ez dibêjim ev peyv di wateya xwe ya sereke de hatin bikaranîn gelo? Ew jî dibêjê, “Tirsa rastî” Bi rastî jî wisa difikirin ku dê bimirin”. Jiyana ku dizanin tenê ev e, jiyaneke din nafikirin. Rezervuar dê gund ewqasî di bin avê de bihele ku tu kes dê nikaribe li wê derê bijî.
Hinek xort, di odeya mixtarê gund de rûniştine ku ode li ser rotan hatiye avakirin. Xort ji bo werdekê bixwin kom bûne ku werdek nû hatiye jêkirin û bi sos û bi baharat ve hatiye çêkirin. Alîkarê muxtarê gund In Pong diyar kir ku ji bo bendavê protesto bikin ji derdorên gund ji saziyên civakî yên sivîl piştgirî hildane û bi vî awayî protesto kirine. Ji bo ku pirsgirêkên xwe ji Parlamentoya Kamboçyayê re vebêjin, name nivîsîne û çûne paytext. Lê hê jî tu encam bi dest nexistine. Pong dibêje ku, “Ez ji vir tu carî dernakevim. Ez tu caran jî naçim bajaran. Piştî vê jî ez nizanim ku ez ê çi bikim”.
– Menazîr Aslan (NatGeo: Michelle Nijhuis – Wêne: David Guttenfelder)
[1] Lêmişt – lehî, şilî. Ava zêde ya ku ji ber baranê derdikeve.