BI 11 WÊNEYAN REWŞA PENABERÊN LI CIHANÊ

Şerê 4 mehan a li Kobanê bû sedema koçberiyê. Sala borî li nezî sînor li derdora binxet û serxetê bi hezaran penaberên Rojavayî kom bûn. Piştî ev wêne hat kişandin, di sê rojan de 200 hezar penaber derbasî Bakurê Kurdistanê bûn. [John Stanmeyer, National Geographic]

Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) pêncşema borî raporekê eşkere kir û hejmara penaberên li çar aliyê cîhanê wek dokûmat amade kir. Li gor raporê hejmara penaberan di dîrokê de heta niha gihiştiye asta herî bilind û bûye nêzîkê 60 milyon kes. Va ye ev wêne jî aloziya gerdûnî a mirovan rasterast tîne ber çavan.

Ji 11 deveran 11 wêne dilsojiya rasteqîn a rewşa penaberên şîrove dike.

Li bajarê Gomaya Komara Kongoya Demokratîk, ji bo welatiyên ku ji mal û warê xwe reviyane baregehek hatiye avakirin. Zarokek, li baregeha xwe ya demkî temaşe derve dike. [Marcus Bleasdale, National Geographic]

Penaberên Sûriyeyî ji deriyê sînor ê Kaniya Xezalan a Rihayê ê derbasî Serxetê bûn. Ji şerê Sûriyeyê yê navxweyî mîlyonek û 800 hezar penaber xwe spastine Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê. [Bülent Kılıç, AFP/Getty]

Jinekê, li keştîgeha Catanîaya Îtalyayê keştiyekê temaşe dike ku jê penaberên Efrika, Sahra, Palastanê peya dibin. [Alessio Mamo, Redux]

Jinek, di nav konbajara penaberan de dimeşe ku li Domtska Ukraynayê ye. Ji ber pêvçûnên li Ukraynayê bi mîlyonan welatî dev ji mal û warên xwe berdan û reviyan. [Sergey Ponomarev, The New York Times/Redux]

Zarokên ku ji hezên ku serî hildan reviyan, li stargeheke Guluya Ugandayê radizin. [John Stanmeyer, National Geographic Creative]

Rohîngyayiyên misilman li Sîttweyê ji ber zilm û zordariyê malen xwe terikandibûn û reviyabûn. Myanmar jî  ji bo wan  baregehek avakir. Di baregehê de keçikeke birayê xwe yê ku birçî ye hildigire. Piraniya Rohingyayinên ku ji welatê xwe reviyan, koç kirine Malezyayê. [Tomas Munita, The New York Times/Redux]

Penaberên kurd ji bo ku zêdetir nezî malên xwe yên li Başûrê Iraqê bibin, ji konbajarekê li sînorê Tirkiyeyê vedigerin. [Ed Kashi. National Geographic]

Ev keç û dê li baregeha ku ji bo penaberên Erîtreyî hatiye avakirin rûdinin. Dema ku ev wêne hatibû kişandin, ew çend roj bûn ku birçî bûn. [John Stanmeyer, National Geographic Creative]

Sudaniyên Başûr yên ku ji mal û warên xwe reviyan, xwe spastin baregehên Kalma û El Selamê yên Herêma Darfurê. Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yêkbuyî, mîlyonek û nîv penaberên Sudanê reviyane herêmên din ên welêt, nîv milyon jî reviyane welatên din. [Albert Gonzalez Farran-Unamid, Anadolu Ajansı/Getty]

Penaberek Efxan, li Midilliya Yewnanîstanê, li rexê rê rûniştiye. Bi hezaran penaber, ji bo ku li giravê bimînin ji Rojhilata Navîn derketin û ji Behra Egeyê derbas bûn. [Soeren Bidstrup, Scanpa/AFP/Getty]

– Amadekar: Menazîr Aslan

Şîrove Bike