Margîse bi rengguhertin û lihevhatina bi jîngehê re tên nasîn. Lêbelê ew tenê taybetiyeke navdar a ji wan e. National Geographic li ser wêneyên balkêş ên margîseyan ku di kovarê de hatine weşandin geştek pêk anî.
Wêneyên Christian Ziegler li ser margîseyên li girava Madagaskarê ku piraniya margîseyan dihewîne, taybetiyên cuda bi şêwazeke balkêş pêşan dide. Christian Ziegler bi van wêneyan di 59’emîn Pêşbaziya Wêneyên Çapameniyê yên Cîhanê de xelata sêyembûnê wergirt.
Wêne: Christian Ziegler / National Geographic
Di hejmara kovara me ya pêş de derbarê Margîse û cureyên li Madagaskarê de dosyeyeke berfireh heye.
Ji ber şaxa li serî wî navê “margîseyê kerkedan” lê hatiye kirin. Ev cure ji aliyê Yekîtiya Parastina Jingehê ya Navneteweyî (IUCN) ve cureyekî pejnbar tê binavkirin.
Margîseya Oustalet wek margîseyên herî dirêj ên cîhanê tên zanîn. A niha ji wan yek, margîsyeke mê nêçîra kuliyan dike.
Margîseyê pilingî ku xwedî rengên zindî ye xwe nêzî margîseyê rengçilmisî dike. Rengê turkuaz ê ku kêm tê dîtin tenê li herêma Ambanja ya li Madagaskarê heye.
Margîseyê Parsonê bi awayekî baldar dimeşe. Ev cureyê ser-sêgoşe li herêma rojhilat a Madagaskarê dijî. Ev cure wek mezintirîn margîse tê zanîn.
Margîseyekî pilingî di nav jîngeha siruştî de ye. Lê çavên teleskopîk ên margîseyî nêçîra xwe zoom dike û derfet dide ku ji nêz ve were dîtin.
Çermê margîseyan tevlîhev e. Di nav sedemên rengguhertinê de tesîra hestan jî heye.
Wêneyek ji nêz ve ji dûvê margîseyeke mê ya Parsonê. Gava margîse xwe hildikişîne darê, dûvê wê yê ku girovir dibe bi çiqlên darê tijî dibe.
Margîseyê du-ta li qadeke şewitî digere. Şewatên ku bi qestî tên derxistin ji bo margîseyên ku nikarin bi lezî birevin dibe xetereyeke mezin.
Li Parka Neteweyî ya Ankarafantsikayê ya li Madagaskarê du margîseyên mê û nêr ên Decary’yê ji bo ku xwe ji ajalên dirinde veşêrin rengguhertina xwe bi kar tînin.
Margîseyê pelan ê Çiyayê Ambreyê yek ji marîjokên herî biçûk e.
Nifşê vî margîseyê du-ta ji ber bazirganiya derzagonî û jîngeha xirab ber bi xetereyê ve diçe. Margîse bi şêwaza xwe ya fêlbaziyê dikare bi rihetî xwe di jîngehê de nedîtbar dike.