BI 93 ROJAN ÇÎROKA BIHARÊ

Nivîs: Jim Brandenburg | Wêne: Jim Brandenburg | Werger: Menazir Aslan

Çîroka her wêneyî cuda ye, hinek li ser serpêhatiyan hinek jî li ser serboriyên xwezayî ne. Bi van wêne û rojan em ê bibin şahidê 93 rojên biharê ku berf dihelîne û rojê hiltîne.

93 Rojên Biharê

Mala pîrê stara pîrê ye. Wek jiyanê di wênegiriyê de jî heye ku dema hûn nêzî tiştan dibin, hûn baştir fêrî wî tiştî dibin û wî dibînin û diyariya ferbûnê jî distînin. Wekî 93 rojên min, ku min li bajarê xwe Minnesotayê derbas kirin. Ez ê niha behsa wan 93 rojên xwe yên balkeş bikim.

STOCK_SPRING_DAY_84_SWALLOWTAIL_BUTTERFLY_ON_B

ROJA 84’emîn | Perperokeke rengîn li ser dara ku qalik vedike. [Wêne: Jim Brandenburg]

Dibe ku girtina wêneyên herêmî ji bo hin kesan ecêb be. Lewra kamera her tim çavê xwe li tiştên balkêş û eceb digerîne. Bi saya vê hewlê mirov hînî gelek tiştan jî dibe. Ez 30 sal in ji bo National Geographicê wêneyan digirim. Min li welatên dûr wêneyên ji hev xweşiktir û cudatir girtin.

Jêderk: NGM Maps
Jêderk: NGM Maps

Lê gelek caran wêneyên xweşik ji cihên ku hûn baş dizanin derdikevin. Dema ku hûn li cihekî wek navê xwe pê dizanin û li wir wêneyan digirin, encama ku derdikeve bangî hestên we yên kevnare dike. Objeyên ku hûn wan baş dizanin derdikevin holê û di wêneyan de cihekî ji xwe re digirin.

Ez li Rojavayê Minnesotayê ji dayik bûm. Li vê derê zeviyên garis û fasûliyan bilind dibin. Bi rastî taybetmendiyeke vî cihî tune ye. Ez nikarim bibêjim ku cihên ji hev xweşiktir hene. Lê dîsa jî tenê girtina çem jî besî min bû.

Ez li vir hînî baldariyê bûm. Ez li vir hînî zimanê dîtbarî û wan tiştan bûm ku em bi wan nehesiyane. Ez li vir hînî wan cihan bûm ku em ji ser wan re derbas dibin û qet haya me ji wan tune ye.

STOCK_89___DSC4700

ROJA 89’mîn | Pêleke li gola Superiorê ya ku têde xilte dihewîne. [Wêne: Jim Brandenburg]

Berê jî min wekî vê tecrûbeyê li gor demsalan çend wêne girtibûn. Ez dikarim bibêjim ku ev tecrûbeyeke derxwezayî û neberbiçav bû. Wêneyên ku min girtin hemû ji bo min wek dia û pîrozbahiya mizginiyekê bûn. Ez hevîdar im ku piçekî jî be di rûpelan de ev xuya dike.

Sînordanîn her tim bala min dikişîne. Wexta ku min dest bi vê xebatê kir, bi rastî min digot dibe ku wekî yên din bidome. Min ji xwe re sînor danî bû ku rojê bi tenê wêneyekî hêsan û sade bigirim. Hemû wênegir baş dizanin ku danê nîvrojê ji bo girtina wêneyan gelekî xirab e. Ew dem, dema xwedirêjkirin û kêfê ye. Min 2 hefteyên xwe bi vî awayî derbas kirin. Lê piştre sînorê ku min danî bû, êdî ji bo min bûbû zilmek.

 

Dîmên û roniya biqîmet ji destê min diçû. Ji ber vê yekê min dev ji saetê berda û ez li gor daxwaza xwe tevgeriyam. Gelek wêne ji nişka ve û ji dil hatine girtin. Gelek caran ez xwe bi xwe difikiriyam û min digot: “Kulîlkên orkîdeyê hêj baş venebûne, ez ê piştre vegerim û wenêyê wan bigirim.” Lê prensîbeke min hebû, dilê min çi bixwesta min ev digirt.

Vê projeyê di sala 2014’an de di ekînoksa biharê de dest pê kir û beriya rojvegera havînê qediya. Rewşa hewaya Minnesotayê di demsala biharê de gelek caran diguhere. Li bakur di serê demsalê de, berfeke stûr heye û pîleya germê di bin sifirê de dibe 35. Paşê jî roj bi roj germ zêde dibe. Di navbera pileya germehiyê de heta 80yî guhertin çêdibe.

Min ev wêne ji çar aliyên herêmên ekolojîk girtin. Qamirgeha dirêj, parka spîndarên ku dihejin, deşta gihayên biçûk, daristana darên ku pelên wan diweşin û darên ku qet pelên wan naweşin. Piraniya wêneyan de çîrokeke balkêş û girîng heye.

[Wêne: Jim Brandenburg]
ROJA 67’emîn | Pîreoendên li ser kevzên bejê. [Wêne: Jim Brandenburg]

Mînak di 5 salan de min hêlîna teyrekî şopand, lê min qet wêne negirtin. Di roja 50. de min biryar da ku ez wêneyê wê hêlînê bigirim. Min dît ku ew teyr di goleke biçûk de dixujike. Mixabin wesayîtek lê qelibîbû. Di avê de serê wî tewandî, hêdî hêdî çavên xwe dan hev.

Dema min ew rewş dît, dilê min pê şewitî. Wêneyê min ê din jî ji roja 51. e ku ew teyrê min wê rojê dîtibû, miribû. Li ber hêlînê hevjina wî belasebeb disekinî. Çend rojan li benda wî ma, lê nehat…

Wêneyên din jî demên min ên bikêf nîşan didin. Rojên 91 û 93’an li “Çemê ku destê xwe dirêjî asîman dike” hatin girtin. Ev qada parastina siruştê di sala 2002’an de hat avakirin. Nêzî 40 donimî ye û hêj destê tu kesî pê nebûye.

Çewliga ku min ewil lê wêne girtin kilometre û nîvekê ji vir dûr e, ez wê demê 14 salî bûm. Wekî dorvegerekê ez ji destpêkê dîsa vegeriyam mala xwe, mala ku ez lê ji dayik bûm.

National Geographic Kurdî – Menazir Aslan

 

Şîrove Bike