Heke em ji prîzmaya rengê pembeyî li siruştê binêrin em ê çi bibînin?
Darên ku kulîlkên wan vebûne; xilasbûna zivistanê, mizgîniya biharê didin. Li Japonyayê dema ku kûlîlkên darên gêlyazan vedibin, şahiyên taybet tên lidarxistin.
Îzelyayên ku pelên wan dişibin kovikan li xilingxaneyan (disambiguation) digihîjin.
Gulên behrê ku dişibin mucewheran, li behra nêzî giravên Brîtanyayê û di bin zinarên Behra Spî de tên dîtin. Ev giha bi perçebûnê zêde dibin.
Yek ji jîndarên bin avê yên rengîn jî Xiyarên behrê ne. Piraniya wan bi rengên pembe û porteqalî ne; lê yên mor, zer û kesk jî hene. Ji bo ku tev bi gerin û xwe bi derekê ve bigirin, masûlkê xwe bi kar tînin.
Masîhespikên pîgme, pisporên xwe kamûflekirin û veşartinê ne. Him rengên wan him jî girêka li ser wan, wan dişibîne mircanan.
Sedema navê margîsk ên bi bijang, pûlên li ser çavên wan in. Ev mar carinan dibin pembe, zer, û kesk jî. Di heyama cotbûna maran de margîsk serê xwe radikin û li hev dinêrin.
Pinpinîkên bizûz jî wekî yên din dikarin bibin rengûreng. Li gewde û baskên wan nîşanên pembeyî hene. Herwiha di gewdeya pinpinîkan de şiklekî wekî serê filan jî heye. Ev yek wan xweşiktir dike.
Hin pîrevonok an jî konikên kevjal dema li benda nêçîra xwe ne rengê cihê ku lê dimînin digirin. Pîrevonoka di wêneyê de jî rengê kûlîlka giyayê melkez ê pembeyî girtiye.
Kûlîlka stêrk û dalyayê, di nav jîndarên xemlê de yên herî navdar in. Ev kûlîlkên ku di çêkirina boyaxan de tên bikaranîn, dibin hemû reng.
– Menazîr Aslan