Bircên Amedê û Baxçeyên Hevselê ku weke sembola bajêr tên naskirin û ji aliyê UNESCO’yê ve weke mîrateyên cîhanê hatin tescîlkirin, dê aboriya bajêr geş bike. Li gorî pisporan êdî dê bi milyonan turîst bêne Amedê û ev jî beramberî avakirina 500 fabrîqeyên kar in.
Amed heta îro weke bajerê şer dihat naskirin. Gelek kes ditirsiyan ku bêne Amedê. Lê piştî vê biryarê êdî Amedê dê bi dîroka xwe, bi çanda xwe bê naskirin. Bi mîlyonan turîst ji bo çand û dîroka bajêr bibînin dê bên Amedê. Li Amedê 500 fabrîqeyên kar bihatana vekirin jî dê evqas tesîr li aboriya Amedê nekira.
Hin pispor jî hem kêfxweş in, hem jî ji ber kêmbûna otel, xwaringeh û ewlehiya derdora bircên Amedê bi fikar in.
Cara yekemîn e ku li Bakurê Kurdistanê mîrateyeke dîrokî ji aliyê UNESCO’yê ve tê naskirin. Ji îro û pê de UNESCO dê ji bo restorekirina bircan li bajêr xebatên mezin bide destpêkirin.
– Rûdaw