Bajarê Palmyrayê di navbera riya Şam û bajarê Deyrûzorê de ye û li cihekî stratejîk cih digire. Palmyra wek sembola serdema Romayê ya sedsala 1. Û 2. Tê zanîn. Bi stûnên xwe yên biheybet di lîsteya mîratên cîhanê ya Unescoyê de cih digirt.
Nûçegihanê pîşe û hunerê yê BBC Worldê Vincent Dowd da zanîn ku ew bajar beriya 2 hezar salan hatiye avakirin û ji serdema Romayê tê.
Li aliyê din rêxistina DAIŞ’ê di meha gulanê de kontrala bajêr bi dest xistibû. Bajar bi stûn û perestgehên xwe wek pautextê dîroka kevnare dihat binavkirin.
Bi kuçeyên xwe, bi qada xwe ya operayê û bi hemû şiklên xwe yên kevnare xwe ji bajarên din cuda dikir; lêbelê heta ku DAIŞ’ê bi dest xist wisa bû.
Rayedarên Sûriyeyî û muxalîf diyar dikin ku beriya mehekê DAIŞ bajarê kevnare bi top û guleyan teqandiye. Beriya çend rojan DAIŞ’ê dîmenên teqandin Palmyrayê li ser înternetê weşandin. di dîmenan de xuya dikir ku DAIŞ bombe li bajarê kevnare bi cih dike.
Herwiha beriya hefteyekê jî endamên rêxistina DAIŞ’ê kedkarekî bi salan “Kalê Palmyrayê” Doktor Xalid el-Esad kuşt.
National Geographic Kurdish © 2015 / Jêder: BBC World