BI ÇEND WÊNEYAN PIŞTÎ ŞER SILOPIYA

© Selman Baki

Beriya hefteyekê li van kolanên wêranbûyî derketina derve qedexe bû. Ev der Silopiya ye, yek ji navçeyên Şirnexê ye.

Gelheya navçeyê digihîje 110 hezar kesî – ku ev hejmar beriya şer bû – piştî şer rewş guherî. Bi hezeran kesî koçî Başûr an jî koçî bajarên li derdor kir.

Şerê di navbera Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û Hêzên Rejîma Tirkiyeyê de xisareke giran li bajêr xist.

Zêdetirî xaniyên bajêr hilweşiyan an jî bi awayekî xirab hatin rûxandin. Bi taybetî Hêzên Rejîma Tirkiyeyê ji bo ku hêza YPS’ê bişikîne bi tank û panzeran ketin nav bajêr. Li gor gelek kesan ew xaniyên rûxandî ji ber bombeyên leşkerên Tirk wisa lê hatine.

Capture

Wênegir Selman Baki ji bo ku xaniyên rûxandî û rewşa dawî ya li Silopiyayê ji nêz ve bişopîne makîneya xwe hilgirt destê xwe û li kolanên Silopiyayê geriya. Va ye bi çend wêneyan birînên Silopiyayê.

Wêne: Selman Baki – Silopiya / Nivîs: Cûneyt Ewrareş

Şîrove Bike