BIFIKIRIN KU SIRUŞT ŞÎN E, SIRUŞT BI ŞÎNÊ XWEŞTIR E

Di siruştê de bandora rengan gelekî zêde ye, niha di dorê de rengê “Şîn” heye.

Cup coral polyps

Per û baskên pinpinîkan, dupişkên bibiriqîn û perên çûkên rewneqdar… Di siruştê de rengê şîn ne wek pîgmentekê, wek şikestina roniyê derdikeve holê. Ji bo organîzmayên bi rengên şîn; mircana nerm a di okyanûsê de mînakeke baş e.

p0263rtm

Rengê şîn ê beriqî di pinpinîka Morfoyê de, bi saya pûlên li ser baskên wê xuya dikin. Ev pinpinîk li Emerîkaya Başûr û Navîn tên dîtin.

Blue-footed booby feet, Sula nebouxii

Çûkên simsik ên nêr bi lingên xwe yên şîn, ji bo xwe bi çûkên mê bidin ecibandin, qirş û qalên ku wê pê hêlîna wan çêbikin, radikin. Lê beriya vê yekê lingên xwe yên şîn şanî wan didin û qure û bi fors dimeşin. Ev çûkên behrê yên tropîk li parzemîna Emerîkayê tên dîtin û yek ji wan cûreyan e ku Darwin li Girava Galapagosê li ser lêkolîn kiribûn.

Giant Desert Hairy Scorpion

Di wenêyê de dûpişkê çolê ya bipûrt xuya dike. Dûpişk di bin roniya ultraviyoleyê de, rengê şîn û kesk werdigire. Sedema vê jî madeyeke kimyasal ê li ser qalikê dûpişkê ye ku dema roniya ultraviyoleyê lê dikeve roniyê dide xuyakirin.

DUNNOCK

Di nav çûkan de gelek caran hêkên şîn rastî me tên. “Bilbilê Çiyayan” jî yek ji wan e.  Pîgmenta bi navê ‘bîlîverdin’, dibe sedam ku li ser qalikê hêkan rengê şîn çêbibe.

BLUE JAY

Rengê şîn ê çûkê şîn û qirika belek ne ji pîgmentan e, ji ber taybedmendiyên pûrta wan e ku dibin sedema şikestina roniyê.

Water droplets on a peacock feather. Image shot 09/2007. Exact date unknown.

Teyrên tawis ên nêr bi pûrtên xwe yên şîn, kesk û zer û bi dûvên xwe yên desencuda navdar in.

VISUALS UNLIMITED

Rengê piraniya îstakozên jîndar; ji rengên qehweyî, sor û kesk pêk tê. Pir kêm be jî yên bi rengê şîn jî hene. Di demên dawî de li Emerikayê îstakozekî bi rengê şîn hat dîtin. Vî îstaqozî di nav çapemeniya navneteweyî de jî cihekî taybet girt.

p0263sf5

Rengê masiyên tropîk çawa diguhere û çawa rengê şîn werdigirin. Masiyên ciwan ên bi deqên şîn û zer roj bi roj rengên xwe diguherînin û rengê şîn werdigirin. Ji bo wan masiyan hin kes dibêjin “ doktorê şîn” hin kes jî dibêjin “Berberê şîn”.

LEPIDOPHANES GUENTHERI

Di behrê de, jîndarên ku roniyê belav dikin gelekî zêde ne. Hin kêzikên behrê, kumik, masiyên bi ronî yên di behrên kûr de ji wan hinek in. Piraniya roniya ku tê belavkirin, bi rengê kesk û şîn e. Jîndarên behrê bi vê riyê bala neçîrên xwe dikişînin. Herwiha ji bo masiyên nêçîrvan bixapînin û hevalan ji xwe bibînin, vê yekê bi kar tînin.

– Menazîr Aslan

Şîrove Bike