Li Kantona Valaisa Swîsreyê minminîk ango pinpinîkên cur bi cur hene. Mixabin her ku diçe nifşê van minminîkan kêm dibe..
Salê gelek kes ji bo dîtina van pinpinîkan tên serdana Kantona Valaisê. Kantona ku li ser Geliyê Çemê Renê ava bûye, ne ku bi tenê bi pinpinîkên xwe ve tê zanîn, her wiha li vir navendên kaşûnê, rezên tiriyan ên tîkane ku li qûntarên çiyayan e û germavên navdar hene.. Valais bi kişwer an jî avhewaya xwe ya hişk ve li Ewropayê xwedî populasyona pinpinîkan a herî mezin e..
Li Kantona Valaisê du ziman tên axaftin. Li parka Netewî beşên kantonê yên ku lê Almanî û Fransî tê axaftin bi riya daristanekê ji hev hatiye veqetandin û ev daristan bûye sînor..
Li vir ji xeynî gelek cureyên minminîkan gumgumok an jî marmarok û çûkên Efrîkayê jî hene. Jîndar bi riya du zimanan tên binavkirin. Her çiqas ev yek carinan bibe sedema aloziyan jî bi saya navên Latînî yên hevpar ev tevlîhevî tê çareserkirin. Ji bo tespîtkirina cûreyên minminîkan divê pêşiyê bê zanîn ku minminîk diçin ser kîjan kulîlkan vedinin.
Li Swîsreyê 195 cure pinpinîk û bi deh hezaran jî pinpinîkên şevê hene. Beriya cihê ku lê Fransî tê axaftin, bajaroka dawî ya beşa ku lê Almanî tê axaftin bi rezên xwe ve navdar e..
Mirov dikare li vir eraq û penêrên herêmî tam bike.. Li vir kişfkirina minminîkan ne hobiyeke nû ye.
Ji ber vê sedemê bi dehan salan e ku gelek zîyaretvan tên Valaisê. Yek ji van jî nivîskarê navdar ê pirtûka Lolîtayê Vladimir Nabakov e. Nabakov, di navbera salên 1961 û 1977’an de li bajaroka Montreuxa Kantona Vaudê jiyaye ku cîranê kantona Valaisê ye.
Wî di bîranînên xwe de, kişfkirina minminîkan bi awayekî kelecan û coş aniye ziman. Îro ji sedî şêstî 195 cûreyên pinpinîkên Swîsreyê ber bi tunebûnê ve diçe. Bi rêjeya ji sedî 52’an jî ketiye lîsteya sor a vî welatî. Lê belê bi saya cotkar û xwediyê rezan ev herêm bûye navenda parastina pinpinîkan..
– Gonul Gun