BIKARHÊNERÊN ANDROIDÊ PIŞTÎ DEMEKE DIRÊJ GIHÎŞTÎN TAYBETMENDIYA TELEFONÊ YA WHATSAPPÊ

Aplîkasyona navdar ya guftûgoyê WhatAppê beriya çend rojan ji bo telefonên bi Androidî taybetmendiya telefonê anî. Ango êdî her kes dikare li ser WhatsAppê wek telefonê biaxive.

TAYBETMENDIYA TELEFONÊ ÇAWA TÊ BARKIRIN?

Kesên ku dixwazin taybetmendiya nû ya WhatsAppê li ser telefonên smart bi kar bînin divê tenê li 2 – 3 riyan  bişopînin.

Di telefonên xwe yên mobîl de dê têkevin malpera fermî ya WhatsAppê û ji wir jî sepanê “download” bikin.

HERWIHA DÊ JI BO iPHONE’Ê JÎ WERE

Li aliyê din çend roj berê di konferansa pêşxistina F8’ê ya Facebookê de li ser vê mijarê şirîkê damezrîneriyê Brian Acton da zanîn ku di hefteyên pêş de taybetmendiya telefonê ji bo iPhone’an jî were.

Herwiha tê payîn ku ev heman taybetmendiya axaftinê piştî çend hefteyan ji bo telefonên Apple ê jî were.

– Cûneyt Ewrareş

Şîrove Bike