BIRÇITÎ AJALAN HAR DIKE: ORKAYÊN NÊÇÎRVAN

Orkayek ji bo ku rîngayên dorpeçkirî bikşîne jor pozisyonê digire. Orka rîngayên li rexan gêj dikin û wan di carekê de mîna loqmeyên mezin naxwin. Ew rîngayan yek bi yek dixwin.

Orkayên ku bi hev re xwarinê dixwin bi têknîkên cuda nêçîra xwe dikin. Ev nêçîr di serî de mîna pêşaneyekê xuya dikin. Lê li pişt vê nêçîrê tiştekî pirr balkêş heye: Aqil

Orkayên nêr ên gihîştî di ava kûr ên Andfjordenê de tevlî xebatên beralîkirina koma rîngayan dibin. Orkayên nêr bi avjenperên xwe yên dirêj ên li ser pişta xwe ji orkayên mê cuda ne. Hin endamên komê rîngayan li cihekî tînin ba hev, hin ji wan jî zikê xwe têr dikin.
Orkayên nêr ên gihîştî di ava kûr ên Andfjordenê de tevlî xebatên beralîkirina koma rîngayan dibin. Orkayên nêr bi avjenperên xwe yên dirêj ên li ser pişta xwe ji orkayên mê cuda ne. Hin endamên komê rîngayan li cihekî tînin ba hev, hin ji wan jî zikê xwe têr dikin.

 

Di wêjeya Rojava de orka zêde cih negirtine. Bedenên wan ên mezin, rengên wan ên ku pandayê tîne bîra mirovan û diranên wan ên tûj her çiqas tiştên mîtolojik bîne bîra mirovan jî wek lehengên navdar ên romanan dernakevin pêşiya me. Wek mînak mîna hûtê mezin ê spî Moby Dîck lehengekî orkayê tune.

Lê dîsa jî di hêşê me hemûyan de semboleke orkayê heye. Ev sembol jî îxtîmaleke mezin mîna di SeeWorldê de ji sahneyên pêşaneya akvaryumê yên fîlman ketiye hêşê me.

Di hewzên steril ên biçûk de bêyî ku bisekinin li derdorê xwe dizivirin an jî ji bo ku me bikenînin ji nav avê xwe diavêjin derve. Lê gelek kes wisa difikire ku ev orka mîna esîran li qadeke biçûk û di dinyayeke çêkirî de travmayên psîkolojîk ên mezin derbas dikin.

Belê bi rastî jî ev rewşeke pirr xirab e. Lewra dema hûn xwezaya orkayekê bibînin, şovên wan kêfa we ew qas xweş dike ku li ser rûyê dinyayê tu şoveke din nikare ew qas kêfa we bîne cih. Mirov kesayeta wan, eqilbûna wan, şahî û lîstîkvaniya wan û eşqa wan a bo behrên mezin, nêçîr û jiyanê dibîne.

Rojeke sar a meha çileyê bû. Çar aliyên min bi sedan hûtên kujer ên reş û spî girtîbûn. (Orcinus orca di rastiyê de ne hûtek e, ew mezintirîn delfîn e.) Li Norweçê, di nav ava Andfjordenê de ku 320 kîlomîtroyî li bakurê Xelqeya Cemsera Bakur e, mîna koma guran bilez tevdigerin.

Ji bo ku derdorê masiyên rîngayên bi rengê zîvî dorpêç bikin, wek tîmekê dixebitin û di carekê de noqî avê dibin û derdikevin.

Pişta wan û avjenperên li pişta wan di vê demê de, di tariya Cemsera Bakurê de dibiriqin. Carnan yek ji orkayan bi dûvên xwe li ser rûyê avê dide. Di bin avê de jî bi heman şiklî dûvên xwe lê didin. Biyologê guhandarê behrê Tiu Similä ku pêşengiya lêkolînên orkayan ên Norweçê dike, dibêje ku ev dûvlêxistin ji bo rîngayan tê wê wateyê ku mirin nêz e. Similä di warê metoda nêçîrê ya orkayan de jî ku “bi şiklê dorpeçkirinê xwe têr dikin” pispor e.

Dibêje masî her tim bi tesîra van lêxistinan namirin. Lê qet nebe gêj dibin û nêçîra wan bi vî awayî hêsantir dibe. Dibêje “Tiştên ku em li ser behrê dibînin bi tenê nîşaneyên biçûk ên wan tiştan e ku di bin behrê de diqewimin. Rola her hûtekî cuda ye.

Vê yekê mîna pêşaneya baleyê bifikirin. Divê hemû hereketên wan li gor planekê bin, haya wan ji hev hebin û divê biryarê bidin ku piştî gavekê dê çi bikin.”

Orka dixwazin nêçîra rîngayan li Andfjordenê li cihên ne kûr bikin. Lewra li van deran hêsantir dikarin rîngayan derxin ser avê û wan bigirin.
Orka dixwazin nêçîra rîngayan li Andfjordenê li cihên ne kûr bikin. Lewra li van deran hêsantir dikarin rîngayan derxin ser avê û wan bigirin.

 

Belê rînga zehf in lê ji bo orkayan girtina van masiyan ne ew qas hêsan e ku ji wan bilêztir in û ji bo parastina xwe mîna dîwarên kelhê xwe didin hev û dirêj dibin. Orka mîna hûtên bêdiran xwe navêjin ser masiyan û bi ava behrê wan di carekê de danaqurtînin.

Nêçîra wan zêdetir dişibe ya seyê şivanan. Ew koma masiyan didin pêş xwe û dikin komên biçûk ku bikaribin wan bi hêsanî kontrol bikin. Similä dibêje “Divê orka ber wan bigirin ku zêde kûr ve neçin. Ji bo vê hewl didin ku masî derkevin ser avê, li derdora xwe bizivirin û şiklê giloverê bidin wan.”

Endamên komê bi dorê dikevin bin masiyan, li derdora wan dizivirin “mirov dikare ji wan re bêje koma orkayan ku ketine şiklê glover – ji aliyê din jî ji bo ku orkayan bitirsînin belboqan çêdikin, deng derdixin û zikên xwe yên spî nîşanî wan didin.

Masî jî zêdetir li cem hev disekinin û şiklê wan şiklê gloverê digire. Dema zivirîn digihêje leza xwe rînga ji bo ku birevin derdikevin ser avê. Û bi gotina Similä “dîmeneke wisa derdikeve ku mirov dibêje qey behr dikele.

Dema orka kontrola rîngayan digirin destê xwe, yek ji wan li sînorê koma masiyan dixe û dema xwarinê dest pê dike.

Lê ev orkayên ku me ew şopandin mîna bi şiklê dorpeçkirinê nêçîra xwe nakin. Her çiqas xwe li destpêk û dawiya koma masiyan bixin jî di bin koma masiyan de gloverekê çênakin.

Masî dernakevin ser ava behrê. Tevî vê dîsa orka bi şiklê giloverê tevnagerin. Li ser behrê ew qas zêde masî tune ne lê dîsa orka ji xwe re ziyafetê dikin.

Similä vê yekê ji pûlên masiyan ên li ser behrê derdixe ku ji ber derbeya dûvên orkayan mirine an jî gêj bûne.

Hin zanyarên ku di nav wan de Similä jî heye wisa difikirin ku nêçîra bi şiklê dorpeçkirinê “di çanda orkayan de” yek ji wan stratejiyên nêçîrê ye. Stratejiyên din jî hene.

Wek mînak orkayên li behrên Arjantînê de ji dinyayê bê xeber ji bo ku çêlikên şerên behran bigirin ber bi peravê ve diçin û dema vê yekê dikin jî ji bo ku li peravê asê nemînin, xwe li gor pêlên behrê û med-cezîrê eyar dikin.

Ferdên komên li Antartîkayê, ji bo ku fokên li ser cemedan bixin xwarê, di nav hevkariyeke mezin de pêlan çêdikin. Orkayên ciwan jî van rêbazan ji mezinên xwe hîn dibin.

Li Andfjordena Norweçê orka nêçîra rîngayan dikin. Endamên komê bi hev re bi awayekî bi pergalî tevdigerin. Ji bo ku koma rîngayan bi awayekî hêsan kontrol bikin, derdorê wan dorpêç dikin. Pişt re jî dûvê xwe li wan didin. An gêj dikin an jî dikujin.
Li Andfjordena Norweçê orka nêçîra rîngayan dikin. Endamên komê bi hev re bi awayekî bi pergalî tevdigerin. Ji bo ku koma rîngayan bi awayekî hêsan kontrol bikin, derdorê wan dorpêç dikin. Pişt re jî dûvê xwe li wan didin. An gêj dikin an jî dikujin.

 

Di vê navberê de tespîtek tune ye ku orka û hût bi hev re di nav hevkariyê de nêçîrê dikin. Bereksê vê orka nêçîra kaşalot, hûtên gewr, hûtên dirêj, hûtên kûz û yên din jî dikin. Ji ber vê yekê ji aliyê nêçîrvanên hûtan ve navê wan hûtên kujer hatiye danîn.

Sedema heyrîmayîna Similä jî ev e. Komên orkayan di nav vê avê de bi tenê serê xwe nêçîra masiyan dikin.

Lê wê rojê hûtên kûz û hûtên dirêj jî bi orkayan re bûn û bi rîngayan zikê xwe têr dikirin. Avjenperên wan ên li ser pişta wan ku bi renk û tonên cuda ne, ji nav ava li doraliyê me derdikeve derve.

Orka di nav avê de mîna birûskê diçin û tên û rîngayan didin hev. Lê hûtên kûz fersendê nadin wan, devê xwe vekirî dihêlin, xwe diavêjin jor û rîngayan dixwin.

Hûtên dirêj jî demeke pir kurt avjenperên xwe derdixin ser avê, bêhneke kûr distînin û piştre ew jî diçin ziyafetê.

Similä dibêje “min beriya niha tiştekî wiha nedît. Gelo dibe ku ji bo nêçîra masiyan hevkariyê dikin?”

Hûtên kûz jî bi rêbaza orkayan li derdora xwe dizivirin û nêçîra xwe bi vî awayî dikin. Ji bo vê li derdora masî an jî krîlan digirin û ji bo ku wan bikin wek gloverî belboqan derdixin.

Li gor Similä dibe ku hevkariyê dikin. An jî ev herdu cure bi hev re bi rêbaza “nêçîra gerok“ zikê xwe têr dikin.

Yanê dibe ku berê masiyên belavbûyî didin hev, wan nêzîkî hev dikin, piştre dûvên xwe li rexê komê didin û bi vî awayî zikê xwe têr dikin.

Similä dibêje “rêbaza xwarinxwarên gerok ji rêbaza dorpêçkirinê dijwartir e û zêdetir enerjiyê dixwaze. Rîngayên vir ew qas zêde ne ku ji bo wan rêbaza dorpêçkirinê baştir dibû.” Lê dema orkayan ew qas tune ku bi rêbaza dorpêçkirinê nêçîrê bikin.

Hin orka li dora komeke rîngayan pozîsyona xwe girtine û bi deng, fîk û klîkên ekolokasyonên xwe xeberê didin hev û di nav têkiliyê de ne. Biyologê Fînlandî Thu Similâyê ku gelek zivistanan ketiye pey rînga û orkayên Norweçê û ew şopandine dibêje, “rolên hemû hûtan heman e.”
Hin orka li dora komeke rîngayan pozîsyona xwe girtine û bi deng, fîk û klîkên ekolokasyonên xwe xeberê didin hev û di nav têkiliyê de ne. Biyologê Fînlandî Thu Similâyê ku gelek zivistanan ketiye pey rînga û orkayên Norweçê û ew şopandine dibêje, “rolên hemû hûtan heman e.”

 

Ew jî mîna hûtên kûz û hûtên dirêj wekî ku bigihêjin galayekê, ji ber me re derbas dibin û ji bo ku tiştekî bixwin jî carnan disekinin.

Dema em vedigerin yata xwe ya bi navê Ylajali hîv li asîmanan bilind bûbû û di nav avê de hûtên ku hereket dikirin hebûn.

Orkayên ku di nav famîlyaya Delphinidaeyê de ne ku delfînên behran dihundirîne, di nav guhandarên behrê de, yên herî berbelavbûyî ne. Li hemû okyanûsan, li hemû hêlîpanên di navbera cemsera Bakur û Başûr de hene û bi piranî li qeraxan in.

Lê dîsa derbarê wan de zêde agahî nayên peydakirin. Her çiqas bê gotin ku hejmara wan bi tevahî 50 hezar e jî çend cure an jî bincureyên wan hene, nayên zanîn.

Gelo ev hejmar hejmareke rast e? An jî di bin talûkeyê de ne? Ev jî nayên zanîn. Lewra lêkolîner di sala 1970an de dest bi hejmartina orkayan kirin û niha bi awayekî eşkere nayê zanîn ku di her ekotîpekê de çend ferd hene.

Li Atlantîka Bakur ku em li wir orkayan dişopînin dibe ku ji yekî zêdetir ekotîp hebin. Wek mînak ên ku min û Similä dîtin, di warê nêçîra rîngayan de pirspor bûn.

Tê texmînkirin ku hejmara van orkayên ku li behrên Norweç û Ba-rentsê belav bûne, di sala 1990î de 3 hezar bin. Ji wan hezar heb ku Similä û hevkarên wî ew wek orkayên Norweçê bi nav dikin, dikevin pey rîngayan û diçin fiyordan.

Lê rînga ne ew tişt in ku nêçîra wan bê texmînkirin. Hejmara wan li gor salan pir zêde diguhere û seranserê salê li fiyordan namînin.

Di biharê de li qeraxan hêkan dikin, havînê ji bo ku zikê xwe têr bikin belavî behra Norweçê dibin, di dawiya payîzê de jî bi komên mezin koç dikin qeraxên Norweçê an jî fiyordan.

Ew biçin ku derê orka jî dikevin pey wan û diçin wir.

Di serê sala 1960î de ji ber nêçîra zêde ev pergal xira bûbû û orka êdî nedihatin fiyordên Norweçê. Di serê sala 1980yî de popûlasyona rîngayan zêde bû û orka dîsa hatin fiyordên li başûrê Andfjordenê.

Similä wê çaxê xwendekarê mastirê bû û li ser planktona golên li welatê xwe Fîndlandiyayê lêkolîn dikirin.

Dema bihîstiye ku biyolog li Norweçê safariyê dikin, ji bo ku di keştiya wan de bê pere bixebite serlêdan kiriye. Roja ewil avjenperê pişta orkayekî nêr li ber botê xuya bûye ku lê siwar bûbû.

Ji bo vê dîmenê kelecaneke mezin ketiye dilê wî û hemû tiştên ku ji bo planktonan difikirî, ji bîr kiribûn. Piştî vê rojê derbarê orkayan de dest bi xebatê kir.

Similä seranserê 20 salan di her zivistanê de orka şopandine ku diketin pey rîngayan û diçûn fiyortan.

Bi hevkarên xwe re ji bo ku endamên wan nas bikin çiqas ji destê wan hatibe wêne girtine û bi şnorkelê noqî avê bûye û dema xwarin dixwarin video kişandine.

Dibêje: “Di wan rojan de derbarê orkayan de tu tişt nedihat zanîn. Digotin zirarê dide û bitalûke ye, masiyên me dixwin û xilas dikin.”

Ji sala 1978an heya 1981ê ku polîtîkaya fermî ya kuştinê wê çaxê rabûye, masîvanên ku dema orka didîtin bi çekan gule berdidan ser wan. Hejmara orkayên ku kuştibûn gihîştibû 346î..

Gelek Norweçiyan heya sala 1992an jî orka wek masiyên zikbirçî yên ku rîngayan dixwin, didîtin. Di vê salê de lêkolîna Similä di kanaleke televîzyonê de jî hatiye weşandin.

Dîmenên Similä nîşan dane ku orka hemû koma masiyan bi carekê de naxwe, bereksê vê bi awayekî kubar masiyan yek bi yek dixwe.

 “Yek ji orkayan ewqas bilez çûbû û dûr ketibû ku –di rojekê de bi sedan kîlomîtro- me got qey ji aliyê lotkeyekê ve hatiye kişandin.” –Tiu Similä, biyolog

Tê fêmkirin orkayên ku endamên wan tên lêdan an jî birîndar dibin, van bûyeran jibîr nakine. Similä dibêje; “li ser hin orkayan şopên guleyan tê dîtin. Em nikarin nêzîkî wan koman bibin.

Ev yek hêj jî ne mimkûn e. Dema dengê motorê dibihîzin direvin û diçin.”

Komên orkayan ji aliyê rêberên mê yên damezrîner ve tên birêvebirin. Similä wisa bawer dike ku ev “Dayikên Zana” hînî çêlikên xwe dikin ku ew ji lotkeyên masîvanan dûr bisekinin û bi vî awayî hişê komê diparêzin. “Ez nizanim çawa hîn kirine.

Dibe ku bi tenê dema dengê motorê dibihîzin ji wir dûr dikevin. Yanê ji komê re dibêjin ‘hay ji xwe hebin, tiştekî xeternak, tişkekî xirab e.’ Bi vê yekê riyeke hînkirinê dîtine.

Rojekê li aliyê din ê fiyordê me dît ku orka avê dipijiqînin. Rêberê me bi motorê riyekê diçe ku 3 kîlomîtroyan dûrî me bû û digihêje cihekî aram. Rêber dibêje ev der “bihuşta hûtan e.” Li derdorê gelek orka hene. Avjenperên wan li ser behrê mîna babirekan diçin û tên. Hûtên kûz êrîş dibin ser masiyan.

Ferxikên komekê, li pey şopa lotkeya me dilîzin. Dema em motorê disekinînin, ji bo ku li me binêrin mîna kûçikên bimeraq, tên bal me. Ev ne mîna yên din e ku me roja ewil dîtibûn û dihatin û diçûn lê bi şiklê dorpêçkirinê jî zikê xwe têr nakin.

Di gava nêçîrê de rola her orkayê cuda ye û Similä li hemberî vê heyrî dimîne. Similä şahid bûye ku orkayên gihiştî bo ciwanan rêbertî kirine, masiyên biçûk mîna dayikên xwe dûvên xwe li behrê xistine û komên ku nexwestine şopa rîngayan winda bikin ber bi cihê wan ê hêkkirinê ve rewîtiyên dirêj kirine.

Bi hevkarên xwe re cihaza şopandinê li çend orkayan bi cih kirine, hin gerên xwe yên bo kifşê, kiriye wekî nexşeyan. “Yek ji orkayan ewqas bi lez çûye ku –di rojekê de bi sedan kîlomîtro- me got qey şikevekê ew girtiye. Ji ber ku tiştekî wiha hatiye bîra min ez bi xwe dikenim.”

Similä behsa çîrokekê dike ku em derbarê orkayan de pir kêm tiştan dizanin. Di sala 1996an de orkayeke piçûk dibînin ku ji marîpişt û avjenperên xwe yên li pişta xwe birîndar bûye. Îxtîmaleke mezin şikevek lê qelibiye.

 “Similä dibêje “me navê Stumpy lê kir” lê nezanîne ku orkaya piçûk nêr e an mê. “Naşibe hûtên din ên kujer û ji ber ku nikare nêçîrê bike ew li wê dinêrin.”

Stumpy ne bi tenê di nav komekê de ye, herî kêm bi 5 koman re dijî û hemû jî wî xwedî dikin. Similä carekê dîtiye ku du orkayên mê ji nav pêlan bi awayekî lez hatine û her yekê ji Stumpy re rîngayek aniye û wê ji şikevan dûr digirin.

Li ser vê wisa difikire ku ev helwesta wan nîşan dide ku ew dizanin şikevê ew birîndar kiriye..

Dibêje: “Stumpy ji bo min nepena herî mezin e. Ez nizanim dema bi nêrbûn an jî mêbûna xwe bihese dê çi bibe. Lê orkayên din dizanin ku pêdiviya Stumpy bi alîkariyê heye û alîkariyê didin wê.

Li gor hin lêkolîneran têkiliya koma orkayan ewqas xurt e ku dikarin wek hiş an jî mejiyekî hevpar peyamê bidin heywanên din. Dema orkayeke ji komê nexweş bikeve û biçe qeraxê, hemû kom bi wê re diçin û li qeraxê asê dimînin. Dema diya orkayên nêr dimirin ew jî dimirin.

Orkayek ji bo ku rîngayên dorpeçkirî bikşîne jor pozisyonê digire. Orka rîngayên li rexan gêj dikin û wan di carekê de mîna loqmeyên mezin naxwin. Ew rîngayan yek bi yek dixwin.
Orkayek ji bo ku rîngayên dorpeçkirî bikşîne jor pozisyonê digire. Orka rîngayên li rexan gêj dikin û wan di carekê de mîna loqmeyên mezin naxwin. Ew rîngayan yek bi yek dixwin.

 

Orkayên din alîkariyê didin Stumpyê. Dibe ku sedema van hemûyan ev yek be.

Dema hûn piraniya jiyana xwe bi wan jîndaran re derbas bikin ku piştgiriyê didin hev, alîkariya hev dikin û paşeroja xwe ji bîr nakin, êdî hûn îxtîmalê didin û ji xwe re dibêjin, dibe ku qabîliyetên wan ên din jî hebin.

Ji bo vê Similä wisa difikire ku orka ji bo ku nêçîra masiyan bikin, bi hûtên kûz û dirêj re hevkariyê dikin.

Lê piştre fikrê wî diguhere. Piştî vegera min em bi telefonê axivîn û wî got: “Na, bi hev re tevnagerin.” Hûtên kûz hemû tiştên ku orka çêdikin, xira dikin. Dema orka masiyan didin ba hev, ew belav dikin. Hûtên dirêj jî ji vê sûdê werdigirin.”

Lê wisa xuya dike ku ev ne xema orkayan e. Ji bo ku ji yên beredayî xwe dûr bixin, an jî bi wan re şer bikin an jî bidin pey wan ber xwe nadin. Dibe ku sedema vê xweşbîniyê ew be ku di wê zivistanê de li Andfjordenê rînga gelekî zêde bûn.

– Bariş Ozdemîr / Kovara Zanko Hejmara 5’an

Şîrove Bike