Boeing yek jê mezintirîn çêkerê balafiran e. Navenda wê li Chicagoya Amerîkayê cih digire. Bi giştî balafirên rêwîtiyê çêdike û li aliyekî din firokeyên leşkerî û cur bi cur teyareyên taybet jî çêdike.
Şirketa Boeing ji aliyê William Edward Boeing ve di 1916an de hatiye avakirin.
Niha em biçin behsa modela yekane a Boeing 747ê ango Jumbo Jetê bikin.
Febrîqeya Boeing li parêzgeha Washingtonê ye. Avahî ewqas mezin e ku, girava Haîtî jî dikare bihewîne. Bilindahiya avahiyê ne wekî balayan e, bilind û vala ye.
747, di sala 30yê Îlonê 1968an de, derket li pêş kiryaran û got ez amade me. Û firîna xwe ya yekem di 9ê Sibata 1969an de pêk anî.
Di wê sale de balafirên rêwîtiyê tunebûn ango 747 di vî warî de bibû yekem.
Bi mezinahî û bi çêbûna xwe ya bêmînak Boeing hemû zor û zehmetiyê têk bir, di rêhewaya navneteweyî de jênegiriya xwe bi dest xist.

Çêkirin û plankirina balafireke rêwiyan bi temamî 10 salan dixwe, ango pêkanîna wan ne ewqas hêsan e. Ji bo çêkirina balafirek divê ji hemû welatên dinyayê perçeyên cur bi cur bên anîn. Bo nimûne, motor û bask, depo û kabloyên ceyranê belav dike, paldank, perçeyên motorê, alûmînyûmên ku derveyê balafirê dipêçîne bi dehan parçe, ji Çînê bigirin heya Sao Tomeyê û ji Îtalyayê bigirin heta Elmanyayê bi dehan welat di pijandina vî aşê de xwedî nav in. jumbo Jet bi 6 mîlyon perçeyan ve pêk tê.
Jumbo jet, bi çar motorên biheybet pêk tê, helbet motorên ku Jumbo Jetê li ser asîmanan difirîne ne wek motorên wesayîtên asayî ne ku her çêker bisewirîne. Motorên 747ê ji Elmanyayê ji aliyê General Electricê ve tê hilberandin. Rêwitiyên hewayê her ku diçe zêde dibin, mîna çêkerên tirêmbêlan di navbera çêkerên balafiran de jî dijberiyeke cuda heye.
Di şewitandina sotemeniyê de kîjan balafir kêmtir bibe, şîrketên hewarêyê yên kirîdar berê xwe didin wê. Ew dijberî baş e, ji bo ku hilberên çêtirîn derkeve hole, hilberîner bêhtir li ser dixebitin. Lê hemû hêviyên Boeingê yên li ser Jumbo Jetê di sala 2006an de piştî hilberîna Airbus A380ê, nav û dengê Boeingê bû pesna Airbusê. Ber hindê Airbus fikr û ramanên di çêkirina balafiran de guherand.

>Heke hûn çêkirina vê balafirê baş bizanbin, em bawerin hûn dil nadin lê siwar bibin.
>Ew candeka ku, di xeyala we de firînê jî bi cîh dike, bi 6 mîlyon parçeyên cur bi cur, bi awayekî profesyonel hatiye pevxistin.
Çavkanî: Kovara Zanko