Wekî ku Pluto ji gerestêrktiyê hat derxistin, qedera Brontosaurusan jî ew bû û ji celebtiyê hat derxistin. Lêbelê niha zanyar dibêjin dibe ku ew xeletî bibe. Ji bo kesên ku wek heyranên Brontosaurusan bûn û piştre jî hûn bûn ku ew ajal ne dînozor e, mizgîniyeke xweş heye. Ajalê berê yê sernerm bext vekirî derket.

Ev bi salane sauropodun[2] wek Apatosaurus[3] dihatin zanîn. Lêbelê hefteya borî li lêkolînerên dînozor û fosîlan li PeeJ’ê hat ragihandin ku sauropodun bi serê xwe celebekî dînozoran e.

Ji bo Apatosaurus û Brontosaurus em nikarin bibêjin ku du cureyên ji tuxmên yek celebî pêk hatine û ew her du celeb ji hev cudatir bûn.

Li gor çavkaniya peresîna famîlyaya Dîplodosîdan ew her du cure bi vî awayî hatine tespîtkirin. Ev her du cureyên gihaxwar[4] di serdama Jurassic a beriya 160 milyon sal berê li Emerîkaya Bakur, li hin deverên Efrîqayê û li Ewropayê dijiyabûn.

Li Universidade Nova de Lisboayê palentologê nivîskar ê hevpar Octávio Mateus got “ji ber ku famîlyayeke gelek berbelav e, wan xwestiye ku derbarê têkliya navbera wan de zêdetir bibin xwedî agahî”.
Piştî lêkolîna li ser tuxmê famîlyaya Dîplodosîdan, Brontosaurusê (berê) wek celebekî nû dubare ket nav famîlyayê. Dînozorê Brontosaurus ê ku hebûna wê nedihat qebûlkirin, xwedî serpêhatiyeke rengîn e. Di salên 1880’an de ji aliyê O.C. Marsh ve hatibû binavkirin. Lêbelê di sala 1903’an de beriya dîtina Marsh, çend sal berê ew wek endamê famîlyaya Apatosaurusan hatibû danasîn.

Di pergala sinifandinê de navê ewil ku hatibû lêkirin, li şûna Brontosaurus excelsus wek Apatosaurus excelsus hatibû qebûlkirin.
Tevî vê navê ewil yê ku di zimanê Grekî de wek “gumgomokê hêrs” bi salan bi heman awayî dewam kir. Di salên 1970’an de piştî ku lêkolîner kiloxên serî yên Brontosaurus û Apatosaurusan dan ber hev ku gelek dişibiyan hev du, êdî hemû nîqaş bi dawî bû.
Bi vî awayî “gumgumokê hêrs” bi awayekî bêqîmet ket çopa gemarên zanistê û wekî ku dînozorekî wisa tune ye di dîrokê de cih girt.
TÎMEKE NÛ
Mateus dibêje ku sinifandina dînozoran ji qeydên fosîlan gelek zor e. Wî got “tu hestî nîşan nade ku ew sewal bi sewalekî din re ketiye minasebetê û zayiyaye”. Ew jî diyariyeke girîng e ku nîşan dide ew ji heman celebê ne. Lêbelê di salên dawî de piştî dîtina çend mînakên dîplodosîdan derfeteke nû ya nêzîkbûnê da. Analîzeke ku li ser mînakan pêk tê. Zanyarên ku di destê wan de mînakên têkûz hebin, ji bo zanîna ku familyatiya sewalan li ser hestikan dixebitin û wan didin ber hev.
Lêkolîneran li ser 81 mînakên dîplodosîdan lêkolîn pêk anîn û hebûn û nebûna 477 îskeletan diyar kirin. Gelek cureyên ku nêzî hev in vê taybetmendiyê li ser xwe dihewînin. Lêbelê Brontosaurus û Apatosaurusên ku du cureyên ji celebên cuda ne, tevgerên gelek hindik yên hevpar hene.
Îskelet di navbera têkakesan de jî cudatî derdixin. Ji bo vê yekê jî lêkolîner ji bo diyarkirina ku dînozor ji cureyên cuda ne an na, li ser cudatiyên awêne yên mînumum û deverên jiyana wan yên berê jiyabûn lêkolînan dikin û li gor wan tevdigerin. Hemû delîl nîşan dan ku tevî ku du celeb bixe nava xwe de, famîlyaya dîplodosîdan divê wek Brontosaurus û Galeamopus berfireh bibe. Herwiha hat zanîn Dinheirosaurus û Supersaurus bi heman celebî ne.
NEPENIYA DI NAV KEVIRAN DE
Ev fosîl 100 milyon sal e di bin bandora şert û mercên siruştê de mabûn. Lêbelê ji paleontologên ji zanîngeha Bristol a Keyaniya Yekbûyî Mike Taylor, diyar dike ku ew ji vegera Brontosaurus gelek bawer e. Taylor got hestik ji tesîrên siruştî xisar dibînin û ew ne rewşeke derasayî ye. Taylor vedibêje ku xerabûna teşeyî “perçeke pêvajoyê” ye.

Taylor dibêje ku “aliyê herî baş yê vê lêkolînê asta hûrgiliyên bêhempa ne”.
Dibe ku hêj gelek famîlyayên dînozoran heye ku rastiyên wan derkevin holê…
[1] Camasaurus – celebekî dînozoran, dînozozên stûdirêj.
[2] Sauropodun – celebekî dînozoran.
[3] Apatosaurus – celebekî dînozoran e.
[4] Gihaxwar – ji bo celebên sewalan yên ku bi tenê gihayan dixwin.
– Cûneyt Ewrareş
Şîroveyek
Pingback: ZINARÊ KU LI DINYAYÊ KET; DÎNOZOR KUŞTIN, MIROV RAKIRIN – National Geographic Kurdî