Bugatti dibe ku ji we re hinekî biyanî were. Ji ber ku Bugatti bi salan xwe daye hilberîna wesayîtên taybet ango wesayîta elîtan.
Bugatti di sala 1909’an de ji aliyê Ettore Bugatti ve hatiye avakirin. Ettore Bugatti paşnavê xwe li şîrketa wesayîtê kiriye û bi vî awayî merqeyeke nû ya wesayîtên sportîf derketiye holê. Lêbelê piştî demekê Ettore Bugatti ji ber nexweşiya pençeşêrê wefat dike.
Piştî mirina Ettore, şîrketa Bugatti gelek wesayîtên curbicur çêdike û wan dide nasîn. Di wê demê de şerê duyem a cîhanê dest pê dike û şîrket hinekî dikeve nav tengasiyê. Di nav demeke dirêj de şîrket êdî nikare di warê aboriyê de li ser hemdê xwe bisekine û xwe diforşe bo çêkerê wesayîtan Volkswagenê. Volkswagen AG tevahiya şîrketê dikire û dixe nav tora xwe.
Û ji bo Bugatti rûpeleke nû vedibe. Têgeha wesayîtên spor êdî bi riya Bugattiyê ji nû ve tên nivîsandin.
Wesayîteke bêhempa derdikeve holê. Berhemeke endezyariya mirovan a bêkêmasî. Bugatti Veyron.
Hemû şikl û teşeyên wesayîtan ên ku hûn dizanin ji bîr bikin. Ji ber ku Bugattî dê di hişê we de ji bo feraseta wesayîtan rûpeleke nû veke.
Va ye Bugattî Veyron !
1001 Hêzehesp. 16 silîndîrên ku wek bi motoreke “W16” pêk hatine. Tu tiştî vê wesayîtê ne asayî ye. Motor û kaporte bi temamî taybet û xweser e.
Bi hemû hêza xwe dikare di saetekê de 420 kîlomîtro rê biçe. Ji bo leza wê em dikarin ji wê re bibêjin “Balafira Asfaltê”.
Taybetmendî:
Motora W16, çima “W”. Di motorên “W” de du V8 li ser hev hatine siwarkirin û xebitîna motorê bi şiklekî W’yê pêk tê. Di W16 de 16 pîston cih digirin û têkîliya wan hemû pîstonan ji hev cuda ne.
Jêder: Kovara Zanko