Voyager 1 û Voyager 2, du sondayên fezayê yên cêwîn e û ji aliyê Ajansa Fezayê ya Amerîkayê (NASA) ve di dîroka 5’ê Îlona 1977’an de hatine şandin bo fezayê. Rêwîtiya Voyager 2, bi 16 rojan piştî ya Voyager 1’ê dest pê kir û bi giştî wek projeyên Voyager a bêmîrov tên binavkirin. Projeya Voyager bi armanca ku ber bi kûrahiya fezayê ve biçe û derbarê kûrajiya fezayê de agahiyên nû û wêneyên ji der dinyayê ji me re bişîne.
Dûmahîk »JI TAVÊ 300 TRILYON CARÎ GEŞTIR GALAKSIYEK HATE DÎTIN
NASA’yê li ser malpera xwe ragihand, Galaksiyeke ku ji tavê 300 trilyon carî geştir e hatiye kifşkirin. Tê diyarkirin galaksî ji aliyê WISE Spacecraft’ê ve hatiye dîtin û tê diyarkirin ku ev galaksî gelek geş e. Tê gotin ku ev galaksî piştî çêbûna gerdûnê, di nav demeke kurt de çêbûye. …
Dûmahîk »DÊ NEXŞEYA “HÊMANA TARΔ BÊ DERXISTIN
Zanyaran dest bi derxistina nexşeya Hêmana Tarî kir ku ev wek yek ji nepena herî mezin ya gerdûnê tê zanîn. Amanca zanyarên asîmanê, ew e ku ji 8 parçeyên gerdûnê nexşeya parçeyekî derxînin. Herwiha heya niha nexşeya ji sedî 0,4’ê wê derxistine. Nexşe bi dîmenên ewil yên teleskoba Victor Blanco …
Dûmahîk »GALAKSIYA JI DINYAYÊ HERÎ DÛR “EGS” HAT DÎTIN
Ji aliyê dem û dûrahiyê ve galaksiya herî dûr a ji dinyayê hat kifşkirin. Stêrknasên Zanîngehên Yale û California Santa Cruzê bi sê teleskopên cuda xebitîn û galaksiya pitikê kifş kirin. Fezazan diyar kirin ku ev galaksî 13,1 milyar saletîrêj ji Dinyayê dûr e û di nav nifşê ewil ê …
Dûmahîk »GELO HEYV NEBÛYA WÊ ÇI BIHATA SERÊ CÎHANÊ?
Heyv dinava 4,5 milyar salan de 18 qatan ji Cîhanê dûrket. Eger Heyv nebûya Cîhan wê di rewşeke pir cuda de bûya. Wê di deryayan de bûyerên med-cezîr (bi bandora kişana Heyvê di deryayan de çêbûna pêlan) çênedibûn. Wê rojek hîn kurtir yan jî dirêjtir bûya.. Heta li gorî hinek …
Dûmahîk »PEYKA NASA’YÊ LI MERKÛRÊ KET
Peyka MESSENGER piştî ku peywira xwe ya 4 salan ku li gerstêrka herî nezî tavê qedand, bi awayekî plankirî li rûerda gerstêrka Merkûrê xist. Peyk ango wesayîta lêkolînê li ser gerestêrka rûhesin kortalake nû vekir. Wesayîta fezayê MESSENGERa (Rûberiya Merkûrê, Derdora Fezayê, Pîvana Jeokîmye û Dûrahiyê) ku pergala Merkûrê …
Dûmahîk »NASA’YÊ XWEŞIKIYA CÎHANÊ PÊŞKÊŞ KIR
NASA ji bo roja Erdê gelek wêneyên gerstêrka me girtin. Va ye di nav salekê de nêrîna astronotan a li ser cîhanê. Ew wêne ji îstasyona ISS’ê hatine kişandin. – Cûneyt Ewrareş / Jêder: BBC
Dûmahîk »CÎHAN WÊ JI XETERA ASTEROÎDAN ÇAWA BÊ PARASTIN?
Li hemberî îhtimala lêketina bi hezara asteroîdan bi mezinahiya sedan mîtroyî, amadekariyên sîstema parastina cîhanê tên kirin. Di konferansa li paytexta Îtalya Roma de li ser du projeyên girîng ên li dijî asteroîdên mezin nîqaş tên meşandin. Di çarçoveya projeyeke hevpar a Jûra Asîmangerî û Fezayî ya Emerîkayê (NASA) û …
Dûmahîk »DÛKEL JI DÛVSTÊRKA 67P’Ê DIPIJIQE
Wesayîta fezayê ya bi navê Rosettayê dîmenên nû yên dûvstêrka 67P/Churyumov-Gerasimenkoyê bi dest xistin. Di wêneyan de xuya dibe ku wesayît çiqasî nêzîkî tavê dibe, dûkela li ser ruyê wê zêdetir dibe. ESA ango Ajansa Fezayê ya Ewropayê, wêneyên nû yên dûvstêrka 67P’yê weşandin ku ji aliyê wesayîta fezayê ya …
Dûmahîk »CERIBANDINA DAKETINA ROKETÊ DÎSA BI SER NEKET
SpaceX’ê duh berdanek pêk anî û wesayita kargoyê Dragon şand Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî. Roketa Falcon 9, îsal di ceribandina duyemîn de jî bi serne ket. Space X duh bi şev, berdanek pêk anî û kapsûla Feza ya Dragonê şand Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî. Kapsûl rojekê dereng hate şandin. …
Dûmahîk »