ÇAVDÊRXANEYA GERSTÊRKAN YA KECK Ê

Kecknasa

Bi du teleskopên mezin pêk tê. Keck li Hawaii’ya Amerîkayê cih digire û li ser lûtkeya herî bilind ya Mauna Keayê ango li ser girê 4145 mîtroyê (13,600 ft) disekîne. Teleskop pir mezin e û ji bo xebatên herî profesyonel hatiye çêkirin. Li ser her du teleskopan neynûkên 10 mîtroyî hene. Piştî GTC “Gran Telescopio Canarias” (teleskopa mezin ya Kanaryayê) Keck teleskopa mezintirîn ya dinyayê ye.

Plana projektê di sal 1977an, avakirina çavdêrxaneyê di 1985an de hat qedandin. 

Keck

 

Xebatên çavdêrxaneyê, beriya ku me gerdûn naskir ango di sala 1991an de dest pê kir. Keck’a yekemîn di wê salê de hat bi cîh kirin.  Piştre jî Keck’a duyemîn di sala 1996an de ket xizmetê. Ji bo cîhanê rûpelek nû vebû û nêzîkbûna gerdûnê bi vê hat piştrastkirin.

Şikl û şêweya wan, çavên mirov dibiriqîne û êdî di dilê mirov de “Gelo divê ez gerdûnê hilkolim” derbas dibe. Bi saya wan teleskopên dilnizim, gerdûn bû mala me ya duyemîn.

Bêhtir nêz dike û stêrkan bi hemû hurgiliyên xwe ve nîşanê me dide.

Ha, giraniya her yekê 270 ~ 300 ton e!

Em dibînin û li em pey rastiya kozmosa xwe diçin, gelo ew çawa çêbûne? Waye pirsa vê yekê, her çiqas Keck nikaribe tam bide jî, çêbûn û tevgera gerstêrkan ji nêz ve tê şopandin û ew agahî bi hemû hurgilî û bi bernameyên herî pispor ên kompîturê ve tê kontrolkirin.

Her du teleskop dikarin bi hev re, bi xebitin ango dikarin bi parvekirina dîmenan kozmosê pirtir nêz bikin.

Çavdêrxane ji ber ku bi du teleskopên ji hev cuda pêk tên, her du teleskop bi “1” û “2”yê ve tê nasîn.

Şîrove Bike