Di Çaxa Navîn de, Galileo Galilei Îtalî yê ku ji têgihîştina zanîna kilasik rizgar bû, di dinyaya zanistê de derî li çaxake nû vekir. Galilei yê ku di qadên fizîk, riyaziye û felsefeyê de dixebitî, hêj ku xort bû jî bi serê xwe ceribîn çêdikirin û ji zanyarên wê deme jî cudatir difikirî. Herwiha di sala 1609’an de pergaleke rojikan ku mirov dikare bibêje pêşiyên teleskopan e çêkir. Di salên pey re ew teleskopa xwe hêj jî perisand û pêş de xist.
Galileo bi vê teleskopê li Tav, Hîv û galaksiyan nêrî û dît ku gerdûn ji zanînên giştî cudatir e. Galileo, ji ber ku wekî Copernicus derbarê gerdûnê de “dozineya navendîya tavê” dipejirand; ji aliyê Dêra Watîkana ku “dozineya navendî ya dinyayê” dipejirand ve du caran hat darizandin.
Zanyarê bextreş, rexma çavdêriyên xwe ku îspata “Dinya li dor Tavê doş dibe” kirî; ji ber ku ji dardakirina Dêrê (an jî Aforoz) xilas bibe wî hemû gotinên xwe înkar kirin.
Ji çaxa Galileo û pê ve pergala teleskopan roj bi roj hat pêşvexistin û heya bi vê rojê gihaşt. Niha di vê demê de, teleskopên di qadên radyo, ultraviyole, x-ray û optîk (binayî) de resed (dîdevan) dikin hene û gelek teknolojiyên pêşveçûyî bikartînin.
Teleskopên ku ji pergalên optîk pêk tên ên mîna Teleskopa Fezaya Hubble (TFH) di navbera astronoman de gelek navdar in. Mînakên optîk ên wekî TFH di frekansên dîdar de resed dikin, li Devletên Yekbûyî yên Emerîka û welatên Rojava di gelek resedxaneyan de tên bikaranîn. Li Tirkiyeyê jî li Resedxaneya Neteweyî ya Tubîtakê (TUG) û li hin zanîngehan teleskopên optîk hene.
Lê atmosfer û rewşên hewayê ji bo teleskopan dezavantajan pêk tîne. Fotonên (ronî) ku ji gerdûnê tên dinyayê bi gazên astmosferê ve dikevin reaksiyonê û ji wan hin an tên absorbekirin an jî belav dibin û herwiha bi kêmayî digihêjin teleskopan. Ji bilî van ew fotonên ku derbarê gerdûn, galaksî, stêrk, rojger û quasaran de agahiyan ji me re tînin, ji ber ewr, şilî û hêwiyê tên astengkirin. Ji ber van bandorên neyînî, di sala 1923’an de cara ewil fikra teleskopa fezayê hat pêşniyazkirin.
Herwiha di salên 80’an de, Ajansa Fezayê ya Emerîkayê (NASA) û Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) bi hevkarî dest bi çêkirina Teleskopa Hubbleyê kirin û di sala 1990’an de ew qedandin. Hubble, di hundirê projeya NASA’yê ya “resedxaneyên mezin” de bi tenê parçeyeke. Di vê projeyê de resedxaneyên Compton Gama Rayû Chandra X-Ray jî hene.
Di meha Avrêla 1990’an de TFH ku bi maliyeta wê 1.2 mîlyar dolarî bû, bi wesayîta fezayê ya Discoveryê hat şandin bo fezayê û 600 kîlometreyî li jor di rêgeha Dinyayê de hat bicîkirin. Êdî ne toz, ne baran, ne tebeqeya Ozon, ne jî bûyerên atmosferîk nikarin li bandorê li resedan bikin.
Lê zanyaran, piştî Teleskopa Hubbleyê li rêgehê dan rûniştandin, fêm kirin ku neynika yekem (parçeyê sereke ye ku fotonan kom dike û dişîne ser neynika duyem) bi xeletî hatiye dizaynkirin û ev yek jî dibe sedema tengkirina xebatên astronomîk. Du sal piştî firandina Hubbleyê(1993), tîmeke astoronotan bi keştiya asmanî çûn ser Hubbleyê û ew seraerast kirin. Ji bilî vê yekê teleskop heya vê rojê çar caran xistin bin servîsa teknîkî.
Giraniya Teleskopa Hubbleyê 11 ton e û dirêjbûna xwe 13.1 mîtro ye û bi qasî 4. 27 mîtroyan jî firehe. Hubble, bi spektografî û kamerayên ku kapasiteyên wê mezinin û tayfmetreyê ve hatiye xemilandin û bi neynika wê ya sereke ( an neynika mezin)fotonan kom dike. Firehbûna neynikê 2.4 mîtro ye û ji bo ku neynik li germahiya fezayê (di navbera -200 û +100 C diguhera) were parzûnkirin bi fîlmekî bafon ku stûriya wê qasî porî însanan e hate rûkirin.
Ji bilî van li her du aliyên teleskopê, ji bo enerjiya xwe dabîn bike panelên tavê hene. Teleskop pêdiviya enerjiya xwe ji wir dabîn dike, herwiha hemû xebatan pêk tîne. Hûrguliyên dîmenên ku teleskop kom dike bi navbeynkariya antênên çanaxî dişîne navêndên dinyayê. Leza Teleskopê ya li ser rêgehê di saetê de 28 hezar kîlometro ye û nêzî ji 97 deqîqeyan carekê li dor dinyayê tûrekê diavêje.
Bi vê teleskopê, objeyên asmanî ji teleskopên li ser erdê bi 10 caran zelaltir dikarin bên vekolîn. Bi neynika yekemîn, wêneya bişkokekê ji 700 kîlometroyî dûr ve dikare were kişandin. Li aliyê din di kompîtira wê de koordînatên 19 mîlyon objeyên asmanî hene û kengî dixwaze dikare teleskopa xwe bizivirîne ser wan.
Projeya Hubbleyê ji astrofîzîkvanan re ji bo çareseriya gelek pirs û problemên esasî bû hêvî. Bi taybetî jî di qada pîvandina rêjeya firehbûna gerdûnê de alîkarî û hesabên rast û hesas gîhand astronoman. Di navbera peywirên herî girîng ên teleskopê de resedkirina fotonên bêhêz ku ji nêzi 12-14 salên ronî tên hene. Ew fotonan derbarê galaksî û kueserên ku di navenda galaksiyan de bi cih bûnin agahiyên pir girîng ji me re tînin. Çimkî kueser, derbare cihên ku stêrk û galaksiyên nû dizên de agahiyan didin me û ew agahiyan jî di heman demê de derheqê pêkhatina gerdûnê de encamên fizîkî derdixe holê.
Li aliyê din teleskopên li dinyayê, bi tenê fotonên 2 salên ronî dikarin bi zelalî bigîhinin me. Ew ferq ji astronoman re di qada reseda optîk de parçeyekî nû vekir. Wezîfeyeke din a Hubbleyê jî li ser vê pirsê ye: Gelo firehbûna gerdûnê heta hetayê devam bike an ji ber dînamîkên hundir firehbûn demek şûn de wê bisekine û gerdûn bikeve nav xwe? Li gor astronoman firehbûna gerdûnê dê nesekine, çimkî hikmê girseya asmanî nikare vê yekê bide seknandin. Ji bo vê yekê gelek zanyar li ser mijara girseya tarî (dark matter) disekinin.
Astronom di teorema “Crash”ê de dibêjin, asmanî %90-99 ji girseya tarî ku bi çavan an teleskopan nayê dîtin pêk tê û bi tenê girseyeke wisa dikare bersiva pirsa “Firehbûna gerdûnî devam bike an na?” bide. Teleskopa Hubbleyê, bi taybetî li ser resedên girseya tarî (an madeya tarî)disekine.
Teleskopa Fezayê Hubble, bi salana xizmeta zanyaran dike. Her çiqas êdî pîr bûye jî hêj li dinyayê teleskopa herî baş e.
Parzemîn Solutions
4 şîrove
Pingback: ÇAVÊN ME YÊN LI ASÎMANAN: TELESKOPA HUBBLE Ê | RASTEQÎN NEWS
Pingback: GELO GERSTÊRK ÇAWA ÇÊ DIBIN? | teknoKURD
Pingback: HUBBLE’Ê ‘KOMA STÊRKÊN MEZIN’ KIFŞ KIR – National Geographic Kurdî
Pingback: JI HUBBLE'Ê DIYARIYA RÛJBÛNÊ: NEBULAYA NEPOXÊ – National Geographic Kurdî