GELO TÊRÎ HE YE?
Çar aliyê me, bi amûrên metalê ve hatiye dorpêçkirin, gelo ev yek qed bala we dikişîne? Hemû amûrên jiyanî yên ku em di jiyana xwe ya rojane de bikartînin metal in. Gelo rewşa çavkaniyên metalê yên van amûran çawa ne? Ka kerem kin em li hûrgiliyan binêrin.
Bi rastî, mirov bi hinceta xwarin û vexwarina xwe û ji bo debara xwe ya rojane peyde bike zirarê dide xwezayê û ev rewş heya dawiya jiyana mirovan dê her tim bidome. Lêbelê, digel vê yekê hemû jiyana me, bi kar û barên xwarinê yan jî xwegermkirinê ve derbas nabe. Hema hema em dikarin bibêjin teknolojî, di hemû warê jiyana mirovan de cihê xwe girtiye. Telefonên destan, amûrên malê yên bi ceyran, televizyon, kompîtur, pêlîstok û aksesuar hwd… Çar aliyên me bi amûrên metalê ve dorpêçkirî ne. Li aliyekî ji bo ku em xwe germ bikin, dar tên birîn û wekî komirê dar tên şewitandin, Li aliyekî, di kanzayan de metal tên derxistin û ev metalên ku di kanzayan de tên hilberîn wek amûr tên bikaranîn.
KANZAYA BINGHAMÊ
Umrê çavkaniyên metalê jî wekî çavkaniyên siruştî heta derekê ye. Lêbelê, şixula li ser metalan jî karekî bi kelecan e. Gava ku qala çavkaniyên metalê û Kanzayan tên kirin, Kanzaya herî mezin a dinyayê Bingham tê bîra her kesî. Li Emerîkayê, li aliyê başûr-rojhilatê Salt Lake Cityê, Kanzaya Kanyona Binghamê wekî Kanzaya Sifirî ya Kennecottê jî tê zanîn û ev kanza di sedsala 20’an de hatiye avakirin. Du heb taybetiyên vê kanzayê hene ku pir girîng in. Taybetiya yekem, dezgeha herî mezin a kanzaya vekirî ya dinyayê ye, taybetiya girîng a duduyan jî, kanzaya paxirê-sifirê ya herî mezin a dinyayê ye.
KANZAYA KU JI FEZAYÊ JÎ TÊ DÎTIN
Derdorê Kanzaya Binghamê, di nav 100 salan de bû 4 kîlomîtro, kûrahiya wê jî bûye hezar û 200 mîtro. Herwiha Kanzaya Binghamê ji fezayê jî tê dîtin. Pêlekanên li derdora Kanzaya ku bi qasî çar Bircên Eyfelê li ser hev disekînin mezintir in û dişibin pêlekanên ku ji bo bejnbilindan hatine çêkirin. Kamyonên di kanê de dixebitin, 24 saet dişixulin. Li Binghamê, her roj toneke teqemenî tê bikaranîn û bi tenê, ji bo ku toz dernekeve 4 milyon litre av tê bikaranîn. Di taliyê de ji toneke mîneral bi tenê 6 kîlo rafîne paxir tê hilberîn.
Kamyoneke 260 tonî, dikare 320 ton bar bikêşîne. Kamyonên mezintirîn ên dinyayê, di kanzaya sifirê ya mezintirîn a dinyayê de dixebitin.
KU MIROV DEV JI BIKARANÎNA AMÛRÊN ELEKTRONÎK BERDE
Her sal, li dinyayê, yek milyar telefonên destan dikevin piyaseyê. Ji bo çêkirina telefonekê, 30 heb metal tên bikaranîn. Yanê ji bo çêkirina telefonekê, bi sedan kîlo mîneral hewce dikin.
Jêder: Kovara Zanko