Dinya di 50 milyon salan de hat rewşa xwe ya niha. Yanê li gor umrê xwe yê 4,55 milyar salî ev mîna ku mirov çavê xwe bigire û veke, demeke pir kurt e. Şert û mercên jeolojik ên niha nişaneyên şert û mercên rabirdûyê[1] ne.
Piştî ku tav pêk hat, gelek cismên asîmanî ketin rêgeha stêrka ciwan. Mezinahiya eslê gerstêrkên ku wek gerstêrkên biçûk tên zanîn, di navbera çend santîmîtro û çend kîlomîtroyan de diguhere. Di nav demê de gerstêrkên biçûk ku li hev qelibîn, an bûn perçeyên biçûktir an jî bi germahiya Tavê hatin cem hev û cismên mezintir pêk anîn. Hin madeyên glover ên ku her tim mezin dibûn, di nav bi milyonan salan de girseyek pêk anîn û bi saya rakêşiyê[2] ketin rêgehên her timî ku li derdorê Tavê ye û bi vî awayî dest bi zivirînê kirin. Vaye yek ji van peykan, yanê gerstêrkên pêşîn jî Dinya bû.
DINYAYA CIWAN
Dinyaya Ciwan ji gerstêrkên ku em îro dizanin cuda bû. Ji ber bilindahî û germahiya zêde hemû elementên di hewayê de, winda bûn. Ev “dinyaya-pêşîn” mîna tehtekî bê gaz, bê şikl û hişk bû ku li derdora Tavê bi awayekî rasthatî diziviriya. Dinya dema ku beriya niha 4,5 milyar salan Heyv derket meydanê, piştre li gor pergalekê dest bi zivirînê kir.
Di heman heyamê de binyada hundirîn a dinyayê ji nû ve çêdibû. Enerjiya Tavê û cismen din ên asîmanê her tim li hev qelibîn û bozonên radyoaktif ku di hundirê Dinyayê de pêk hatin, germehiyeke ewqas mezin derxistin holê ku Dinyaya ciwan dest bi helînê kir û hêdî hêdî diheliya. Elementên mîna hesin ên giran ketin nav kevirên heliyayî û ber bi navenda Dinyayê ve çûn, elementên sivik ên din jî li ser ruyê erdê kom bûn. Bi vî awayî binesaziya tebeqeyî ya dinyayê çêbû.
AVABÛNA TEBEQEYÎ YA DINYAYÊ

Şiklê Dinyayê yê îro mîna pîvazekê ye. Dendika wê nêzî 3.470 km ye. Eslê wê ji hesin û piçekî jî ji nîkelê pêk tê û germahiya wê nêzî 4000 °C ye. Beşa herî hundir a ku mezinahiya wê nêzî 1.200 km ye hişk e lê beşên din şilavî ne. Derdora dendika Dinyayê mantoyeke sexlam ku 2.850 km dirêj e, digire. Germahî û fişara mantoyê ewqas zêde ye ku ew zinarên hişk mîna qalibên kîlan[3] reaksiyonê didin û di bin wê fişarê de naşikîn.
Rûerdê dinyayê hişk û wekî tebeqeyeke zirav a derve ye. Ji sedî yekê hecma giştî ya dinyayê pêk tîne. Tê de alûmînyon û sîlîkon gelek zêde ne. Du cure meteryalên tebeqeyê hene: yek tebeqeya okyanûsa ku stûriya wê digihîje 10 kîlomîtroyan û ya din jî tebeqeya parzemînê ku sitûrahiya wê digihîje 40 kîlomîtroyan. Hejînên ku li ser tebeqeyê pêk tên ji berlewheyên tektonîk ango perçeyên şikestî yên lîtosferê (tebeqe û qata jor) çêdibin.
BI KURTASÎ
- Ji hundir ber bi derve binyada tebeqeyî ya Dinyayê: Dendik, qat û tebeqel
- Baranên ku bi rêkûpêkî ev 40 hezar sal in dibarin okyanûsên ewil pêk anîne.
- Tav cara ewil beriya 4,6 milyar salan biriqî.
- Dinya li gorî texmînan 4,55 milyar salî ye.
- 4,53 sal beriya niha meteorek li Dinyayê ket û Heyv bi vî awayî çêbû.
- Atmosfera ewil nêzî 4 milyar sal beriya niha çêbû.
- Parzemîn 4 milyar sal beriya niha derketin holê.
KOKA DINYAYÊ
Piştî Teqîna Mezin ku 14 milyar sal beriya niha pêk hat heta pergala me ya tavê çêbû, nêzî 9 milyar sal derbas bûn. Tav nêzî 4,6 milyar sal beriya niha derket û ev jî bi xwe re pêkhatina pergala Tavê, Dinya û gerstêrkên din anîn. Çîroka çêbûna Dinyayê bersiva pirsên derheqê şiklê niha û gelek fenomenên jeolojik de jî agahiyan dide. Wek mînak; binyada hundir a Dinyayê, pêkhatina atmosfera ku derdorê Dinyayê digire û qada manyetik, eslê parzemîn û okyanûsan eşkere dike.
Agahiyên girîng.
- Tav cara ewil 4,6 milyar sal beriya niha biriqî.
- Dinya li gor texmînan 4,55 milyar salî ye.
- 4,53 sal beriya niha meteorek li Dinyayê ket û Heyv bi vî awayî pêk hat.
- Atmosfera ewil nêzî 4 milyar sal beriya niha çêbû.
- Parzemîn nêzî 4 milyar sal beriya niha çêbûn.
Parzemîn Solutions
[1] Rabirdû – rojên paş, rojên borî, dîrok, “Pêşeroj/Paşeroj (nîqaş li ser berdewam in)”
[2]Rakêşî – hêzekêşiya baristayî, erdkêşiya baristayî.
[3]Kîl – bekre, gil.