Fosfora ku cara ewil li Hamburgê hat kifşkirin, di pêşerojê de di dema Şerê Cihanê yê duyem de ji aliyê welatên hevpeyman ve di bombeyan de hat bikaranîn. Ev bombeyên ku bûn sedema gelek xerakirina bajaran,him trajîk him jî îronîk bû.
Henning Brand[1]ji ber ku ji pareke mezin ên xebatên xwe bi awayekî veşartî dida meşandin, derbarê çêkirina fosforê de agahiyên pir kêm hene.
Lê wek bi giştî fosfor bi vî awayî tê çêkirin;Mîz[2] di hundirê fermantasyonê de tê vêsandin û heta ku ron an wek macûnê bibe tê kelandin, piştre di germahiyeke pir de tê germkirin. Herî dawî tê lihevxistin û dîsa tê kelandin.
Brand ji bo ku bi tenê 60 gr fosforê hilberîne, hewcedariya wî bi qasî 1.000 lître mîzê hebû. Mîza ku di fermantasyonê de dihat hiştin him bêhn dida û him jî karekî zor û zehmet bû; lê paşê derket holê ku ji mîza teze[3] bêtir fosfor dihat çêkirin.
Piştî dilopînê hat dîtin ku di hundirê bermahiyên avêtî de zêde zêde fosfor heye, ji ber vê yekê pergala çêkirinê ya Brand di heman demê de ne ewqas serkeftî bû. Ji ber ku di litreyeke miza insanan de bi qasî 1.4 gr fosfor heye, hewce bû ku Brand ji 1.000 lître mîzê 20 qat zêde fosfor çêbikira.

Digel hemû zor û zehmetî û malîyeta zêde ya hilberîna Fosforê ya bi vî awayî, heta ku kîmyagerê Swêdî Carî Scheele di sedsala 18’an de ji xweliya hestiyan fosfor çêkir mîza insanan ji bo fosforê wek çavkaniyeke sereke mabû.
Jêder: Kovara Zanko
[1]Henning Brand–dahênerê fosforê ye ku di sala1630’an de li Hamburga Elmanyayê hatiye dinyayê û di sala1710’an de jî miriye. Herwiha di sala1669’an de jî fosfor dîtiye û hilberandiye.
[2]Mîz – ava qirêj û avêtî ya ku ji laşê jîndaran bi riya lebata zayendî tê avêtin.
[3]Teze – nû, taze, kel.