ÇÊKIRINA TOPAN ANGO DESTPÊKA ŞERÊN GIRAN

Her çiqasî di dema kevnar de li cîhanê amûrên wek topan hatibin bikaranîn jî topên ku em niha dizanin cara ewil li Çînê hatine hilberandin. Ev jî topên ku ji kaxiz û bambûyê dihatin çêkirin.

Top, ji şarapnel û barûda ku dahênaneke din a Çînîyan e, dihat dagirtin. Û her çendî li hemberî dijminan dihat bikaranîn ji bo bikarhêner jî ewqas xeternak bû. Piştî demekê, top ji metal, hesin an jî ji darêja birêncê ango hesinê zer jî hat çêkirin. Çînî ji bo ku dijminan ji xwe dûr bixin, li ser Bedena Çînê bi hezaran top bi cih kiribûn.

Teknolojiya Topan ji Çîniyan derbasî alema Îslamê bûyê, paşê jî li Ewropayê belav bûye.

Piştî ku top hatin Ewropayê di dorpêçkirin û şêweya şerî de jî veguherîn çebû. Ramanger û Feylesofê polîtîkayê yê Îtalyanî Niccolo Machiavelli wiha gotibû: “Stûrbûna dîwaran çiqasî zêde jî be, tu dîwar tûneye ku top nikaribe hilweşîne.”

Dema ku Machiavellı ev yek gotibû sal 1500 bû, tê fehmkirin ku lûleya topê çiqasî direj be, berikên topê jî dê bikaribe ewqasî dûr biçe.

Piştî vê, bi rastî jî topên mezin hatin çêkirin. Û lûleyên 3 mîtroyî û giraniya wan 9 ton êdî ji rêzê hatin hesibandin.

Lê wek topên ku ji bambûyê tên çêkirin, ev topên din jî ger ku lûlê biteqîne dê topavêjê xwe jî birîndar bike an jî bikuje.

– Menazîr Aslan / teknoKURD

Şîrove Bike