‘ÇEMÊ DIKELE’ YÊ LI AMAZONAN ÇI BIXE NAVA XWE DIKUJE

Nivîs: Simon Worrall | Wêne: Andres Ruzo 

Çemekî ku di kurahiya Amazonan de dikele, serpêhatiyan veduguherîne rastiyê.

04boilingriver.ngsversion.1457868640814.adapt.1900.1

Li gorî baweriyên herêmî Çemê ku dikele devereke wisa ye ku xwediyê hêzeke nuwaze ya spîrîtuel e. Di wêneyî de şamanek ji Rihê Dûxanê re klaman distrê ku ew bawer dikin ev rih diayên kevir, daristan û hemû afirîdeyan digihînin Yezdan.

Wekî çîrokeke Jules Verne ye: Çemekî wisa ye ku wekî ku ji navenda Cîhanê dizê, dikele û hemû zindiyên ku dikevin nav wî jî dikuje. Kaşifekî ciwan ê National Geographicê Andrés Ruzo cara ewil ev çem ji kalikê xwe bihîstiye. Ruzo dema dibe jeofizîkîst biryarê dide ku li vê çîrokê bikole bê ka rast e an zanist derbarê vê de çi dibêje. Di pirtûka xwe ya bi navê The Boiling River: Adventure and Discovery in the Amazon (Çemê Dikele: li Amazonan Kişf û Macera) yê de dikeve nav daristanên baranê yên Perûyê û dide pey vê nepenê.

02boilingriver.ngsversion.1457868625867.adapt.676.1
Courtesy Of Simon And Schuster

Ruzo li mala xwe ya li Dallasê ji me re behsa lêkolînên xwe dike: Tişta ku dibe sedem ev çem hemû tiştî bikuje, çima hin şîrketên neftê kêrî daristanê tên û çima ewqas girîng e ku qada derdora Çemê Dikele were parastin.

Çemê Dikele di nav rastiyên zanistî û efsanewî de dimîne. Tişta ku bala te kişand û te li ser vê çîrokê lêkolîn kirin çi bû?

Min ev çîrok cara ewil li Lîmayê dema ez zarok bûm min ji kalikê xwe parçeyekî winda yê efsaneya bajêr ê zêrîn ê li Amazonan bihîstibû. Piştî demeke dirêj dema min doktoraya jeofîzîkê dikir ez li ser hûrguliyan sekinîm. Xala sereke ya teza min ew bû ku ez nexşeya bi hûrgulî ya germahiya Perûyê çêbikim. Min dê ev jî bi armanca diyarkirina xalên enerjiya gengaz a jeotermal pêk bianiya.

Dema min li germahiya cîhanê dikola germav, fûmerol û çiyayên agirîn bala min dikişandin. Rojekê hemkarên min ên di hikûmeta Perûyê de li min geriyan û tika kirin ku ez li wê nexşeya wan binêrim. Ew nexşe ji bo weşandinê dihat amadekirin. Dema min lê nêrî min dît ku li Amazonan çend germav xuya dikin û ji van bi rastî hinek germ in. Li ser vê yekê jî min ji wan pirsî ka serpêhatiya Çemê Dikele tê bîra wan an na.

Di pirtûkê de hevokeke wiha heye. “ev çem hemû tiştî dide ber xwe an jî xweliberrakirina hemû tiştî ye.” Hûn dikarin piçekî vê zelal bikin?

Du aliyên vê yekê hene. Ji aliyekî ve bendewariyên we yên şexsî çêdibin bê ka kîjan gengaz e an ne gengaz e. Wek mînak hûn bi pisporan ewle ne û dema hûn difikirin hûn bi hêsanî dikarin ji derve alîkariyê werbigirin. Ji aliyekî ve tişta ku hat serê min jî ev bû. Min ji gelek pisporan pirsî ka derbarê vî çemî dikele de çi difikirin. Gelekan gotin ku ev bi tenê ji serpêhatiyekê ye. Heta profesorekî ji min re got “dev ji pirsên beredayî berde, tu bi vî awayî rêzdariya xwe winda dikî.” [dikene]

Lê di rastiyê de em çi dizanin? Bi min ev pirs ji her ya her wextê girîngtir e. Hûn di înternetê rastî gelek fikran tên; ji van hinek derbasdar hinek jî ne derbasdar in. Bi rastî em meraq dikin bê ka hûn çi dizanin, ev temirîneke bi têra xwe pozîtîf e.

Ev çemê nepen li ku ye? Hûn dikarin rêwitiya xwe bi me re parve bikin?

Çemê Dikele li navenda Amazona Perûyê, di navîna darisatana jêr de ye. Ji Lîmayê bi rêwitiyeke bi qasî saetekê ya bi balafirê mirov dikare bigihêje bajarê herî mezin ê Amazona perûyê Pucallpayê. Ji Pucallpayê jî ji riyên bi axa sor hûn dikarin bi rêwîtiyeke du saetan a bi wesayîtê bigihêjin Çemê Pachiteaya ku 300 mîtroyî fireh e. Ev çem jî yek ji şaxên Amazonê ye. Ji wir jî hûn dikarin bi peke pekekê yanê bi kanoyeke bimotor hêdî hêdî bi qasî nîv saetê biçin û bigihîjin ber devê Çemê Dikele. Ev ji ber ku dengekî peke peke derdixin ji wan re dibêjin peke-peke. [dikene]

01boilingriver.ngsversion.1457868638223.adapt.1900.1

Çemê Dikele bi germahiya xwe ya herî zêde ku digihêje 93˚C’î di rastiyê de nakele, lê belê bi qasî ku bikaribe hêka we bikelîne û tişta ku têkeve nav bikuje, germ e. [Wêne: Andres Ruzo, National Geographic] 

Dema hûn digihîjin xala ku herdu çem dibin yek, li ser devê keştiyê hûn dengê navgîna kilaman a şaman dibihîsin: “destê xwe têxin nav!” Em jî destê xwe dixin nav ava sar a Pachiteayê. Her ku şikeva me ber bi rengê zeytûnî ve diçe germahiya avê jî ji carekê ve zêde dibe. Lê belê dûxan tune bû û germahiya avê jî wekî germahiya di serşokan de bû.

03boilingriver.ngsversion.1457868624264.adapt.1900.1

Pêşveçûna bilez a bajarê Pucallpayê ku wek navendeke lojîstîk a Amazona perûyê ye, tevî Çemê Dikele gefan li ekosîstemên li herêmê dixwe. [Wêne: Adam Lee, Alamy] 

Bi rastî ne bi miraza dilê min bû.[dikene] Ji bo ez bigihîjim vê derê çi di destê min de hebû min di vê riyê de xerc kir. Me dîsa ji Perûyê bar dikir Emerîkayê û dema ez ji bo li vî tiştî bikolim bi qasî du rojan hatim daristanên baranê û wisa tolaz tolaz digeriyam, hevsara min jî li Lîmayê bi mijarên lojîstîk re eleqedar dibû.

Serpêhatiya te, te biriye cihekî bi navê Mayantuyacu ku te li wir şamanekî bi navê Mamoste Juan nas kiriye. Tu dikarî ji kerema xwe ji me re hinekî behsa Çemê Dikele û têkiliya bi wî re bikî?

Li Çemê Dikele du civakên Amazon dijîn ku xwedî baweriya şamanîzmê ne. Ji van yek Mayantuyacu ye ku ez bi xwe jî pê re xebitîm. Mayantu rihê daristanekê ye ku xwediyê ling û milên kûsiyekî, serê beqekî û xwediyê laşê gumgumokekî ye. Ji ruhên baş ên daristanê ye. Yacu jî tê wateya avê. Li gorî kevneşopiyên devkî Çemê Dikele xwedî hêzeke nuwaze ya rihanî ye.

Mala cinên darsitanan ku gelekî bi hêz in, ev der e û ji ber ku ew însanên din ji rihan ditirsin bi tenê şamanên herî bihêz dikarin werin vê derê. Mamoste Juan ji min re qala hemû xalên vî çemî kir ku xwediyê her xalekê rihê daristanan e. Yacumama jî yek ji van ruhan e ku rihekî gelekî mezin e û ava germ û sar jê dizê.

Guhandarên biçûk, marîjok an jî anfîbî her tim dikevin nav çem û di nava ava birî kelî de dipijin.

Tişta balkêş a derbarê vî çemî de ev e: Ava ku diherike ewil sar e, piştre germ dibe û bi şev jî dîsa piçekî sar dibe. Kêm zêde germahiya avê 27˚C ye, lê dema ku herî zêde germ dibe jî dibe 94˚C. Herwiha germavên gelekî germ jî hene. Ev ji çêmî re avê peyda dikin û bi vê yekê taybetmendiyên gelekî balkêş derdixin holê.

Pergala çêm hemû 9 kîlomîtroyan dirêj e; lêbelê herêma germ, beşa 6,24 kîlomîtroyî ya li herêma jêr a çêm e. Piraniya vê avê bi qasî ku bikaribe we bikuje, germ e. Bi taybetî jî di demsalên hişkesalî de. Guhandarên biçûk, marîjok an jî anfîbî her tim dikevin nav çem û di nava ava birî kelî de dipijin

Gava ez li vê derê bim ji tiştên ku ez herî zêde jê hez dikim baldariya her gavî ye. Ji ber ku ger hûn bikevin dê encam ewqas jî xweş nebe.

Derbarê hebûna vî çemî de 3 pêşbîniyên bingehî hene. Tu dikarî wan eşkere bikî û ji wan kîjan rast derketiye tu dikarî parve bikî?

Gava ez gihîştim çemî di mejiyê min de pirsa herî sereke li ser xwezayîbûna wî bû. Gelo ew çem siruştî ye yan na? Ji bo pêkanîna pergaleke ewqas bihêz a jeotermalî em hewceyî 3 tiştan in. Germahiyeke pîlebilind, avake boş û tesîsateke biquwest ku bikaribe ava germ ji kûrahiya derxe jor.

Yek ji wan pêşbîniyan ew e ku ew çem xwediyê taybetiyeke volkanîk e. Pergaleke agmatîk ku zanyar hêj pê nizanin. An jî ne pergaleke volkanîk. Bo nimune: li devereke neasyî ku bilind e ji kûrahiyên erdê avake kelî dipijiqe. Heke hûn bikevin ewqas kûrahiyên erdê av ewqas kelîtir dibe. Ji bo vî tiştî xwarîbûna jeotermalî tê gotin. Ji bo germehiya evqas divê av ji kûrahiya herî binî û bi awayekî gelek fişar bipijiqe rûyê erdê.

05boilingriver.ngsversion.1457868605929.adapt.1900.1

Yek teroriyên derbarê “Çemê Dikele” de ew heye. Şîrketeke gaza siruştî hewl daye gaza siruştî derxe lêbelê bi xeletî pergaleke jeotermal kolaye û bûye sebeba vî tiştî. Wekî bûyera sala 2007’an a li Lusiya Îndonezyayê. Li Lusiyê herîkîna heriyê bi qasî 7 kîlomîtro çarçik deverekê belav bibû û ji ber vê yekê 40 hezar kes xaniyên xwe terikandibûn. [Wêne: John Stanmeyer, National Geographic]

Teoriya herî dawî û ya herî erjeng jî ew e. Ew ne tiştekî xwezayî ye, ew rasterast qezeyeke qada neftê ye. Çem tenê 2-3 kîlomîtroyî dûrî qada neftê ya li Amazona Perûyê ye. Heke herîkîneke gaza siruştî an jî neftê hebe ku avê dikelîne lê hîdrokarbon û gaz dernaxîne dibe xwediyê şîrketê wisa hiştibe. Dibêtiyeke din jî heye ku herîkîna neftê an jî gaza siruştî bêhemdî pergaleke jeotermal kun kiriye. Mînaka herî erjeng û mezin a vê bûyerê jî Volkana Lusiyê ya li girava Javaya Îndonezyayê ye.

Baş e ku çem tenê pêkhatineke xwezayî ye. Pêkhatineke jeotermal ku ne volkanîk e lê bi awayekî gelek bilez diherike.

Te gotineke şamanekî ragihandiye ku ew gotiye “Gefa herî mezin a li dijî daristanê xuyaniyên biyanî ne”.

Mezinahiya dorhêla Amazonê bi qasî ji sedî 90’ê DYE’ê ye. Tevî wan tiştan mirov dikare bibêje ku her tişt heman in. Lêbelê rewş cuda ye. Ev der ji çandên cuda, ji zimanên cuda, ji nijad, giha û pirsgirêkên cuda pêk tên. Li beşeke Amazonê pirsgirêka herî mezin kankeriya derzagonî ye.

Hin şîrketên neft û gaza şirustiyê bi awayekî êrîşkar tevdigere. Lêbelê tevî wan dîsa gelek şîrketên din jî hene ku karê xwe dikin û bi awayekî berpirsiyar tevdigerin. Heman rewş ji bo xuyaniyan jî ye. (niştecihên vê deverê) Gelek mirov hene ku çand û kelopora xwe ji bîr kirine û tenê bi pey berjewendiyên şexsî ketine. Di Amazonên îroyîn de jî her kes iPhone bi kar tîne û hesabê her kesî yê Facebookê heye.

Dibe ku gelek xwînerên me ji ber ku şîrketeke deverî di parastina daristina Çemê Dikele de roleke mezin dileyîze matmayî bimînin. Wekî vê nakokiyê tu dikarî vê rewşê rave bikî?

Di demeke gelek rast de pirseke gelekî ras te. Li beşên bakur ên Amazona Perûyê herîkîneke neftê ya herî xeternak pêk hat û di vê bûyerê de şîrketeke Perûyî hebû. Gava hûn bi riya Google Earthê li Çemê Dikele binêrin hûn ê bibînin ku li derdora çem tenê daristanek heye ew jî ji aliyê şîrketa neft û gaza siruştî ya Maple Energy ve tê birêvebirin.

Sedema wê ya herî mezin jî ew e ku gava şîrketên neft û gaza siruştî li gor rêzikên jîngehê tevnegerin dê kirdariyên gelek mezin li ser wan bê meşandin û mafê karsaziyê dê ji destê wan bê derxistin.

Li derdora Çemê Dikele zirara herî mezin ji aliyê niştecihan ve tê dayîn. Niştecih tên vê derê dişewitînin, darên biha dibirin. Diçin li ser daristanê benzîn vala dikin û piştre ajalên xwe berdidin nav. Ew yek jî ji bo xetên gaza siruştî dibe pirsgirêka herî mezin. Şîrket daristanan ji bo berjewendiyên xwe diparêze ango ne ji bo dar û ajalan. Lê di nav şîrketên neftê de gelek xebatkar bi can û dil dixwazin daristanê biparêzin. Heta Şaman jî ji bo şîrketan dibêjin ew cînarên qenc in.

06boilingriver.ngsversion.1457868608863.adapt.1900.1

Welatê ku li Emerîkaya Latînî herî zêde zêr hildiberîne Perû ye. Li deşta Amazonê li herêma Madre de Diosê gelek daristanên zindî û rengîn hebûn, lêbelê îro ji şîrketên kanzayê tenê kokên ziwa ên daran mane. [Wêne: Mario Tama, Getty] 

Lêkolîneke zanistî îlham da te û bû sebeb ku tu tevî Çemê Dikele civaka Mayantuyacuyê diparêzî. Tu dikarî behsa van hewlên xwe bikî – behsa dahatûyê jî bikî ka hêvî heye an nîne -?

Ji bo parastina Çemê Dikele em ligel civaka şamanan dixebitin. Armanca me ew e ku li Perûyê bîrdariyeke neteweyî were îlankirin û rewşa îmarî ya daristana li herêmê were guhertin. A niha daristan wek “dikare bê xebitandin” hatiye wesfandin û hemû dar dikare bên birîn. Em dixwazin plana îmarê bi çalakiyên jîngehparêziyê were guhertin. Hûn dikarin li ser boilingriver.org’ê bigihîjin zêdetir agahiyan.

 

Parzemîn Solutions

Şîroveyek

  1. miheme serhedî

    ez dibêm stûrîya, navbera erd û magma zirave . loma wisa dikele. teorîyên din qey bêvacî ne.

Şîrove Bike