Nivîs | Ramazan Badem |
Laşê mirovan ji gelek elementan pêk tê. Di nav van de yên sereke kîjan in? xaneyên me çiqas wext li ber xwe didin û dijîn? Ew xaneyên ku dimirin çi li wan tê? Ger xane xwe nû bikin nexwe çima em kal dibin?
Belê, laşê me herî kêm ji 25 elementan çêdibe. Lê nêzî ji sedî 99ê laşê me ji 6 elementan pêk tê. Ev jî ev in;
Oksîjen %65
Karbon %18
Hîdrojen %10
Nîtrojen %3
Kalsiyûm %1,4
Fosfor %1,1
Ji sedî 1.5 jî ji Potasyûm, Sûlfûr, Sodyûm, Klor, Magnezyûm û gelekî kêm ji Bor, Krom, Kobalt, Sifir, Flor, Iyod, Hesin, Manganez, Molîbden, Selenyûm, Silîkon, Qilê, Vanadyûm û Çînkoyî pêk tê.

Bi qasî 37 trilyon xane laşê me pêk tînin. Ev element tevî ku di van xaneyan de ne, di heman demê de di nav hêmanên din ên ji derveyî zara xaneyan de jî hene.
Pir hindik, laşê zilamekî ji sedî 60 ji avê pêk tê. Ev jî nêzî 42 lître av dike. 23 lîtreyê wê di xaneyan de ye, 19 lître jî di derveyî xaneyan de ye. Ji ava derveyî xaneyan 8,4 lître şilava di nav şaneyan de ye, 3,2 lître jî şilava plazmaya xwînê ye.
Temenê xaneyan çiqas e?
Tevî ku xaneyên di laşê me de kêm-zêde di 7-10 salan de xwe nû dikin jî dirêjiya temenê her xaneyê ne wekî hev e.
Emrê xaneyên notrofîl ku cureyekî xirokên sor ên di xwînê de ne bi tenê du roj in. Li aliyê din xaneyên di nava lensa çavan de jî heta dawiya temenê me bi me re dijîn. Heta xaneyên di mêjiyê me de ji me zêdetir dijîn.
Di salên borî de lêkolîneran noronên mişkên temendirêj girtin û neqlî cirdan an jî koremişkên temendirêjtir kirin. Piştre hat dîtin ku temenê wan ji yê ku tê zanîn dirêjtir bûye.
Va ye temenê xaneyan:
Şaneyên mêjî: 200+ sal
Şaneya lensa çavan: Heta dawiya temen
Şaneyên bizran: 50 sal
Şaneya masûlkeya dil: 40 sal
Şaneya roviyan: 16 sal
Şaneya masûlkeyan: 15 sal
Şaneya rûn: 8 sal
Hematopoetîk[1] (çêkerê xwînê) xaneya bingehîn: 5 sal
Şaneya pişika reş: 10-16 meh
Şaneya pankreasê: Salek
Spîglorik an jî xirokên spî mîkrobên di laşên me de yên binexweşî dixwin û paqij dikin. Di heman demê de xaneyên me yên ku êdî naxebitin jî dixwin.
Şaneyên ku dimirin çi li wan tê?
Şaneyên derveyî laşê me an jî yên di pergala me ya mehandinê de dema dimirin ji laş tên avêtin.
Şaneyên mirî yên di hundirê laşê me jî ji aliyê spîglorîkan ve tên xwarin û paqijkirin. Beşeke enerjiya yên mirî an jî ji yên ku naxebitin derdikeve akjûvarên nû çêdike.

Heke xaneyên me xwe nû dikin nexwe çima em kal dibin?
Di laşê me de hin xane wekî spîglorikan tenê çend saetan dijîn, xaneyên çerm çend hefteyan û piraniya xaneyên mê jî bi dehan salan dijîn.
Her çiqas piraniya xaneyan xwe nû bikin jî di wê pêvajoya xwenûkirinê de hin caran pirsgirêk çêdibin. DNA’yên ku di wan de talîmatên hilberîna xaneyan hene bi demê re diwestin û êdî xane dabeş nabin. Em jî wek pênasekirin ji vê rewşê re dibêjin kalbûn an jî pîrbûn.
[1] Hematopoetîk: Hematopoesîz, çêkerê xwînê. xaneyên ku xwînê çêdike.
Parzemîn Solutions